Şaredarê Meksîkî bi tîmseh re zewicî

Şaredarê Meksîkî bi tîmseh re zewicî

Şaredarê Meksîka yê San Pedro Huamelula, Victor Hugo Sosa Garcia, ji bo ku şans û sûdê ji gel re bîne, bi tîmsehekê re zewicî. Di şahîya zewacê de xeml û xêza bûkê li timseh kirin, bi tîmseh re govend girtin û herî dawî ji bo dawetê anîn avahîya şaredarîyê.

Victor Hugo Sosa Garcia, Şaredarê San Pedro Huamelula, ku li eyaleta Oaxaca ya Meksîkayê ye, ji bo ku ji gelê xwe re bextewarî, bereket û zêdebûnê bîne, bi tîmseh Alicia Adriana re zewicî. Xelkê bajêr eleqeyek mezin nîşanî daweta ku bi muzîk û dîlanê hat lidarxistin, da. Berî dawetê, cilê bûkê li tîmseh Alicia Adriana, kirin û piştî ku ji bo ewlehîyê dev lê hat girêdan, ew li kolanên San Pedro Huamelula gerandin.

Timsaha ku bi şêniyên bajêr re hat govend girt, herî dawî ji bo dawetê anîn avahîya şaredariyê. Li wir mehra di navbera tîmseh û Şaredar Garcia de ji hêla rêberê olî yê bajêr ve hat birîn. “Em ji hev hez dikin” Li ser pirsa gelo ew razî ye ku di dawetê de bi bûka tîmseh re bizewice yan na, Şaredar Garcia wiha bersivand: “Ez berpirsiyarîyê qebûl dikim ji ber ku em ji hev hez dikin, ya girîng ev e. Bê hezkirin zewac çênabe. Em ji hev hez dikin û ez dixwazim bi prensesa xwe re bizewicim”.

Kevneşop xwe dispêre sala 1789an

Kevneşopîya ku ji sala 1789an û vir ve li bajarê San Pedro Huamelula berdewam dike, lihevhatina du civakên ku wê demê dijmin bûn, sembolîze dike. Hêvî dikin ku ev zewaca nûnerî ya ku her sal tê lidarxistin, ji bo xelkê bajêr bibe sedema bextewarî, aramî û pêkvejiyanê.

Pustên heman beş