Di derbarê Suleyman Salgucak de doz hat vekirin

Di derbarê Suleyman Salgucak de doz hat vekirin

Wek tê zanîn, hikûmeta AKP ji bo ku şaredariya Şernexê bi dest bixe, bi hezaran polîs û leşkir ji bajarên din anîbûn Şernexê û ew biribûn ser sindoqan. Kurdê bi navê Suleyman Salgucak (61 salî) yeko yeko ji polîsan dipirsî û digot “konuş, sen nêrelîsin – Biaxive, tu ji ku yî?”

Gotinên xalê Suleyman di medya civakî de deng da û navdar bû.  Ji ber gotinên Suleyman Salgucak, Serdozgeriya Şernexê doz lê vekir û lêpirsîn da destpêkirin.

Di vê derbarê de Parêzer Ramazan Demîr li ser hesabê xwe yê medya civakî got: “Serdozgeriya Şernexê ji ber gotina “Biaxive, tu ji ku yî” di derbarê Apê Silêman de bi hinceta “Qanûna hilbijartinê binpê kiriye” lêpirsîn daye destpêkirin.

Dixuye ku wê desthilatdariya Tirkiyê dev ji kiryarên xwe û ji dijminatiya Kurdan bernede û bi têkçûna xwe ya 31ê Adarê wê Kurdan dîsa têra xwe biperçiqîne.

Pustên heman beş