Hejmara malperên înternêtê ji 1.7 milyaran derbas bûye

Hejmara malperan li ser tora înternêtê ji milyarek û 700 milyon malperan, derbas bûye piştî ku 25 sal bi ser bikar anîna wê torê de derbas bûyn.

Li gor malpera (întirnêt layîv statîs) ku taybet bi kar û pêgehên elîktronî ve, hejmara malperan li ser tora înternêtê gehiştîye 1.714 milyar malperan û ev hejmar ber bi zêde bûnê diçe.

Wê malperê eşkere kir hejmara malperan roj bo rojê di zêde bûnê deye û pêşbînî kirîye ev hejmar bigehe asta 2 milyar malperan.

Li gorî zanyarîyên malpera întirnêt layîv statîs, di niha de pitrî 4 milyar mirovan li seranserî cîhanê înternêtê bikar di înin.

Bîroka înternêtê ji alîyê Têm Bêrner endazyarê birîtanî hatîye dema ku li yek ji taqîgehên welatê Suyisrayê weke endazyarê fîzîkî kar dikir, dema karî hejmareka kompîyoteran pêkve grêdet.

Endazyarê genc li 12 Adara 1989 ew yek kire proje û jîyana tev cîhanê guherî, lew 12 Adarê bi rojbûna înternêtê tê hejmartin.

Pustên heman beş