Pileysteyşinê surpirayzeke mezin ragihand

Şirketa mezn a Japonî Sonî Pileysteyşinê surpirayzeke mezin jibo şeydayên xwe ragihand û servîsa “PlayStation Now” bi rêja 50% ji bihayê wê kêm kir.

Şirketa Sonî pileysteyşin a vîdyo û enîmeyşin geman eşkere kir, wan bihayê beşdar bûnê li servîsa bi navê “PlayStation Now” daşkandineke herî mezn têda kiriye ku digehe 50%, ev daşkandin ji vê mehê Oktobera 2019an hesabe.

Şirket dibêje: wan bihayê beşdar bûna mehane ji 24.99 dolaran ji bo 9.99 dolaran daşkandin xistiye têde, her wiha bihayê beşdar bûna 3 mehî ji 44.99 dolaran jibo 24.99 dolaran kiriye.
Hemwext beşdar bûna salê jî ji 99.99 dolarên Emerîkî kiriye 59.99 dolar.

Şirketa Sonî her wiha diyar kir, di karîn deye 800 geymên nû niha li ser servîsa “PlayStation Now” bihên dîtin, wek geymên “God of War4” û “Grand Theft Auto” û hejmareke din.

Şirketa Sonîyê berya niha eşkere kirbû ew dê pileysteyşin 5 bi hinek teknolojîya û awayekê herî pêş ketî û bi kwalitîya 8Ki bxe di bazaran de.

Pileysteyşinê surpirayzeke mezin ragihand

Pustên heman beş