WhatsApp wê li sala 2020an bisekine

WhatsApp wê li sala 2020an bisekine

Aplîkeyşina herî nasyar Whatsapp di pilana xwe a sala 2020an de eşkere kiriye, ta çend mehekên din servîsa wan li ser hejmareke herî mezn a mobaylan na mîne.

Şirketa Whatsapp ê di beyaneke nivîskî de ku îro roja yekşemî 29/9/2019 weşandine, têde eşkere kir ta meha Sibata 2020an servîsa wan li ser sîstema (Android 2.3.7) û her wiha sîstema (iOS 7) namîne, wate her amoreke mobayîlê ku ev sîstem li ser be, Whatsapp wê piştgirî yê lê neke.

Malpera Businesstoday ev beyana Whatsapp ê weşandiye û têde hatye gotin ku xwediyên wan mobaylan ku sîstemên berê ên (Android 2.3.7) û (iOS 7) li serin, êdî nikarin hesabên xwe kontrol bikin her wiha hesabên nû ên Whatsapp ê ava bikin.

Whatsapp ev biryar di servîsa xwe de jibo meramên security dayîne, ji bo ku tu girifteke teknîkî ji bo bikarhênerên wê nederkeve holê.

Pustên heman beş