Nerîna PKK ê ji bo perçeyên din yên Kurdistanê, nerîna miftxwerî bo mêhvandarî – Beşa 3

Nerîna PKK ê ji bo perçeyên din yên Kurdistanê, nerîna miftxwerî bo mêhvandarî
  • Beşa sêyemîn

Nerîneka lezgîn li derbara çawanîya pêwendiyên nêvbera PKK ê û perçeyên din yên Kurdistanê, bi tevahî dertêxin ku Kurdên Rojava, Başûr û Rojhilata Kurdistanê bi xwîn, xweh û berîka xwe û… Bi kurtî weke bi Kurdî dibêjn bi ser û malê xwe alîkarîya Partîya Karkerên Kurdistanê kirine û her ji destpêka ava kirinê wê partiyê mêhvandarîya wê kirîye, ew xistiye ser lingan, qelew kirine û piştevanî lê kirine, lê belê di himber da, Partîya Karkerên Kurdistanê wiha xweyaye ku bi şûrê dije Kurdistanê xew  xwe rapêçaye.

Ji bilî malwêranî, îxanet û qirêjê nebe, tu tişteka din ji bo van perçeyan nebûye, her weke me bas kirî, pêwendîya PKK ê li himber perçeyên din yên Kurdistanê weke pêwendîya nêvbera miftxwer “Engel” (Parasite) û mêhvandarî “Definitive” di zansitê zîndewernasiyê de tê hesab kirin û 3 perçeyên Kurdistanê weke mêhvandar ku ji bilî nehametî û nexweşiyê nebe, ti xêrek ji PKK e a miftxwer nedîtine.

Paş ku rejîma Îranê peymannameyeke sitratejîk li gel PKK ê îmze kirî û ev rêxistina Kurdî bûye beşek ji pirojeya navçeyî ku Îran û Sûrya û Hîzbulla a Libnanî û Hemas û Cîhada îslamî a Felestînî û komeleyeka rêxistinên din ên paşko yên rejîma îslamî kar ji bo kir û li pênavê vê beşek ji hêza PKK ê li sînorên Rojhilata Kurdistanê hatin bi cî kirin, Rojhilata Kurdistanê bi dilekî pir mezin alîkarîya PKK ê destpêkir, gelê Rojhilat nan ji devê zaroyên xwe derxist û bi devê PKK ê de dikir û rêxistinên netewey ên vê beşa Kurdistanê ku dîrokeke xebatê hebû ji bilî rawêja leşkirî, çek û temeniyên xwe jî pêş kêşî PKK ê kirin, diyartirîn alîkarî jî yên Komelê bûn ji boy Partîya Karkerên Kurdistanê.

Lê belê ciyê daxê ye Rojhilata Kurdistanê hevawayê Başûr û Rojava wilat ji qirêj û îxaneta PKK ê bê behir nebû, PKK e ya miftxwer li ciyê van çakî û wan hemû alîkarîyan bi lêdana dîroka xebata Rojhilat destpêkir!

Rojhilat li gel wê ku yekem hikûmeta muderen ya Kurdî (Komara Kurdistan) têda hatibû ava kirin û beşek ji sembulên netewey yên Kurd weke (alayê Kurdistanê, Pêşmerge û arteşa mîllî ya Kurdistanê û ..) bi xebata Rojhilata Kurdistanê bi piştigrîya xebatkarên beşên din bi taybet yên Başûrê Kurdistanê hatibûn bi dest xistin, ev sembulên netewey ji bal PKK ê ve hewla îmha kirina wan tê kirin, alayê Kurdistanê ku di komarê de hatibû hildan û paş jinavbirina komarê weke emaneteke bi destên êmin ên Barzanî hatibû sipartin, ji bal PKK ê ve hat neşirîn kirin û alayekê din li ciyê wî çêkirin ku pêtir nêzî alayên wilatîn Afrîkayê ye ji ku nêzî alayê Kurdistanê be.

Îdyema Pêşmerge guherand û li ciyê wê Gerîla bikaranî û di perwede û nivîsên îdolojîkên xwe de tiştê xêrê li derbara pêşewa Qazî Mihemed na bêjin û kêmtirîn agahî jî li derbara wî nîne,  Mînak di vîdyoyekê de ku ji bal PKK ê ve hatîye parve kirin, wexta Elî Qazî ê kurrê Pêşwa serdana PKK ê dike û Ocalan behsa Qazî Mihemed yê serok komar dike, tam wiha derdikeve ku Apo tu agahî li ser Pêşewa nîne û tu rêzekê jî jibo nagire.

Wexta Kurdên Rojhilata vegerandina Ocalan ji bo Tirkiyê pirotesto kirî, di xwepêşandaneke cemawerî de wan daxwaziyên xwe yên netewey jî anîn ziman, PKK e ji rejîma îslamî ya Îranê pêtir pê dilgran bû, rêberên PKK ê bi eniyên girê ve gelê serhildêr bi koleyên Amerîka, Îsraîl û Kemalîzmê nav kirin.

Wiha diyare îxanetên PKK ê li himber Rojhilat ne yêk û didûne, veguhastina kadiro û rêberên Agirê Sor, teqe kirin li tîmeka Yekêtîya şorşigêran ku niha navê wan ji bo Partîya Azadîya Kurdistanê hatîye guherandin û şehîd kirina dehan Pêşmergeyên vê partiyê, şehîd kirina Pêşmergeyên Dîmokirat û hewildan ji bo rêgrîkirinê li serhildana Rojhilat û raport dayîn li derbara çalakiyên leşkirî ên hizbên Rojhilat bi komara îslamî ya Îranê û teror kirina kasbkarên Rojhilat ku dawî yêk teror kirina Saman Danişwer û Soran Exter Semer li navçeya Hewarmanê û revandina zaroyan ji piranîya navçeyên Rojhilat, beşeka din yê îxaneta PKK ê ye li dijî Rojhilata wilat.

Ya rast heger PKK ê rola “Engel” î ji bo Rojhilata Kurdistanê nîne, çi îdyemeke zanistî dikare evê hemû xizmeta Rojhilata û hemwext vê hemû îxanet û qirêja PKK ê pêkve di çarçûveya pênaseyekê de kom bike?

Herçend ku Kurdên Rojhilata Kurdistanê roj bi roj pîtir PKK ê û mebestên wê yên dije netewî nas dikin û bi dehan kempîn li dijî hebûna vê rêxistinê li Rojhilatê Kurdistanê hatîne saz kirin, lê belê ciwanên mîratgirên Komara Kurdistanê û rêbaza Pêşewa Qazî Mihemed, pêwîste li vê yekê hoşyartir bin ku PKK e bikare weke miftxwer xwîn û hêza netewî ya Rojhilatê Kurdistanê li pênavî komara Tirkiyê li bin navê “Biratiya Gelan” û her wiha li pênavî pirojeya Hîlala Şî’e ya Îranê de bi heder bide.

[mpc_alert preset=”mpc_preset_24″ icon=”eti eti_link” icon_color=”#ffffff” icon_size=”30″ icon_background_color=”#df5461″ icon_padding_divider=”true” icon_padding_css=”padding-top:25px;padding-right:25px;padding-bottom:25px;padding-left:25px;” font_preset=”mpc_preset_13″ font_color=”#ffffff” font_size=”20″ font_transform=”none” font_align=”center” content_padding_divider=”true” content_padding_css=”padding-top:10px;padding-right:15px;padding-bottom:0px;padding-left:15px;” background_type=”gradient” background_gradient=”#d14945||#e5825e||0;100||90||linear” border_divider=”true” border_css=”border-top:0px;border-right:0px;border-bottom:3px;border-left:0px;border-color:#bc3a5d;border-style:solid;border-radius:5px;” padding_divider=”true” margin_divider=”true”]

Ji bo xwendina beşa 1 kilîk bike

[/mpc_alert]

Ji bo xwendina beşa 2 kilîk bike

Ji bo xwendina beşa 4 kilîk bike

Ji bo xwendina beşa 5 kilîk bike

[/mpc_alert]