Jin di nava PKKê de – “6”

pkk-jin-6-info

Kadroya PKKê Newal ku ji rêxistinê veqetiye û niha li Ewropayê dimîne, di danpêdanên xwe de nihênîya hinek ji hevdîtinên xwe yên bi Ocalan re li Şamê aşkere dike û dibêje: “Bi rastî jî Ocalan kesekî nezane û me ji xwe ewqas ew mezin kirî ye, Ocalan tenê dikare bandorê li mirovên nezan bike û hew”.

“Jin di nava PKKê de” navê pirtûkekê ye ku Nejdet Boldan bi Tirkî nivîsandiye û ji hêla Hoşeng ve hatiye wergerandin, ji weşanên 2022ê ye, serpêhatîya 10 kadroyên jin tê de hatiye dokyoment kirin, yêk jê a Newalê ye.

Newal keçeka ji wanê ya bakurê Kurdistanê ye, weke bi hezaran keçên din ew ji boy eşqa welatê şêrîn tevlî PKKê dibe, lê roja ewl rastî şûkeke mezin dibe wexta rastiya partiyê dizane, partiya ku li ser navê Kurdan berxwedanê li dijî Kurdistanê bi xwe dike.

Newalê di beşeke danpêdanên xwe de behsa rêveberîya jinê di rêxistinê de dike, wexta li sala 1995ê çûy Şamê ji bo ku li ser destê Ocalan were perwerde kirin.

Ocalan nezane, me ji xwe ewqas mezin kirî ye

Newal dibêje: Li adara sala 1995ê û paş bi dawî bûna yêkem konferansa jinê, ji Şamê biryar hat ku divê girûpek ji endamên rêveberîya jinê biçe wê derê ji bo ku Ocalan wan perwerde bike, em çûn Şamê û Ocalan ev tişt ji me re got: “Wexta ez zarok min ji kotran hez dikir, birayê min nedaznî li kerê siwar bibe, em diçûn nava bîstanan me tişt didizîn, zaroktiya me wisa derbas bû”.

Newal dibêje: Axir zaroktîya me hemûyan wisa bû, êca nizanim çi cudahîya Ocalan di vê meselê de heye?.

Ocalan tenê dikare bandorê li mirovên nezan bike

Newal dibêje: Tişta ecêb endamên rêveberîya jinê xwandinên dûr û dirêj bo mesela “girtina kotiran” dikirin û digotin serokî meremek pê heye!, Li wê demê min zanî Ocalan kesekî nezane û em ji xwe ewqas wî mezin dikin.

Newal axaftina xwe wisa dewam kir: Kadroyên PKKê digotin yê ku ji Şamê vedgere hêzê ji serok werdigre weku dupîngê mirovî şehin dike, lêbelê ez 4 mehan li Şamê mam çi bandor li min nekir, min zanî tiştekî nû li cem Ocalan tune bû û tenê wî dikarî bandorê li mirovên nezan bike.

Di beşên bihên de emê hinek ji nihênyên din ên Ocalan bibêjin, her wiha wexta Şemdîn Sakîk yê endamê serkirdayetîya PKKê xwestî bibe zilamê duyemîn di partiyê de.

Pustên heman beş