Jin di nav PKKê de – «5»

pkk-jin-5-info

Di nava Partîya Karkeran de, jinên Kurd zirara herî mezin dîtine, rêxistin wan li bin navê berxwedanê û Kurdistana şêrîn dixapîne birêxistn dike û piştire weke amûrekî bi kar tîne, ev yêk jî siyaseteke sereke ya partiyê ye.

“Jin di nava PKKê de” nav û nîşana pirtûkekê ye ku Nejdet Boldan bi zimanê Tirkî nivîsandiye û ji hêla Hoşeng ve hatiye wergerandin, “Jin di nava PKKê de” ji weşanên 2022ê ye.

Weke di beşên ewl de amaje hatiye kirin, di vê pirtûkê de serhatîya rast ya 10 jinên ku ji PKKê qut bûne hatiye aşkere kirin, “Darka Mazî” wê bi zincîreyeke nivîsan bi kurtasî ji boy xwendevanên xwe yên bi rûmet vegêre.

Yêkem konferansa jinê di nava PKKê de

Newal keçeka ji wanê ya Bakurê Kurdistanê ye, weke bi hezaran keçên din ji boy eşqa welatê şêrîn tevlî PKKê dibe, lê roja ewl rastî şûkeke mezin tê wexta rastiya vê partiyê dizane, partiya ku li ser navê Kurdistanê berxwedanê li dijî Kurdistanê bi xwe dike.

Di beşa çaremîn de Newalê bûyerên 21 rojên şerê ku PKKê di salên 90ê de bi PDKê firotî û kanê çawa PKKê xwest li wê demê Hikûmeta Başûr ku nû avabibû ji nav bibe, di vê beşê Newal wê behsa yêkem konferansa jinê bike û kanê boçî Ocalan ev konfrans red kir.

Ocalan: konferansa 1 a jinan di xizmeta dijminî de bû

PKKê pir tiştên xirab li gel jinê kirin û pêgehê jinê bê rûmet kir.

Newal dibêje: «Li desipêka sala 1993an bo yêkem car di dîroka PKKê de konferansa jinan hat li darxistin, lê piştire konferans û hemû kar û çalakiyên jinê yên li kampa Zelê ji hêla Ocalan ve hatin red kirin û Ocalan got ku ew hemû xebat di xizmeta dijminî de bû û li dijî PKKê bûye».

Her wiha destnîşan kir, ew konferans ji boy jinê tiştek baş bû lê hat red kirin, mixabin di PKKê de serederyeka baş li gel babetê jinê nehat kirin, berevajî PKKê pir tiştên xirab li gel jinê kirin û pêgehê jinê bê rûmet kir.

Newalê diyar kir, tenê zelamek di konferansê de beşdar bibû û ew jî Osman Ocalan bû.

Newalê got: «piştre bi du salan ango paş qûnaxa kampa Zelê û paş bi dawî bûna kongireya 5 mîn a PKKê, me xwest kongireya jinê sazbikin, ji ber ku hemû jinên di nava PKKê de li bendê bûn û hêvî li ser kongireya jinê hebûn, ew bû li 8 adara sala 1995an me dest bi kongireya xwe ya yekê kir û Mistefa Qarasû weke nûnerê PKKê beşdar bû, di hat çaverêkirin ev kongire bibe cihê hêviyê lê wisa derneket û behsa pir tiştan nehat kirin û bê êncam û bi xemgînî bi dawî bû».

Di beşa bihêt de emê behsa yêkem dîdara rêveberîya jinê di nav PKKê de bikin wexta çûn Şamê ji bo wê ku li ser destê Ocalan werin perwerde kirin.

Pustên heman beş