Mihemed Selîm Çurukkaya yek ji damezrînerên PKK’ê ye, ew rojnamevan, siyasetmedar û nivîser e, jiber wilatparêzî û kurdperweriya wî dema 11 salan di zindanên cuda yên Tirkiyê de, di rewşeke herî xereb de li ber xwe da û teslîm nebû, dema ji zindanê azad dibe, berê xwe dide çiya, bi Evdila Ocalan re dîsa têkildar dibe, dema ji zindanê azad bûy û vegeriyay nava PKK’ê de ji gelek tiştên di nava PKK’ê de bûyî qanûn nerazî bû, lê nekarî nerazîbûna xwe bi azadane beyan bike, ji ber ku diyarkirina nerazîbûnê bi wateya dijatîkirina Ocalan tê, bêy guman ev yek jî da bibe sedema sûçbarkirina wî bi îxanetê û piştre tasfiyekirina wî, ji neçarî biryara revînê ji nava PKK’ê û veqetîna ji vê partiyê dide, wî bi nivîsandina pirtûkekî bi navê “Ayetên Apo” hewl da rastiya Ocalan û PKK’ê ji gelê kurd û cîhanê re eşkere bike.
Di vê pirtûkê de baş xweya dibe ku gelek tengasî dîtine heya ku bikare xwe bigihîne Ewropayê, dema ji PKK’ê vediqete û li Libnanê bêy pere û pasport dikeve koçe û kolanên Beyrotê, pirr caran di xeyalên xwe de hin pirsên girîng ji xwe dike ku mirov dikare wusa şîrove bike ku ger ew bihatiba girtin da Ocalan jî heman pirsan ji wî bike. Emê hewl bidin di çend nivîsan de basî hin ji sedemên veqetîna Çurukkaya ji PKK’ê û helwest û biryarên Ocalan di nava PKK’ê de ku nivêser bi “Ayetên Apo” dide naskirin bikin.
Di nerîna Mihemed Selîm Çurukkaya de Ocalan çewa li civata ku dixwaze pêk bîne dinêre?
Ocalan: civatek yekdeng, ji hin mirovan pêk tê ku ji koleyan kêmtir in û bûne bende, ez wê yekî dizanim, birêvebirina civateke bi vî awa pirr hêsane, kerîyê pezî ne, belê kerîyê pezî ne, destpêkê ez hin berxan di afirînim piştre hemûyan kom dikim û dikim kerîyê pezî, şiva xwe hildigirim û li pêşiya wan dimeşim, ez li pêşiyê me û kerîyê pezî li dûv min de tê, ger min go herin aliyê rastê wê herin aliyê rastê, ger jî min go herin aliyê cepê wê biçin aliyê çepê, ma ez tiştekî xirab dikim? Ev karê bi kom e, dema bendeyên min ayatên min dixwînin mest dibin, ez bi xwe bo xwe dibêjim, gelo mirov dibe pez, dibe Ga, dibe Ker, lê ne heya vî astê, ji ber ku ez rû bi rû dijûnan bi zilamên xwe didim ew pirr kêfxweş dibin.
Dema Mihemed Celal Bocak li Sêvrikê gotiye kesekî “kûçik”, ew kes pirr kêfxweş bû, her kesê mêze dikir dema digo, lê binerin “îro axa ji min re go kûçik”, yên me jî weke wî zilamî ne, anku ev pirsgirêkek çandî ye di Akadîmîya me de, Îsmaîlek hebû ji başûr bû û jîyê wî nêzî 32 sala bû, du sal bû karê kamêrayê ji me re dikir, her roj min jê re digo kerê kerbab, lê pirr kêfxweş dibû, ez ji bendeyên xwe re dibêjim “kurê Maker ê”, ez teorîya jê re dadirêjim ez wan piştrast dikim ka ew çewa kurên kerî ne, ya ku ez şîrove dikim ew weke wane dixwînin, aha ev şêwazê rêbertiyê ye.
Di nava bendeyên min de dijûn gotin nayê dîtin, min bihîst hin kes xwe nas nakin, dema dijûn di nava ayatên min de dîtin bi şer ketine, min ew girtin û dadgehkirin, yên ku min kirîn koleyên xwe êrîşî wan kirin, ger min rê bi wan dabaya da hev du bikujin, lê min rê neda, gelo ger ew bi vî awa nebin weke min qal kirî ma wê şerê me kirî bi ser bikeve? Ger ez nebûma rojek bi tenê jî bendeyên min li himber dujmin xwe ranedigirt, ez wan perwerde dikim, ez çek û fîşekan ji wan re berhev dikim, ez wan dişînim çiyayan, diçin û li ser wan amadekariyên min kirîn rû dinin, başe bê nirx min ji we re gotiye biçin wisa bikin? Ew min fêm nakin, lê pir başe ku min fêm nekin, ji min re pirr xweşe ku kesekî wisa bim ti kes min fêm neke, ji we pêvetir ji kesê re nabêjim, ji we re dibêjim ji ber ku hûn mirîne û ji kesê re nabêjin, her roja bendeyên min ez fêm kirim wê karê min bi dawî were, ci qas min fêm nekin jî wê ez li ser desthilata xwe berdewam bim, xwedê loma bûne xwedê ji ber ku mirov wan fêm nakin, her dema ew fêm kirin wê xwedawendiya wan bi dawî were, rewşa min jî bi vî awa ye, loma van komploya digêrim ku min fêm nekin, lê tevî vê yekê hin kes hene min fêm dikin, dema min zanî wan ez fêm kirime, pêş ku tiştekî bikin ez rêkarên pêwîst li himber wan encam didim, ez wan şêwaza bikar tînim yên ti kesek qebûl neke, bi vî awa yan wê birevin, yan wê xwe bikujin yanjî wê em wan bikujin.