Jin di nava PKKê de – «7»

pkk-jin-7-info

Yêk ji kadroyên rêveber û dêrîn yên PKKê ku ji rêxistinê veqetiye û niha li Ewropayê dimîne, di danpêdanên xwe de hinek nihênyên PKKê û sitema ku Ocalan li jina Kurd kirî aşkere dike û dibêje: “Ocalan li jêr navê azadiya jinê, jin bo berjewendîya xwe bi karanî û hêjan jî ev yek di PKKê de dewam dike”.

“JIN DI NAVA PKKÊ DE” navê pirtûkekê ye ku “Nejdet Boldan” bi zimanê Tirk nivîsandiye û ji hêla Hoşeng ve hatiye wergerandin, ji weşanên 2022ê ye, serpêhatîya 10 kadroyên jin tê de hatiye dokyoment kirin, yêk jê ya Newalê ye.

Newal keçeka ji Wanê ya Bakurê Kurdistanê ye, weke bi hezaran keçên din ew ji boy eşqa welatê şêrîn tevlî PKKê dibe, lê roja ewl rastî şûkeke mezin dibe wexta rastiya partiyê dizane, partiya ku li ser navê Kurdan berxwedanê li dijî Kurdistanê bi xwe dike.

Newalê di beşa dawiyê ya danpêdanên xwe de behsa “jinê di sîstemê PKKê” de dike, her wiha du curên PKKê, PKKe ya mirov Dibhîze û PKKe ya ku mirov tê de dijî. PKKe ya tu Dibhîzî û ya tu têde dijî pirr ji hev cuda ne

Newal dibêje: “Berî ku ez biçme nav PKKê min wesa hizir dikir ku ez PKKê nas dikem, lê dema ez tevlî bûm û di nav de bûm, min zanî ku du PKKe hene, ya ku tu Dibhîzî û ya ku tu tê de dijî. Herdu PKKe jî pirr ji hev cuda ne, min zû hest bi wê yekê kir ku PKKe bi vê siyaset û îdolojîya xwe nikare xizmetê ji Kurd û Kurdistanê re bike, gelek şaşiyên mezin di PKKê de derbarê xebata netewî ya Kurdan û tex û çînên civaka Kurdistanî hene”.

Wezîfeya jinê di PKKê de xizmetkirina Ocalan e

Derbarê jinê di sîstemê PKKê de, Newal dibêje: “Çi rêxistinan û çi kesan bi qasî Ocalan û PKKê sitem li jina Kurd nekiriye û çi alîyan jî bi qasî wan navê jina Kurd kirêt nekiriye, ji ber vê sedemê bi sedan keç û jinên Kurdan PKKe ji ber vê dû rûyatiyê hêlan û veqetiyan”.

Newal got: “Mixabin hêjan jî di PKKê de hêza jinê şaş tê bi kar anîn, loma jî heya roja me ya îro xebata jinê çi encamek bi dest nexistiye” .

Newal derbarê îdolojî û xebata ku Ocalan û PKKê li ser jinê ferz kirî dibêje: “Ocalanî ji boy berjewendiyên xwe pîlanek mezin li ser jina Kurd gêra, bi kurtasî ji bilî bûyer û destdirêjiyên şexsê Ocalan li gel hinek jinan, wî weke rêxistin jî li şûna hêza jinê bo azadîya Kurdistanê bi kar bîne, li dijî zilaman bi kar anî û ev yek bi zanebûn di xulên perwerdehiyê de dihate encam dayîn”.

Gelek jin bûyne qurbaniyên destê Ocalan

Newal her wiha diyar kir, jin ji ber hêzê bi Ocalan ve dihatin girêdan, ji ber ku di PKKê de tenê Ocalan bi hêz bû û jinê jî pişta xwe bi vê hêzê gerim dikir, lê sîstema Ocalan ew bû ku divê hemû hêza jinê bo parastina Ocalan û PKKê were bikaranîn û Ocalan dîsa jin weku çekek li dijî zilaman bo bihêzkirina xwe bi karanî.

Newal dibêje: “Bi kurtasî gelek jin bûyne qurbaniyên destê Ocalan û sîstemê PKKê, di PKKê de jin weke metiryalek bo berjewendiyên takekesî û siyasî hatiye bikaranîn, berevajî vê jin di PKKê de rastî zordarîyek mezin hatiye û hêjan jî ev yek berdewame. Min bi çavên xwe gelek tişt dîtine û kanê çawa pirs di navbera jin û zilaman de di berjewendîya zilaman de dihatin yekalî kirin”.

Ez veqetiyam piştî bo min îspat bûy PKKe êdî ya xizmeta dijimnî dike

Newal dibêje: “Ez li sala 2001ê ji PKKê cudabûm, piştî min hest kirî ku êdî ev rêxistin ya xizmeta dijimnê Kurdistanê dike û çi tiştekî bo Kurd û Kurdistanê naxwaze, her ev bû sedem ku ez ji PKKê veqetim”.

Di beşên bihên de emê hinek ji nihêniyên din yên Ocalan û PKKê ji danpêdanên kadroyeka din ya bi navê “Pelîn” bibêjin.

Pustên heman beş