Mihemed Selîm Çurukkaya yek ji damezrînerên PKK’ê ye, ew rojnamevan, siyasetmedar û nivîser e, jiber wilatparêzî û kurdperweriya wî dema 11 salan di zindanên cuda yên Tirkiyê de, di rewşeke herî xereb de li ber xwe da û teslîm nebû, dema ji zindanê azad dibe, berê xwe dide çiya, bi Evdila Ocalan re dîsa têkildar dibe, dema ji zindanê azad bûy û vegeriyay nava PKK’ê de ji gelek tiştên di nava PKK’ê de bûyî qanûn nerazî bû, lê nekarî nerazîbûna xwe bi azadane beyan bike, ji ber ku diyarkirina nerazîbûnê bi wateya dijatîkirina Ocalan tê, bêy guman ev yek jî da bibe sedema sûçbarkirina wî bi îxanetê û piştre tasfiyekirina wî, ji neçarî biryara revînê ji nava PKK’ê û veqetîna ji vê partiyê dide, wî bi nivîsandina pirtûkekî bi navê “Ayetên Apo” hewl da rastiya Ocalan û PKK’ê ji gelê kurd û cîhanê re eşkere bike.
Di vê pirtûkê de baş xweya dibe ku gelek tengasî dîtine heya ku bikare xwe bigihîne Ewropayê, dema ji PKK’ê vediqete û li Libnanê bêy pere û pasport dikeve koçe û kolanên Beyrotê, pirr caran di xeyalên xwe de hin pirsên girîng ji xwe dike ku mirov dikare wusa şîrove bike ku ger ew bihatiba girtin da Ocalan jî heman pirsan ji wî bike. Emê hewl bidin di çend nivîsan de basî hin ji sedemên veqetîna Çurukkaya ji PKK’ê û helwest û biryarên Ocalan di nava PKK’ê de ku nivêser bi “Ayetên Apo” dide naskirin bikin.
Mihemed Selîm Çurukkaya di derbara kolekirina kadroyên PKK’ê ji aliyê Ocalan ve çewa difikire û ji zar devê Ocalan vê yekê çewa beyan dike?
Ocalan: armanca dadgehên me eve ku tev kesan bînin ser rêya rasta min, armanca kuştinê jî eve, pey re armanca zindankirinê jî her eve, her wiha armanca îşkencekirinê û her tiştî eve, tam bi vî awa tên ser rêya rast, ya ku ez dibêjim bêy qeyd û merc pesend dikin, weke hizrên min hizir dikin, peyvên ku ez bikar tînim dubare dikin, ew bi xwe dest ji hizirkirinê û dîtna bîrokeyan ber didin, piştevaniya wan hizran dikin yên ku ez hazir didim dest wan, tev jî wek hevin, serê wan lê bide û nanê wan ji wan bistîne, gelek hejar in, li himber leşkirê Tirkiyê mîna berxên qurbanîyê ne, ji ber vê yekê mîna berxa ne û nikarin bifikirin, hemû deman ji wan re dibêjim, hûn berxên qurbanîyê ne, ew jî dibêjin belê serok.
Pir bêy hêzin, ji ber ku min hêza wan ji wan stendiye, nikarin bi axivin, ji ber ku her dem ez di axivim, ew pirr biçûk û bêy kesatî û sivikin, ji ber ku ez pirr ji hejî û ast bilind im, nikarin hizir di ti tiştekî de bikin, ji ber ku ez bi tena serê xwe hizir dikim, ti dahênana nakin, ji ber ku dahîner bi tenê ezim, ti yek ji wan nikare teorîyekê darêje, ji ber ku ez di darêjim, nikarin du peyva bînin ba hev, fermandarên wan yên herî jêhatî jî li himberî min dibêjin rêbertî rast dibêje, raste belê serok, weye serok, temame serok, ji van peyvan zêdetir ti peyveke din nabêjin, niha qey ez dibêjim ne axivin? Naaa, ez ne ew kesim xelkê bê deng bikim, ez rê didim ew bi axivin, kî rê dide bi milyonan kes bi axivin? Dema ez wisa dibêjm kerên kurê keran, demildest baweriyê bi demokrasîbûna min tînin, ji xwe di rastiyê de ne wisa ye, yên min anîne ser rêbaza rêberatiyê anku yên min xistine di bin kontrola xwe de û min kirîne kole nikarin bifikirin, bi tenê ayatên min dubare dikin, ji wê yekê zêdetir nikarin ti bîrokeyan darêjin, ti peyvan bibêjn, min zilamên xwe xistine vê rewşê, bêy goman ji min qebûl kiriye ku hizir û bîrên min hizir û bîrên partiyê ne, ayatên min jî nerîna partiyê ye, kole nikarin boçûna partiyê bixin aliyekî û boçûna xwe bibêjin, boçûnên partiyê yên minin.
Lê belê min ew bawerî ji wan re çêkiriye ku ew raya giştî ne, çewa bawerî bi min aniye? Min ji hemûyan re gotiye, ku hizrên rast yên minin, hizirkirinên wan jî yên kemalîzm û faşîzm û nizanim kê ne, hemûyan dev ji hizir kirinê berdaye, paş ku mane bêy hizir, dest bi dubarekirina hizrên min kiriye, bi vê yekê ez blind bûme û bûme rêberê stratejî û koleyên min daketine rêberatîya taktîkî, ev wê yekê diselmîne ku ez difikirim û bêy ti hizirkirin koleyên min wan hizran cîbicî dikin, ya rast jî divê wisa be, ger di partiyên din de be pirr kes kom dibin û hizir û nerînên cûda diyar dikin, di encam de biryarên hevpar didin, lê li cem me tiştekî bi vî awa tuneye, li cem me tev kes weke min difikirin, anku her tiştê ku ez hizir tê de dikim ew jî hizir di wî tiştî de dikin, ger mejîkê forma xwe wisa wergirtibe ez çi bikim?