Numan Kurtulmuş li çiyayê Gabarê ku Mehsûm Korkmaz tê de hatî kuştin: ev bîra petrolê sembola serxwebûna Tirkiyeyê ye

Numan Kurtulmuş li çiyayê Gabarê ku Mehsûm Korkmaz tê de hatî kuştin: ev bîra petrolê sembola serxwebûna Tirkiyeyê ye

Çiyayê Gabarê ku demekî kelha PKKê bû û Mehsûm Korkmaz tê de şehîd bû û Murad Karayilan demekî dirêj weke Biryargeha Botanê ya ARGK bikar danî niha bûye dîka dîmenên sosret. Dewleta Tirk li çiyayê Gabarê demeke dirêje bîrên petrolê kolandine û rojane zêdetir ji 30 hezar bermîl neft jê derdixe. PKKe û hêzên wê yên çekdarî ev bîrên neftê ti carî nekir rojev û rêgirî jî lê nekir. Di 19ê Gulana 2025an de, bi sedan kes li ser vî çiyayî bi ala Tirkan xwepêşandanê dikin û slogana Tirkiyeyeke bê teror diqêriyan.

Kurtulmuş: Tirkiyeyeke di herî alî de serbixwe

Serokê parlemana Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş parlamenter û cemawerê pê re di 19ê Gulanê de ku li Tirkiyeyê weke cejna bîranîna Mistefa Kemal û ciwanan û sporê tê pîrozkirin, çû çiyayê Gabarê. Li çiyayê Gabarê rezerva petrolê ya herî mezin hatiye dîtin, ev çûn ser vê bîra neftê û gotin ev bîra neftê weke sembolekî ye ji boy mezinbûn û serxwebûna Tirkiyeyê, ev bi xwe di serdana xwe ya li ser vê bîrê, ku navê bîrê kirine “Esma Çevir” axaftinek kir. “Esma Çevir” leşkerekî artêşa Tirkiyeyê bû ku bi teqemenyekî PKKê hatibû kuştin.

Dewlet Baxçelî duh daxuyaniyek dabû û gotibû divê serokê parlemana Tirkiyeyê li gor peyrewa heyî komîsyonekê ji boy vê pêvajoyê çêke û bila navê vê komîsyonê jî bikin “stratejiya sedsala nû ya tirkiyeyek bê teror, komîsyona yekîtîya netewî û hevkarî.” Numan Kurtulmuş piştî vê bangewazîya Baxçelî çû çiyayê Gabarê, wisanê diyare ku evê di nêz de ji boy pêvajoya ligel PKKê, anku “Tirkiyeyek bê teror” zendê xwe rakin. Danîna vê peyamê û çûna serê çiyayê Gabarê, peyameke mezin ji boy gelê Kurd heye. Çawa ku piştî serhildana Agirî, dewleta Tirk karîkatorek çêkir û got, “Kurdistana xeyalî li virr veşartiye.” ana çûyîna Numan Kurtulmuş jî mîna vî karîkatorî peyameke ku kurdan weke parçeyekî ji netewa xwe dibînin.

Gelo li pişt bêdengiya PKKê ya li Gabarê lihevhatineke bêdeng hebû?

Çiyayê Gabarê çiyayekî xwedî daristanên tarî û bûşe û gelek newal û girên mezin li ser hene. Yanî çiyayê Gabarê ji her aliyê xwe ve ji boy mayîna gerîla gelekî guncaw bû, lê belê, PKKê piştî sala 2017an li çiyayê Gabarê bi tenê 5 çalakiyên biçûk kirine û ev çalakî jî ne ji boy rêgirîkirina li van bîrên neftê bûn. Rojane herî kêm 100 kamyon û wesayît bi şêweyekî bê tirs û bê guman diçin ser van bîra. Ev dîmen pirsekî di serê me de çêdike ku gelo ev bêdengiya PKKê ji ber lihevhatineka ligel artêşa Tirk hatiye çêkirinê ye?

Di 10î Hezîrana 2021an de, fermandarê giştî yê HPG’ê, Murad Karayilan, ji boy Stêrk TVyê axivî û gotibû, “bi zanebûna Erdogan heyetek hat cem me, vê şandê ji boy me teklîf kir û gotin di nava Tirkiyeyê de agirbest bikin, çalakiyan nekin, li perçeyên din çi dikin bikin.”

Ev daxuyaniya Karayilan gelek mijaran ji me re eşkere dike. PKKe û hêzên wî yên leşkerî piştî sala 2018an, li bakurê Kurdistanê derbên mezin xwarin, PKKê ne tenê li çiyayên Kurdistanê li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê jî ti çalakîyek ku dewleta Tirk bixe tengasiyê de nekir. Li Mersîn û li Ankara du çalakiyên întîharî yên hatîn kirin jî, dewletê nexwest jê re bibe rêgir. Ev her du çalakî şûna dewletê zêdetir bike tengasiyê de, destê dewletê vekir ku êrîşî Rojava bike, ev pêvajoya şer ku di navbera PKKê û Tirkiyeyê de heye gumanek mezin li ser hebû ku bi lihevhatinekî hatibûn bêdengkirin û hemû şer anîn ser erdê Herêma Kurdistanê.

Pir balkêşe ku dewleta tirk li çyayê gabarê destên xwe dhejandin û nefta kurdistanê di bir û difroşt lê bîrên herêma kurdistanê bi çalakyên PKKê hatin teqandin û bi milyonan dolar zrar ghişt kurdan, ev yek tiştekî sutfe nîne, tiştekî bernamekrîye.

Encamê vê pêvajoyê jî çyayê gabar bûye cîhekî herî ewle ku serokê parlamen û wezîrek û bi dehan parlementer destên xwe dhejînin û tên serê çyayê gabarê. Çyayên bakurê kurdistanê ev sed saln tu carî ji alyê tirkyeyê ve bi vî awa nehatne dagîrkrin, piştî ku PKKê li sala 1984an pîve şerê çekdarî det pê kir, ev 41 sale şûna dagîrkeryê di sînorê kurdistanê de sînordar bkin, ji wan re rê vekir. Ev rewş ne tenê binketneke, ev xyaneteke plankirî û arastekrî bû û qonax bi qonax ket meryetê de. Di 19ê gulana sala 2025an de di dîmenên li çyayê gabarê de hem ‘elamet û hem jî encamên vê plana qrêj bi zelalî derketin holê.