Rojnamevanên operasyona PKKê Zana Azadî, Firat Bulut: Lîsteya 102 kesan a ku PKKê gefên kuştinê lêkirî; Necat Zanyar û Ayşa Hûr…

Title judenrat- Caption

Di sê rojên dawî de, ji aliyê tetikçiyên medyaya civakî yên PKKê ve hin daxuyanî hatin kirin ku rewşenbîr û nivîskarên Kurd û nivîskar Eyşe Hûr dikin armanc. Her çend wek ku ji hev cuda xuya dibin jî, lê di rastiyê de li vir plana PKKê ew e ku em dikarin bibêjin “operasyona beralîkirina rojevê” ye. Bi awayekî sîstemî hin nava dikin mijara rojdemê, wek ku rexne tê kirin xuya dibe. Ji aliyê din jî bi gefên kuştinê di xwazin mirovan tepaser bikin.

PKKe ji salên 1970an ve siyaseta “teslîmgirtina Kurdên ne PKKeyî” dimeşîne. Lê niha medyaya civakî hat îcad kirin, rêbaz guherî. Niha gavên pêvajoyên cuda hene. Werin em vê pêvajoyê ji nêzîk ve lêkolîn bikin.

Gava yekmîn: kadroyek besît weke Firat Bulut çawa dibe ku bûyerên girîng dizane

Yekem, caran kesek bi navê Firat Bulut di odeyek axaftinê ya Xê de ragihand ku lîsteyek kuştinê ya PKKê ya 102 kesan heye.

Li gorî daxuyaniya wî, Firat Bulut lîste dîtibû û “Ev lîsteya 102 kesan ji Kurdên ne PKKyî pêk dihat. Kadroyekî PKKê lîst nîşanî Bulut da bû. Nav û nîşanên hemû kesên di lîstê de hatibûn diyarkirin û PKKe dema ku bixwaze dê tevbigere û van kesan bikuje. Bulut dibêje “ji ber rêzgirtina wî ya biryara PKKê” ew vê lîste eşkere nake.”

Firat Bulut xwe wek rojnameger dide nasandin. Lê di rastiyê de ew endamekî YDG-H bû, yanî pêkhateya ciwanên PKKê li Kurdistana Bakur û Tirkiyeyê. Ji pola duyemîn a weşan û ragehandinê li bajarê Meletiyê dixwend ew beşdarî xebatên PKKê bû. Ew di rastiyê de ji gundê Derê-Dere Nazik yê Çewlîgê ye. Kurê Şerif Bulut û Sûrme Bulut e ku 8 zarok hene, 5 kur û 3 keç. Ji malbata wî tu kes tevlî PKKê nebûye. Bernakeve ku em agahiyên li ser vî kesî dirêj bikin. Firat dixwest biçe Ewropayê ji ber ku tevlî hin karên neqanûnî bibû. Ji bo ku penaberiya wî were pejirandin, navê rojnameger jê re hat dayîn.  ji ber ku derbarê erdheja Mêreşê nûçeyên derew belavkir bûn ew hatibû girtin. Bi bikaranîna vê yekê li Almanyayê mafê penaberî stand. Û hîn jî bi xebatkarên medyaya PKKê re pêwendîdar e. Hîn jî xebatkar e. Ev mijara lîsteya kuştinê ya 102 kesan jî wî bi serê xwe negotin bû. Ew di çarçoveya projeya PKKê karê tirsandina muxalifan bi gefên kuştinê re hatibû erkdarkirin. Ger di rastiyê de lîsteyek wiha hebûya, bi kadroyeke wek Firat bêwesif ne dida gotin. Lê hineka bin guhê wî kiribû pist pist. Ji wî hatibû xwestin ku li Twitterê de biaxive da ku rojev ava bibe. wî aliyê pîs û neqanûnî yê vê plane anîbû ziman. Hevalên wî yên din ango Komîteya Çapemeniyê ya PKKê jî dê bingeha îdeolojîk a karê biafirîn in.

Tiştê balkêş ew e ku Fırat Bulut ji Çewlikê bû. Û beşa siyasî ya gefê ji aliyê Zana Azadî ve hatibû kirin, ku ew jî ji Çewlikê ye.

Gava duyemîn: kujerê bi ezmûn Zana Azadi

Roja piştî wê bi îmzeya Zana Kanîreş di Rojnameya Yeni Yaşam de ku rojnameya PKKê ye li Tirkiyeyê, nivîsek hat weşandin û rewşenbîrên Kurd ên wek Necat Zanyar û nivîskar Ayşe Hûr kirin armanc. Ev rûnakbîr weke xayîn pênasekirin. Kesê bi kod Zana Azadî jî Kamil Yanar e. Navê Zana Azadî berî kuştina parêzer Tahir Elçî de jî hatibû bihîstin. 18 roj berî ku Tahir Elçî were kuştin, Zana Azadî di medyaya PKKê de Tahir Elçî kir armanc ji ber ku dijî Şerê Xendekan sekinîbû. Aliyê balkêş ew e ku dema Tahir Elçî hat kuştin, du çekdarên PKKê li wê qadê hebûn û teqe li polîsa  dikir ev çekdar Mahir Gûrkan û Ûğur Yakişir jî pismamên Zana Azadî bûn.

Zana Azadî endamekî PKKê yê qedîme. Berê jî bi helwesta xwe ya hişk û mezhebî di PKKê de bala kadroya Enqereyê ya PKKê kişandibû û ew şandin Ewropayê û cih di komîteya rêveberîya PKKê ya Ewropayê de girt. Zana Azadî weke mifetişê PKKê ye. Hem kadroyên di nava PKKê de hem jî Kurdên li derveyî PKKê dike armanc. Yanî bi awayekî tetikçiyek medyaya civakî ye. Gefên ku ji bo Tahir Elçî kirin pir dijwar bûn û pay wan gefan Tahir Elçî hat şehîdkirin. Niha gef û axaftina Firat ê Çewlîgî û Zana ya Çewlîgî nîşan dide ku planak berfireh heye. Ev plan di binyat de plana Cemîl bayik û Mistefa Qarasû ye.

Gefa yekem ji Qarasû

Di 5 ê Adara 2025an de Mistafa Qarasû ku beşdarî Medya Haber TV ya PKKê ye li Ewropayê bû û hemû layanên ku PKK rexne dikin bi tûndî tehdîd kirin. Qarasû gotibû “her kesê ku bêje ‘PKK çi bidest xist, encamê xebata wan çi serkeftin çêkir?’ ew xayîn e. Em dikarin her cureyek bersivê bidin van kes û aliyan. Em dikarin devê wan bigirin.”

Bêdenkirin çîye? Bê guman gefa kuştinê ye.

Du mekanîzmayên bingehîn di avabûna PKKê de

Ez dixwazim li ser du mijaren bingehîn bisekinim. Damezrandina mekanîzmaya PKKê li ser van du bingehan di zivire.

Yekemîn: Di dirêjahiya dîroka 48 salî ya PKKê de bikaranîna zordarî-dijwarî ne ji bo redkirina hêzên dagirker bû, ji bo bêdengkirina û teslîmgirtina Kurdan bû. Ocalan civaka Kurd baş naskirîye. Di zane hêza çekdar çi bandorê çêdike loma jî PKKê despêkê berê lûlîya tifengê daye Kurdan. Bi vî awayî hem ji aliyekî hestyarî bandor lêkiriye hem jî bi tirsandinê ew bêdeng kirîye.

Duyemîn: Hemû yên ku dîroka PKKê dizanin vê rastîyê baş dibînin. dema ku PKKê qala xîyaneta hundir kir, bizanin ku ew dinava xîyanetek mezin da ye. PKKê kengî bi xwaze xîyaneta xwe bi veşêre ew qala xayinên hûndir dike mirovên bêgûneh dikuje. Ji 1970 an heta îro wiha ye. Heqî Qarer PKKê kuştiye lê tawan daniye ser rêxistina Pênç Parçecîyan û serkirdeyên wan hemû kuştine. Paşê jî her ku PKKê peyva xayîn, hevkarê dijmin, bikar anî bizanin ku PKKe di nava xîyanetek mezin da ye. Niha jî PKKe dixwaze van her du mekanîzman bixebitîne.

PKK dixwaze tirsê belav bike

Armanca PKKê niha avakirina mîrektiyeke tirsê ye. Di dîrokê de, ji aliyekî xwe xweşik xuya dikir û ji aliyê din jî bi tirsandinê kesan serwerîya xwe dimeşand. Niha dizane ku êdê nikare tenê bi gotinên demokratîk û xuya kirina xweşikî girseya xwe birêve bibe, êdê gel hêdî hêdî ji wan dûr dikeve. Ya herî girîng, PKKe dibîne ku piştî daxuyaniyên Ocalan, di nav girseya xwe de jî nerazîbûnek mezin dibe. Ew dibîne ku îmaja Ocalan hatiye hilweşandin û Kurd li Rojava û Rojhilata Navîn li gor şert û mercan sekinîne. PKKe dibîne ku Kurd êdî guhdarî çîroka Demokrasîya Ocalan nakin û ber bi rêbaza neteweyî ve diçin. Ji bo ku PKKe girseya li dest xwe bigire, her kesê ku rastiyê dinivîse û dibêje, û bi awayekî neteweyî difikire, ji xwe re wek xeterî dibîne. 

Niha PKKê kesên ku wê rexne dikin ditirsîne. Sibê êdê kesên ku van rexneyan dibihîzin ditirsîne. Paşê, heke tu bêdeng jî bimînî, êdî kesên ku nabêjin “Bijî PKKe” wek xayîn tawanbar dike. 

Heke PKKe bixwaze kesekî bikuje, bi bêdengî dikuje. armanc teslîm girtin û bêdeng kirin e. Ji ber ku PKKe ketiye nava xiyaneteke kûr. Divê her kes bêdeng bimîne û nebêje “Qiral tazî ye”. PKKe dixwaze milletê Kurd teslîm bigire. Vêgavê mîsyona PKKê ye. PKKe erkdar e ku Kurdan bide ehlî kirin, ku kolonyalîst jê natirsin, û ji xeta neteweyî dûr bike. Ji bo vê yekê, Devlet Bahçelî, ku mirovekî kûr ê dewleta Tirk e, ji Ocalan re gotiye “Pêşengê damezrîner” û xwestiye ku mecalê siyasetê ji wî re were çêkirin. 

Niha PKKe erkdar e ku Kurd ji fikr-armanca serxwebûnê bêhêvî bimînin, ji rêbaza neteweyî dûr bikevin, û bi dilxwazî nasnameya kolonyalîzmê qebûl bikin. Herwiha, PKKe dixwaze Kurd li Rojhilata Navîn li hember guhertina sînoran bisekinin. Ji bo vê yekê, di vê pêvajoya nû de, Kurdên ku xwedî berjewendiyeke neteweyî ne û dixwazin nexşeya sînorên Lozanê çêkirî biguherînin, neyarê PKKê ne. 

Kî neyarê hevpar ê Bahçelî û Ocalan e? 

Heta em dikarin bibêjin du hêzên sereke yên dijminê “Hevpeymaniya Ocalan-Bahçelî”  hene: Îsraîl û hêzên netewperwerên Kurd… 

Mijar dirêj e. Ev nûçeyên ku di çend rojên dawî de di medyaya civakî de derketine, nîşan didin ku PKKê operasyoneke li ser Kurdan pêk anîye. Di vê operasyonê de, rojnamevanên û kadroyên tetîkçî-kujer hatine bikaranîn. Ev plan ji bo PKKê planeke stratejîk e. 

Ev plan PKKê bi şêwazê bêbaldarî yê wekî Ceng Sağnıç, an jî bi rexneyên hin kesên din yên bi henekî, nayê şikandin. Divê zemînekê baş ji bo têkoşînê were çêkirin û plana PKKê were ji nav birin. Mînak, kesê bi navê Firat li Almanyayê çihbûye. Divê li dijî kesekên wiha doz were vekirin. 

Divê neteweperestên Kurd bi awayekî ciddî û bi rêk û pêk tevbigerin. Kurd divê piştgiriya hevûdu bikin, û piştgiriya rewşenbîrên wek Eyşe Hûr, bikin. Di dawiyê de, heke îro hûn bêdeng bimînin, sibê êdî sira tê we. Qed ne pêwîste mirov bitirse. Bi têkoşînek zîrek û bê tirs, plana PKKê û kolonyalîstan, ku dixwazin Kurdên xwedî helwesta neteweyî bitirsin, têk biçe.