Di peyama vîdeoyî ya Ocalan de çi hebû û Armanca wê çi bû?

Vîdeoyek rêberê PKKê Evdila Ocalan îro, hate weşandin. Her çend çavkaniyên nêzîkî PKKê ji bo vîdeo ya Ocalan pesnên wekî “vîdeoyek dîrokî ji bo serdemek dîrokî” bi kar anîne jî, bi kurtasî, di axaftinê de tiştek nû tune bû. Ev name hinekî berfirehkirî ya nameya wî ya “hilweşandina PKKê” ya 27 ê Sibatê ye. Vîdeyo ji bilî armanca xwe, “motîvekirina kadroyên PKKê û girseyê, xurtkirina destê dewleta Tirk û xurtkirina MÎTê ku li dora Ocalan hatî afirandin, weke naverok bê wate ye.”
Eşkere ye ku dewletê her tiştê ku di destê wê de bû kir da ku vîdeoyê balkêş bike, heta ji Ocalan re prompter temîn kirîye ku ew bikaribe bi hêsanî wê nameye bixwîne. û amûrên ronahîyê jî bo wî dabîn kirine. Bê guman, li cihê ku qaz were, mirîşk tê fedakirin.
ji her du manîfestoyên PKKê kîjan bi ser ket?
Daxuyaniyên Ocalan piştî çûna wî ya Îmralîyê “teslîmbûna” wî ji nû ve têne dubarekirin û wekî kesayetek deha dihêt pêşkêş kirin. Ocalan di axiftinên xwe yên hevdîtinên parêzeran, parêzname, manifesto, nexşerê, name û hwd de hebûna neteweyî ya Kurd red dike. Vê carê, me ew yek bi şêwazê vîdeoyê dîtin.
Carinan, em êdî naxwazin heman tiştan rexne bikin, lê bele ji ber ku gotinên Ocalan bi berdewamî ji me re têne pêşkêş kirin, dihêle ku em jî rexneyên xwe dubare bikin.
Niha, hin kes dê ji me bipirsin, “Divê PKKe çekên xwe deyne. Çima hûn li dijî wê ne?” Em li dijî danîna çekan ya PKKê nînin. Berevajî vê, me her gav di salên 1990î û bi taybetî piştî salên 2000ê de gotiye, “Divê PKKe çekên xwe deyne,” dema ku me dît ku ev şer bêwate ye û PKKe rêxistineke ku destê dewleta Tirkiyeyê xurt dike. Em niha li ser heman nêrîn û rêyê dimînin. Tiştê ku em li dijî wê ne, ew e ku PKKe wekî ku serkeftinek bi dest xistibe derdikeve pêş û dibêje, “Me armanca xwe bi dest xistiye,” û niha, “Werin em pêvajoyek nû dest pê bikin, li pay me vegerin.”
Di nameya Ocalan de tê gotin, “Tevgera PKKê û stratejiya şerê rizgariya neteweyî ya ku ew li ser hatibû avakirin, hatiye bidawîkirin. Hebûna wê hatiye nas kirin, ji ber vê yekê armanca wê ya sereke hatiye bidestxistin.” PKKê çi armanc bi dest xistiye? Li armancên diyarkirî û nivîskî yên PKKê binêrin PKKê ti armancên xwe bi dest nexistiye.
Di salên 1970an de, PKKê manîfestoyek bi navê “Rêya Şoreşa Kurdistanê” nivîsand û xwesteka xwe ya ji bo “Kurdistanek serbixwe, yekgirtî û demokratîk” ragihand. Gelo PKKê ev armanc bi dest xist? Naa.
Di salên 2000 an de, Ocalan cara yekem pirtûkek bi navê “Ji Dewleta rahîbên ya Sumerî heta Komara Demokratîk” weşand û van hemûyan wekî manîfestoyek nû ya têkoşînê pêşkêş kir. Di vê manîfestoyê de armanca “Tirkiye dê demokratîk bibe û Kurd dê Xweseriya Demokratîk bi dest bixin” hate destnîşankirin. Di encam de, piştî 25 salan, ne Tirkiye demokratîk bûye û ne jî Kurdan statuyek bi dest xistine.
Ango, her du manîfestoyên ku di 50 salên borî de ji hêla PKKê ve hatine amadekirin têk çûne. Wan ti destkeftiyek tomar nekirîye.
Di peyama xwe de, Ocalan dibêje, “Hebûna Kurd hatiye naskirin.” Bila PKKe ji me re rave bike, “Kurdan di nav sînorên dewleta Tirkiyeyê de çi bi dest xistine?” Ma wan mafên destûrî bi dest xistine? Naa, Ma wan mafê xwerêveberiyê bi dest xistine? Naa. Kurdên li Bakurê Kurdistanê di salên 1950î de digotin, “Em Kurd in”. Di salên 1980î de digotin, “Em Kurd in”. Ocalan ev hebûna Kurdan ne afirandîye.
Di serdema ku bi hebûna 50 salî ya PKKê û şerê çekdarî ya 41 sala Kurdên li Bakur ji bilî “zêdetir asîmîlebûn, bêtir hilweşîna çandî, bêtir gendeliya ji ber şer, û çar an pênc nifş qurbaniyên şer” tiştek bi dest nexistin. Ev rewşên hilweşger heta roja îro jî berdewam dikin.
Ocalan Pênaseyeke Nû ji bo PKKê dike
Ocalan di destpêka nameya xwe de pênaseyeke nû ji bo PKKê û endamên wê pêşkêş dike. Ew PKKê wekî “tevgereke hevaltiya komunalîst” bi nav dike. Gelo xelkê Botanê, ku ji salên 1980 an vir ve PKKê li ser pişta xwe digêrîne, ji ber ku ew tevgereke komunîst e, piştgirîya PKKê dikir? Naa. Gelê Kurd ji bo Kurdistaneke Serbixwe piştgirîya PKKê kir. Gelê Kurdistanê bi dirûşmeya “Bijî Kurdistan bimre koledar” piştgirîya PKKê kir. Ji bo vê armancê, bi hezaran gund hatin valakirin, bi deh milyona kes koçber bûn, mirov di bin îşkenceyê de mirin, bi hezaran ciwanên Kurd dev ji dibistanên xwe berdan û malbatên xwe hiştin çûn çiya. Dema ku Kurdan ev tekoşîn dikir, wekî “Rizgarkerên Neteweyî” tevdigeriyan. Ocalan û partiya wî nûke Kurdan wekî “neteweya Kurd” jî pênase nake. Niha, ew kesên ku ew wekî gelê Kurd bi nav dikin wekî “gelê Komûnalîst” bi nav dikin. Ma ev peyv-têgih ne xapandina gele Kurd e? Ma ne xîyanete li dijî gele Kurd?
Ocalan çi peyam ji PKKê re şand?
Nameya Ocalan ji du beşan pêk dihat. Di beşa yekem de, Apo bersiva şeş xalên der barê nîqaşên di nav PKKê de da. Li gorî vê, Ocalan israr kir: “Ev hemû pêşketin encama hevdîtinên ku min li Îmraliyê pêk anîne ne. Wisa dixuye ku wî dawî li nîqaşa berdewam a di nav PKKê de anî ku Ocalan taktîkan bikar tîne an jî di bin zexta dewletê de vê biryarê dide, û got ku “her tişt di bin serwerîya min de ye” û ku wî bi îradeya xwe biryar daye. Wî her wiha daxwaz kir ku rêxistin nekeve nav “nîqaşên bêmifa”. yanî, Apo di peyama xwe de ferman da ku li dijî daxwazîyên dewleta Tirk tevnegerin û rêxweşker bin bû dewletê.
Di rastîyê de ev name ji wan kesên di nav PKKê de ku bi şik nêzî pêvajoyê dibin bikşîne ser xeta nû.
Ocalan ji xwe re çi dixweze?
Ocalan her wiha mijarek taybetî di derbarê rewşa xwe de kir. Di vê mijarê de wiha got: “Di vê navberê de, di derbarê azadiya min de, ku şertek zarûrîye di hemî biryaran de, Wekî ku hûn dizanin, min qet azadiya xwe wekî mijarek takekesî nedîtiye. Ji hêla felsefî ve, azadiya takekesî nikare ji azadîya civakê were veqetandin. Civak dikare heya wê astê azad be ku takekes azad bibe, û takekes dikare heya wê astê azad bibe ku civak azad bibe. Bê guman, pêwîste ev mebde were esas girtin.
Her çend destpêka hevokê wisa dide xuyakirin ku Ocalan rewşa xwe paşguh dike, lê dawiya wê bi rastî hevokek veşartî dihewîne, “Azadiya min esas e.” wekî her carê, Ocalan hebûna xwe xist navenda gotara xwe de.
Çima vîdeo niha hatiye belavkirin?
Dîroka vê vîdeoyê 19 ê Hezîrane. Ev tê vê wateyê ku vîdeo bi rastî 20 roj berê hatiye kişandin. Dibe ku piştî wergirtina destûr ji MIT û Erdogan, ew daye PKKê, an jî di destê wan de bû, û ew nû razî bûne ku wê belav bikin.
serdema weşandina wê nameyê, berî ku komeke PKKê çekên xwe deyne, bê guman ev yek li gorî plana dewleta Tirkiyê ye.
Di nav PKKê de, Cemîl Bayik di derbarê pêvajoya ku Ocalan dimeşîne de pir dudil dimîne. Berî ku pêvajo dest pê bike, Cemîl Bayik, ku mehê carekê li ser tv diaxivî û nexşerê destnîşan bike, di pênc mehên dawî de tenê du caran daxuyanî da ye. Ya dawî ji van hevpeyvînek komî li qada Kongreya PKKê hatî kişandin. Wekî din, Cemîl Bayik qet baweriya xwe bi pêvajoyê re dupatnekir. Wî tenê soza “dilsoziya xwe ji Ocalan re” da. Tê dîtin ku Bayik ji şêwazê meşandina pêvajoyê acize û bi dilmayî tevlî pêvajoyê dibe.
Bi rastî, her xalek di nameyê de dikare ji hêla dîrokî, siyasî û sosyolojîk ve were bersivdan. Lê bêyî ku pir dirêj bikim, wateya vîdaoyê dikare wiha were kurtkirin: Bi vê peyama vîdeoyê, destê Ocalan li dijî PKKê tê xurtkirin. Destê dewletê li dijî PKKê tê xurtkirin. Di vê navberê de, piştî 27 salan, Kurd bi vîdeoya “Rêberê Mezin (!)” ku wekî “rêber û pêxemberê mezin” tê pêşkêşkirin. Bi şêwazên hokkabazî Kurd tên xapandin.
Bê guman, em ê gelek tiştên din bibînin, lê niha, “pêvajoyek ku ji bo Ocalan û dewleta Tirk sûdmend e, lê heman pêvajo sedema windakirina gele Kurd e” ev şano bi vî rengî li ber çavên me tê lîstin.