Trajediya gel û êşa çar nifşên ku di nav diranê şer de wêran bûne, hemî di yek wêneyî de…

Di 11 ê Tîrmehê de, komek ji 30 endamên PKKê çekên xwe şewitandin, û kêliya çek şewitandinê hîn jî mijarek sereke ye. Wêneya herî zêde tê axaftin a gerîlayek jin a ciwan bi hêsirên ji kezebê diherikin çeka xwe di şewitîne. Her Kurdek, çi ji PKKê hez bike çi jî neke, xemgîniya wê jina ciwan hîs kir. Dibe ku heta wê jina ciwan jî, di nav propagandaya îdeolojîk a zêde de, tam nizanibû ka ew çi seremonî ye. Dibe ku tenê danîna çekê ew hestîyar kiri be, an jî dibe ku ew ji bo hevalên xwe yên winda û salên xwe yên winda xemgîn bibe.
Ji ber vê yekê, em nizanin ew jina ciwan ji bo çi xemgîn bû. Dibe ku piştî wêne ewqas populer bû, PKKe dê bike mijarek propaganda û wê neçar bike ku sond bixwîne “dilsozî û biryardariya xwe bi Rêber Apo re” dupat bike.
Em nizanin ew çi hîs dike, ew ê çawa xwe rave bike, lê em dizanin em çi hîs dikin: merasîmên cenazeyê çar nifşên ciwanên Kurd ku di nava şerê 50 salan de hatine pelçiqandin û westandin, bi hezaran gund hatine şewitandin û wêrankirin, û mirovên ku hatine nefîkirin, bi milyona ji axa xwe hatine derxistin, em êşa kesên ku ciwaniya xwe di girtîgehan de derbas kirine hîs dikin.
Û her kes bi rastî dipirse: PKKê çi bi dest xist û ji bo kê bi dest xist?
Nifşên li Kurdistanê yên salên 1970, 1980 û 1990 an ew kes bûn ku PKKe kirin PKKe. Du stûn hebûn ku PKKe li ser ava bibû. Ya yekem berxwedana di girtîgehan de bû. Ew berxwedan ti têkiliya xwe bi Ocalan re tune bû. PKKe û Ocalan ne Mazlum Dogan û ne jî Xayrî Durmuş neafirandine. Berevajî vê, wan PKKe û Ocalan afirandin. Duyemîn stûna ku PKKe kir PKK; herikîna hêzên neteweperest ên Kurd ji deverên wekî Botan, Mêrdîn û Amed ber bi PKKê ve di salên 1980 û 1990an de bû.
Di dawiya salên 1980 an de, gelê Bakurê Kurdistanê ji têkoşîn-raperîna li Başûrê Kurdistanê pir bandor bû û bi hesta azadî û serxwebûna neteweyî ve, ew ber bi PKKê ve çûn, rêxistina herî berbiçav a li Bakur PKKe bû. Ew nifş bûn ku PKKe li ser pişta xwe gêrand û barê şer hilda bû. Ne tenê çepgir, mele, xwendekar û Kurdên nexwende ji her qadên jiyanê bûn Gerîla, milîs, xwepêşanderên xeta pêşîn, an jî li zindanan li hember îşkenceya faşîzma Tirk li ber xwe dan. Bi hezaran xwendekarên zanîngehê û bi sed hezaran neteweperestên Kurd ên mîna Wedat Aydin barê xebatê dan ser pişta xwe. Kurdên Bakur hêrsa xwe ya li ser komkujiyên sedsalî yên Koçgirî, Zîlan, Sason, Dêrsîm û hwd qêrîna xwe ya li dijî faşîzma 12 ê Îlonê berê xwe da nava refên PKKê. Rastî her tişt ji bo têkoşîna Rizgariya Neteweyî ya Kurd bû.
PKKê nifşê salên 1990 an neafirand. Ew nifş ji nava cergê neteweya Kurd derket holê, wekî bersivek li hember polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta dagirker a Tirk. Wedat Aydin ne endamê PKKê bû. Ew tenê neteweperestekî resen ê Kurd bû. Gelê Botan-Zagrosê ji qedîm ve şopdarên rêbaza têkoşîna PDKê bûn û ew jî bi hestên xwe yên netewperwerî ber bi PKKê ve diçûn. PKKê ew girse, ew hêz neafirand; berevajî vê, van tevlîbûnên netewperest PKKe afirand. Û di demekê de ku ev nifşê neteweperest ê Kurd ku em qala wê dikin jiyana xwe ji bo PKKê fedakir, Evdila Ocalan li Şamê bi Yalçin Kûçik re li ser Peymana Misaqa Millî nîqaş dikir.
Ev nivşê neteweperest ê Kurd ê salên 1970, 1980 û 1990 î hate tûnekirin. Ev sê nifş, ku dikarîbûn Kurdan ber bi Azadiya Neteweyî ve bibin, bi zanebûn di nav diranê PKKê û dewleta Tirk de hatin pelçiqandin. PKKê hêza neteweyî ya netewperest a Kurd kişand nava xwe ew mijit û tune kir. Niha, ji wê nifşê tenê komek sivîl mane ku dizanin PKKe çi ye û rexne dikin lê nikarin dengê xwe bidin bihîstin, û çend kadroyên di nav PKKê de ku êdî nizanin rêya wan ber bi ku ve diçe, mane.
Piştî salên 2000 î, du nifşên cuda ber bi PKK ê ve çûn. Di salên 2000 an de, mirovan bertek nîşanî birina Ocalan bo Îmraliyê dan. Ew ber bi PKKê ve çûn. Dema ku ew tevlî PKKê dibûn, Ocalan ji efserekî Tirk re digot, “Ez ê zimanê Tirkî fêrî şivanekî Hekarî jî bikim” Piştî êrîşên DAIŞ ê yên di sala 2012 an de û di serdema Rojava de, Kurdan careke din piştgirî dan PKKê. Bi hezaran kes ji çar aliyên Kurdistanê ber bi Rojava ve çûn…
Ango, pênc nifşên ciwanên Kurd tevlî şerê PKKê bûn. Gelê Kurd her tiştê xwe Terxan kir. Çima PKKe bi ser neket? Bê guman, toreke siyasî li dora pirsgirêka Kurd hatiye çêkirin. Dibe ku hêza têkoşînan têrê neke ku wê bişkîne. Lê sedema ku nasnameya neteweyî ya gel piştî 41 salan têkoşîna siyasî li Bakur ji ya 40 sal berê kêmtir e, çima asîmîlasyon ewqas kûr bûye, û çima helwesta kolonyalîst tê qebûlkirin, ne ji ber sedemên konjektorel e. Erê, dibe ku hûn nekarîbin Komara Tirkiyeyê têk bibin, dibe ku pergala cîhanî rêgir be. Lê rastiya ku nasnameya Kurd ewqas bi tevahî di nav Tirkîtiyê de hatiye kişandin, ku 40,000-50,000 ciwan di şer de cangorîbûn, nîşan dide ku rêya ku ew lê bûn xelet e. Sedema rewşa heyî ev e ku PKKe ji destpêkê ve ne tevgereke rastîn a rizgariya neteweyî ye. Rizgarîxwazên Neteweyî li otomobîla xelet siwarbibûn û çûn cihê xelet.
Kurdên Bakur ji ber ku hewlên têrê nekirine an jî baş tekoşîn nekirin winda nekirin. Kurd ji ber ku cesareta wan tunebû winda nekirin. Kurd ji ber ku rêya xelet girtin winda kirin. Ev çavkaniya xemgîniya me di merasîma çekberdanê ji ber vê sedemê ye. Û ji ber vê yekê em qet napirsin çima PKKe çekên xwe datîne. Berevajî vê, em piştgiriyê didin çekberdana PKKê. Ji ber ku her çend kesên ku çek digire kesê rast bin jî, lê heke rêber û rêxistin xelet be êncam dê malwêranî be. Ji ber vê yekê, ne hewce ye ku ciwanên Kurd û nifşên din ên Kurdan bibin qurbanê şanoya di navbera PKKê û dewleta Tirkiyê de.