Daxuyaniya Ocalan a 27 ê Sibatê biryardanek bû ku bibe leşkerekî Peymana Lozana Duyemîn

102 sal bi ser Peymana Lozanê derbas dibin. Nêzîkî sedsalekê, Kurdan li dijî Peymana Lozanê û hêzên ku hebûna wan bi wê ve girêdayî bû, bênavber şer kirin. Û ew têkoşîn berdewam dike. Kurdan rejîma piştî Lozanê ya parçeker, tuneker û jiholêrakirina Kurdbûnê derbas kirine. Têkoşîna ku li Başûrê Kurdistanê û rewşa siyasî ya piştî sala 1991an derket holê, û di dawiyê de hilweşandina rêjîma Sedam Husên û avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di Peymana Lozanê de şikestinek mezin çêkir. Niha tê hêvîkirin ku Rojava jî bi heman rengî tevbigerin. Lê ev tekoşîn ew qas hêsan nabin. Hêzên statukoperset yên herêmê, ku bi fikra “ji ber ku em nekarîn Kurdan biqedînin, werin em wan ji bo armancên xwe bikar bînin” tevdigerin, niha dixwazin Kurdên xwe biafirînin. Ev Peymana Duyemîn a Lozanê ye. Ango, me Peymana yekem a Lozanê bi desthilata Herêmê Kurdistanê ve têk bir, lê Peymana Duyemîn a Lozanê ya dijwartir li pêşiya me ye.
Bi Lozana yekem ya 24 ê Tîrmeha 1923an ve, nexşeya Rojhilata Navîn ji nû ve hate xêzkirin û axa Kurdistanê di navbera Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyeyê de hate dabeşkirin.
Bi peymana Lozana duyem re, heman hêzan careke din polîtîkayek ji bo destdanîne ser axa Kurdan bikar anî û di heman dem de xwestin ku kurdan ji boy polîtîkayên xweyên imperialist bikar bînin.
Peymana Lozanê projeyeke ku navenda wê li Bakurê Kurdistanê ye, û armanc ewe li dijî hemû Kurdan were meşandin. Rola herî girîng di vê projeyê de ji Evdilla Ocalan re hatiye dayîn. Hevdîtinên di navbera Baxçelî, Erdogan û Ocalan de, di serî de dewleta Tirkiyeyê û hêzên ku naxwazin statükoya Rojhilata navîn were guhertin weke stratejîyeke nû pêşdixin.
Nameya Evdilla Ocalan a di dîroka 27 ê Sibatê de, di rastiyê de, daxuyaniyek bû ku li ser navê Kurdên Peymana Duyemîn a Lozanê dihête sepandin. Ew name ne tenê bangek ji bo PKK ê bû; ew di heman demê de pabendbûnek bû ku bibe piştgirek bi biryar a Peymana Duyemîn a Lozanê.
Rêyek din ji bo pênasekirina daxuyaniya Ocalan tune, ku heta “mafên çandî” jî, ji bo Kurdan zêde dibîne. Li ser Ocalan gelek caran nîqaş hene, wekî gelo ew karmendê Mît ê bû, gelo ew ji salên 1970an vir ve bi dewletê re di têkiliyê de bû. Bi rastî, ew nîqaş jî êdî bêwate ye. Ji ber ku niha her tişt zelal e. Ji kêliya ku Ocalan di sala 1999an de dema ku hêjan jî di balafirê de gotî “ez dixwazim xizmeta dewleta xwe bikim”, soza xwe ya bi dewletê dayî bi cih tîne. Ji wê demê ve, dewlet amadekariyan dike ku Ocalan ji bo peymana duyemîn ya Lozanê weke garantor bikar bîne.
Nirxandina Baxçelî ya ji Ocalan re, heta wê radeyê ku wî wekî “Rêberê Damezrîner” bi nav dike, bê guman bi mîsyona Ocalan a Peymana Duyemîn a Lozanê ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê, dijberiya Peymana Duyemîn a Lozanê û dijberiya helwest, fikir û kiryarên Evdilla Ocalan ên ku li ser Kurdan hatine sepandin, divê li ser planeke stratejik bê meşandin.