Gelo Evdila Ocalan dê serbest berdana Selahattîn Demîrtaş qebûl bike?

Dihêt pêşbînîkirin ku Selahattîn Demîrtaş dê di 8 ê Cotmehê de were berdan. Li gorî îdiayan hikûmet li dijî serbestberdana Demîrtaş dernekeve. Ji ber vê yekê, gelo Evdila Ocalan dê tehlîya Demîrtaş qebûl bike?
Li ser bingeha biryareke berê ya Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropa, mijarek li ser serbestberdana Demîrtaş di 8 ê Cotmehê de heye. Di berîya demekî Kûrt, endamên Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) diyar kirin ku divê Tirkiye biryara Dadgeha Mafên Mirova ya li ser Demîrtaş dayî, bicîh bîne. Ango, MHP ne li dijî berdana Demîrtaş e. Li gorî raporên duh ên li ser ODA TV yê, Erdogan û hikûmet, li dijî wî berdanê dernekeve. Yanî, Demîrtaş dibe ku di 8 ê Cotmehê de were berdan.
Lê li vir pirsek girîng heye: “Gelo Evdila Ocalan dê azadkirina Demîrtaş qebûl bike?” Zîndanîkirina Demîrtaş ne tenê biryara hikûmetê an Erdogan bû. Demîrtaş bi biryareke hevbeş a Ocalan-PKK û Erdogan-AKP ê hate girtin. rastî ev e. Û heke ew niha were berdan, dîsa ew ê bi rizamendîya hevbeş a Erdogan û Ocalan be. Ji destpêka pêvajoyê di sala 2012 an de, Demîrtaş hem berteka Erdogan û hem jî ya Ocalan kişandibû ser xwe.
Gotinên Demirtaş yên “Em nahêlin tu bibî serok” bi dijwarî Erdogan hêrsa xwe nîşan da bû.
Lê meseleya Ocalan cuda bû. Ocalan hebûna kesayetiyek bi bandor û karîzmatîk di siyaseta Kurd de, hem ji hêla siyasî ve û hem jî ji hêla manewî ve, qebûl nake. Ocalan xwedî dîrokek 50 salî ye ku hemû reqîbên xwe kuştibûn û nedihêla kesên bi bandor di nava PKK ê de bijîn. Piştî ku Demirtaş di sala 2009 an de di qada sîyasetê de derketî pêş, Ocalan ji destpêkê ve, dest bi çavdêriya Demirtaş kir, meraq dikir gelo di be ku Demîrtaş bibe reqîbê wî.
Ji bo ku vekişîna Demirtaş ji qada siyasî misoger bike, Ocalan dixwest ku ew di sala 2012 an de li gel Gûlten Kişanak bibe hevserokê Şaredariya Dîyarbekirê. Lê Demirtaş neket vê xefkê.
Ocalan hewl da ku di kongreya HDP ê ya ku di 22 ê Hezîrana 2022 an de pêk hat de rê li ber Demîrtaş bigire ku bibe Serok. Lê Demirtaş dîsa bi alîkariya alîgirên xwe ev astengî jî derbas kir.
Li gorî Ocalan û Dewletê Demîrtaş hedê xwe derbas kiri bû û hewl hatin dayîn ku wî rawestînin. Loma jî ew hate girtin.
Bûyereke pir balkêş ku îro kes behsa wê nake ev e ku di 4 ê Mijdara 2016 an de, roja ku Demirtaş rewaneyî girtîgehê dikirin, li ser rêya ber bi qereqola polîsan ve li herêma ku Demirtaş jî lê derbas dibû, teqînek mezin çêbû. Di teqînê de 11 kesa jîyana xwe ji dest da. Demirtaş ji mirinê filitî. Tişta serincrakêş ev çalakî yekîneya TAK a girêdayî PKK ê berpirsiyariya girt ser xwe. Rastiya vê teqînê tu carî nehate zanîn.
Heta piştî girtina Demirtaş jî, helwestên ku wî ji qada siyasetê dûrbixin hatin nîşan dan.
Demîrtaş van hemû pêvajoyan ji her kesî baştir dizane. Û di rastiyê de, Demîrtaş name ji bo Erdogan û ji Ocalan re nivîsandin û teslîmbûna xwe îlankir. Demîrtaş got, “Paşnavê me Tirkiye ye.” û beramber Erdogan bejna xwe tewand û serê xwe çemand. Li gorî min, ji Erdogan bêtir Evdila Ocalan li dijî azadkirina Selahettîn Demîrtaş e.
Di encam de, em ê di 8 ê Cotmehê de bibînin ka gelo Erdogan û Ocalan, yên ku ew da girtin, dê bihêlin ew azad bibe an na.