Gelo di sala nû de wê partiyên me çi bikin???

Bûbê Eser
Bi qasî em dizanên û fêr bûne ku di her saleke nû de li seranserê cîhanê guherandinên cidî pêk tên. Di nava sazî û dezgehên welatan de jî guherandinên nû çi dibe. Dengbêj stranên nû. Nivîskar berhemên nû diafirînin ûhwd.
Di warê avahiyan de guherandinên xweşik û rindik jî tê kirin ku kîjan welat dikarin bi kîjan avahiyê navê welatê xwe derxin pêş, lê dixebitin. Kurtasiya gotinê ew e ku di sala nû de divê guherandin bibin da ku mirov bizanibe me re salek bi şahî, bi kêf, bi êş û elem li dû xwe hiştiye. Li ser vî asasê mirov. Partî, hukumet û desthilat dest bi karê nû dikin.
Di gelek welatande ji bona demokrasî û karê baş, partiyên siyasî guherandinên berbi çav dikin. Da ku li gor daxwaza gelê xwe tevbigerin. Kurtasiya gotine ew e ku di her saleke nû de guherandinên baş li cihanê pêk tên. Lê li bakurê Kurdistanê?
Lê mixabin em kurdên li cîhanê vana yekê nabînin. Loma jî pêşiyên me gotine: “sal bi sal xwezî bi par”. Bawerim ev gotin tenha ji bona me kurdan derbas dibe. Ji ber ku pêşiyên me ev ji bona ku em dersekê jê derxin gotine. Yanî divê em jî xwe biguherin…
Min xwest di vê nivîsê de hinekê vê vekim
Em şoreşger û welatparêzin bakurê kurdistanê nikarin û naxwazin xwe biguherin. Ji destpêka salên 1970 ku pêla welatparêzî li bakurê Kurdistanê geş û xurt bû, hin kesên zana ku daxwaza wan azadiya welatê wan bû. Dest bi karên rêxistinî kirin. Mala wan ava bî, destpêkek baş bû. Xebatên baş û delal bi saya wan karên rêxistiniyê, pêşketinên hêja jî çi bû.
Me piranî di wan xebatên xwe de piştî hukmu leşklerê ya 12 îlona sala 1980 ku weke agirekî gûr Kurdistan şewitaned. Em weke noka tu li kevir bixe, li me hat. Ji ber bê tecrubeyî û nekamilbûna me ya siyaseteke rast, me wenda kirin û em têk çûn. Piştî bêdengiya bi salan me herkesan li xwe û li karê xwe nerî.
Kurdistan û karê rêxistiniyê neket bîra piraniyê. Lê piştî azadiya başûrê Kurdistanê (1992) û derbasbûna sala 2000 şert û merc li tirkiyê û bakurê Kurdistanê hatin guherandin û hinek nermî û aramî çê bû. Loma jî ji wan mezinên me yên welat di nava êgir de hiştibûn û reviyan bû. Xwe û hemî malbatên xwe li ewropa bi cih kirin. Xwestin wê îmkana peyde bûye dîsa ji bona xwe û malbatên bi kar bînin, destbi karê rêxistiniyê kirin.
Hinan partî û rêxistinên nû vekirin, hin jî li ser koka xwe ya ku wî ew terikandibû û reviya bû, ji nû de dest bi karê rêxistiniyê kirin. Mala wan jî ava bî. Li gor min ew jî baş bû
Lê tiştên nebaş û xerab ew bû ku vana ango jêhatiyên me(!) ketin serê kaniyan hemî îmkan rê û rêbaz xistin destên xwe. Li welêt û li ewropa nehiştin ciwan an kesên ji wan zanatir bibin berpirs da ku karê rêxistiniyê li gor demê bi rêve bimeşe.
Partî û rêxistinên heyî her ma ji wan re ku di dema xwe de bi serneketibûn û reviyabûn. Loma lê xebitîn ku çend kesên weke xwe yên revok û berjewendîperest jî dîtin. Bi nivîs û belavokan daxuyanî dan ku wê ji nûde karê ji bona serxwebûna Kurdistanê bikin.
Lê mixabin gavekê pêşve neçûn. Ji ber ku xwestin partiyê ji bona xwe û malbatên xwe bi kar bînin. Kesên zana û jêr nêzîkê xwe û partiyê nekirin. Hin bi şaşî jî ketin nava wan ew jî bi tirs û tehdîtan bêdeng kirin da ku bikaribin saltanata xwe bidomînin.
Gelek civîn, konferans û kongre jî pêk anîn. Mixabin hemî jî ji eynî kesan pêk dihatin. Her carê jî ew kesên min bi nav kirin dibûn serok û berpirs. Lê min bi xwe nedît û nebûn şahidê wê yekê ku vana rojekê xwe guherîn. Her car bi mejiyê salên 1970 xwestin û dixwazin karê rêxistiniyê bikin. Ji ber ku ev tam jî li gor berjewendiya wan ya sexsî bû.
Di şahiyan de pêşkêşî ew in. Di civîn û kongreyan de ew in. Di televizyonan de ew in. Yanî her ew in. Ciwan dest davêjin kar lê di nava karên wan de jî her ew in. Di serkêşiya partiyan de ew in. Di şîn û şahiyan de ew in.
Di civîn û konferansan de ew in. Di pêşewaziya mêvanan de ew in. Yanî êdî em jî bûne ew. Dema ku em jî bûne ew hûn bizanibin azadiyê kurdistanê jî ji me dûr e. Lê nebûn şahîdê vê yekê ku wan zîrekana rojekê ji malbata xwe kesek kirin endamê partiya xwe. Min nedît wan zarok û nebiyên xwe jî kirine endamê partiyên xwe.
Ev bû serê pêncî salan ku em tim eynî rûyê dibînin. Gotinên wan guhdarî dikin. Xebatên wan jî ji bona malbatên xwe dikin jî nas dikin. Lê min nedîtiye ku vana li ser nerîna partiya xwe, fikir û ramanên wê bi nivîsîne. Ji ber ku naxwazin rîsk bigirin. Nivîs her dimîne ew dikare rojekê ji ber wan nivîsên xwe zerara şexsî bibîne, loma nanivîsînin. Lê ji belavkirina nivîsên serokên xwe re jî jêhatîne. Ementubillah…
Nayê bîra wan ku ew jî rêvebir in. Divê binivîsînin û nerîna partiya xwe belav bikin. Ji bona partî an rêxistineke serketî dibê pêşniyarên xwe pêşkêş bikin. Ji bona karê partiyê bi serbikeve divê ew pêşkêşiya karên siyasî bikin. Divê ew zarok, nebî û mirovên xwe bikin endamê partiya xwe da ku bikaribin zarokên kesên din jî bixwazin. Ev jî tune ye.
Êdî ez bi xwe ji dîtina gelek rûyên weha ku min bi nav kir aciz bûme. Ji salên 1970 heta roja îro her ew in û gotinên wan hema hema tim weke hev in. Xwe nûjen û çalak jî nakin. Kesên weha hevalên me re yên partiyê jî bin, mirov naxwaze rûyên wan jî bibînim. Gelo xelkê din çawa difikirin? Ha van canik û camêrana nerîn û dîtinên partiyên xwe binivîsînin mirov dîsa dikare tehamula wan bike. Ev jî tune ye û her mezin ew in.
Pêwîst e êdî em li gel hev guherandinekê di partiyên xwe de bikin. Di sala nû de bi dîtine rûyên nû, xwîna taze partî dikare bi pêşbikeve. Di sala nû de serokatî û pêşkêşê divê bibe para ciwan û jinan. Êdî bi sal mezinên her yek ji me bi çend nexweşiyanin partî bi pêşnakeve û bi fikir û ramanên me yên kevn, em ê nikaribin nûjeniyekê jî bînin.
Lewra guherandin ango referandûmên cidî di partiyên kurdistanê de pêwîst e. Divê em qebûl bikin ku em bi serneketin û bi vî halê xwe em ê bi ser jî nekevin. Çaresriya vê yekitiyek rast û baş Ii ser xeta neteweyî ji rêvebiriya salmezinan dûr dibe.
Wekî din em ê bêjin: ”sal bi sal xwezî bi par”.