Rêveberiya Xweser û Rewşa Rojavayê Kurdistanê!

Peymana 10ê Adara 2025an dest û lingê kurdan girêda ye!
Rêveberîya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, di pêşwazîkirina peymana 10ê Adarê ya 2025ê de, ku di navbera fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Abdî û serokê demkî yê Sûriyê Ahmed el-Şara (ku bi navê Ebû Mihemed el-Colanî tê naskirin) de hatiye îmzekirin, dîyare stratejiyeke xapandinê li hemberî miletê Kurd dimeşîne.
Ev peyman, wekî ku di agahiyên liber dest de tê dîtin, ne tenê wekî “mizgîniyekê” tê pêşkêşkirin, lê belê di rastiyê de dest û lingên Kurdan girê dide û armancên wê yên rastîn ji miletê Kurd tê veşartin.
Ev peyman, bi destê îstîxbarata tirk (MİT ê) hatiye amadekirin û bi zexta dewleta tirk, bi navbeynkariya Abdullah Ocalan, hatiye îmzekirin!
Ev îdîa bi belge û agahiyên ji çavkaniyên cuda tê piştgirîkirin û diyar dike ku Ocalan, ji girtîgeha Îmraliyê, bi name û telefonan, telekonferansan rasterast bandorê li ser rêveberiya Rojavayê Kurdistanê dike û daxwaza “entegrekirina wan bi dewleta Sûriyê re” ji wan dixwaze. Ev xwestin jî daxwaza Tirkîyeyê bi xwe ye.
Destpêka Peymanê û Bandora Tirkiyê
Peymana 10ê Adarê, ku di 2025an de hatiye îmzekirin, bi gelemperî wekî gavekê ber bi yekitiya Sûriyê ve tê binavkirin. Di naveroka peymanê de, tiştên wekî rawestandina şer, entegrekirina hêzên HSD di nav artêşa Sûriyê de, vegera penaberan û parastina mafên Kurdan têne gotin. Di madeyê çaran de ev rewş pir zelal e:
“4- Hemû saziyên sivîl û leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, deriyên sînor, balafirgeh, qadên petrol û gaza xwezayî entegreyî rêveberiya dewleta Sûriyeyê bê kirin.”
Ji dêlva “radeskirinê”, peyva “entegrekirinê” hatîye bikaranîn. Ev peyva “entegrekirinê” ji bona rastîya meselê neyê fêhmkirin, demeke ji terefê dewleta Tirkîyeyê û A. Ocalan ve têt bikaranîn. Armanca bikaranîna vê peyvê manîpulekirina kurdan bi xwe ye.
Lê belê, wekî ku min diyar kirîye, ev peyman ne di berjewendiyên Kurdan de ye.
Agahiyên ji çavkaniyên wekî Rudaw, Enab Baladi û France 24 û daxwuyanîyê rêveberên dewleta tirkan, diyar dikin ku Tirkiye, bi rêya Ocalan, ev 11 meh in zextê li ser HSD û Mazlûm Abdî dimeşîne û bi gefa dagirkirina Rojavayê Kurdistanê re, hewl dide ku Kurdan beşdarî nav dewleta Sûriyeyê bike, bêyî statuyek sîyasî ya diyar ji kurdan re bêt avakirin. Bingeha van hewldanên dewleta Tirkîyeyê jî bilez bicîhkirina peymana 10ê Adara 2025an bi xwe ye.
Ocalan, ku di girtîgeha Îmraliyê de ye, bi name û telekonferansan rasterast bi rêveberiya Rojava re têkilî datîne û daxwaza “entegrekirina kurdan bi dewleta Sûriyê re” dike. Ev rastî ji miletê Kurd tê veşartin. Di sala 2025an de, Ocalan bi eşkereyî bang li Tirkiyê kir ku di pêvajoya entegrekirinê de rolek pozîtîf bilîze. Hebûna Tirkîyeyê ya leşkerî û İstîhbaratî li Sûyeyê û bandora wan a li ser HTŞê dîyare û ev yek jî nîşan dide ku peyman bi bandora Tirkiyê hatiye çêkirin. Dewleta Tirkîyeyê, ku HSD wekî tehdîdekê dibîne, bi rêya Ocalan hewl dide ku Kurdan di nav dewleta Sûriyê de entegre bike, bêyî ku otonomî an federasyonê bide wan.
Xapandina Miltê Kurd û Nebûna Statuyek Siyasî
Bi qasî ku dîyar e; “Rêveberiya xweser”, bi taybetî bi gotinên wekî Ebdulkerîm Omer, peymanê wekî “mizgîniyekê” pêşkêş dike, lê belê ev tênegihîştînek e, yan jî hewldanek veşartinê ye?
Peyman diyar nake ku statuya sîyasî ya Rojavayê Kurdistanê çawa be – otonomî, federasyon an jî tenê entegrekirina bi dewleta Sûriyê re. Li gorî agahiyên ji 04.01.2026ê, heyetek leşkerî ya di bin serokatîya Mazlûm Abdî de li Şamê ye û ew rewşa hêzên leşkerî û asayîşê nîqaş dikin, bêyî ku pêşî statuya sîyasî ronî bikin. Ev jî, wekî ku min lijor gotîye, xapandinek e! Ji ber ku hebûna hêzên parastinê bi statuyek sîyasî ve girêdayî ye.
-Çima rêveberîya Xweser peyva “Sûrîyek nenavendî” bikartîne û nabêje “Em Sûriyeke federal dixwazin”?
-Çima Rêveberîya xweser eşkere nabêje ji bona Rojavayê Kurdistanê em “Otonomiyê”, an jî “federasyonê” dixwazin”?
Ev yek nîşan dide ku ew li gorî peymana bi Colanî re tevdigerin û bi tena serê xwe têkiliyan dimeşînin, bêyî ku bi opozîsyona Kurd re hevrêz bin.
“Konferansa Qamîşloyê” jî, ku diviyabû komîteyek sîyasî ava bikira, tenê ji bo girêdana opozîsyonê bi rêveberiyê ve hate bikaranîn. Ev jî daxwaza Tirkiyê û Ocalan e, ku dixwazin Kurdan bê statu bihêlin.
Bandora Derve û Pêşeroja Peymanê
Amerîka, ku piştgiriya HSD dike, di pêvajoyê de rolek girîng dilîze, lê belê peyman hîn jî nehatîye bicîhanîn. Di dawiya 2025ê de, ku demjimêra peymanê ye, hevdîtinên li Şamê hîn jî têne paşxistin an jî bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Tirkiye jî, bi gotina wezîrê karên derve Hakan Fîdan, daxwaz dike ku ev peyman zû were bicîhanîn da ku HSD radestî dewleta Sûrîyeyê bibe û Kurd têk biçin.
Di encamê de, ev peyman, wekî ku Ebdulkerîm Omer dibêjî, ne “mizgînî” ye, lê belê gefekê li ser îrada Kurdan e!
Kurd divê pêşî statuya xwe ya sîyasî diyar bikin, berî ku hêzên leşkerî entegre bikin!
Rêveberiya xweser, bi şîrovekirina peymanê wekî “Sûriyeke nenavendî”, gel dixapîne, ji ber ku ev têgeh bêyî statuyek diyar haveroka wê vala ye.
Pêşeroja Rojavayê Kurdistanê bi vê peymanê re di xeterê de ye û heger neyê redkirin, dibe ku Kurd bêyî otonomiyek rastîn bimînin.