Qedera Roavayê Kurdistanê Ji Destê Kurdan Derdikeve!

Li Sûriyê Peymana Agirbestê yaQedera Roavayê Kurdistanê Ji Destê Kurdan Derdikeve!18ê Çileya 2026’an: PKK’ê Îxaneta Herî Giran li miletê Kurd Kir!

Bi lîstik û zordarîyên li ser Roavayê Kurdistanê, di van demên dawî de, bi pêşengiya Tom Barrack û tifaqa bi dewleta tirkan re, ber bi dawîanîna de facto ya otonomiya kurdan ve diçin.

Ez dixwazim vê analîzê, li gorî pêşveçûnên dawî (bi taybetî yên di Çileya 2026‘an de) bi we re pêk bînim û parve bikim. Wekî ku em dizanin, rola Tom Barrack, terikandina HSD‘ê (Hêzên Sûriyye yên Demokratîk) ji aliyê DYE‘yê ve, pêşengiya rêveberiya nû ya De fakto li Şamê (Ahmed al-Sharaa bi eslê xwe yê HTŞ’ê), radestkirina çavkaniyên stratejîk ji dewleta navendî re, xwezaya rastîn a entegrasyona leşkerî û zêdebûna metirsiyên ewlehiyê ye.

Tom Barrack, wekî Balyozê DYE’yê yê Tirkiyê û Nûnerê Taybet ê Sûriyê, di pêvajoya hilweşandinê de daxwazên dewleta tirk rasterast nîşan dide û hêsan dike. Barrack, bi ragihandina ku rola HSD, ya li dijî DAÎŞ‘ê “bi piranî bi dawî bûye”, entegrasyona hêzên kurdan bo Şamê wekî “firsata herî mezin ji bo kurdan”(!) pêşkêş dike – ev gotin, algoriya Tirkiyê ya demdirêj a “dirêjkirina PKK’ê” û tasfiyeya struktura de facto ya kurdan bi temamî piştgirî dike. Piştî hevdîtinên pir caran bi Enqereyê re (mînak, hevdîtinên bi Hakan Fidan re), dema ku agirbest û peymanên entegrasyonê di navbeynkarî de dike, riya daxwazên wekî radestkirina çavkaniyên stratejîk (neft, dergehên sînor, balafirgeh) ji hikûmeta navendî re û entegrasyona kesane ya HSD‘ê bo artêşa Sûriyê vedike. Li gorî nûçeyên ji herêmê û hin stratejistên herêmî, Barrack, ji bo rastkirina têkiliyên DYE-Tirkiyê, rêveberiya de facto ya kurdan dike qurban û hêza dewleta tirk li Sûriyê xurt dike; ev jî dibe yek ji mîmarên sereke yên hilweşandina ku dawiya fiîlî ya Roavayê Kurdistanê bi xwe re tîne. Barrack, bûye kesayeta kilît a ku polîtîkaya tasfiye ya kurdan ya dewleta tirk di bin navê “şerê li dijî terorê” de bi riya DYE’yê meşrû dike û pêk tîne.

  1. Çarçoveya Muzakereyan:

Ji Peymana Çarçoveyê bo Agirbest û Teslîmiyetê!

Pêvajoya navbeynkarî ya Tom Barrack, ji mutabakata çarçoveyê ya Adara 2025an bo peymana agirbestê ya 14 xalî ya Çileya 2026an pêş ket. Ev peyman, herêmên di bin kontrola HSD‘ê de bi fermî wekî beşek ji dewleta Sûriyê dimînin; lêbelê, ev pir ronî diyar dike ku ji bona kurdan statûya otonomiya siyasî an federasyonê nayê nasîn. Di rêveberiya herêmî de tê gotin ku Kurd wekî “karmendên dewleta Sûriyê” xwedî gotinê bin.

Ev, bi rastî tê wateya dawiya otonomiya de facto. Çavkaniyên stratejîk û aborî: Rêveberiya dergehên sînor, zeviyên neftê, bendav û balafirgehên wekî xalên krîtîk bo Şamê tê radestkirin.

Karmendên Kurd tenê di rolên çavdêriyê de (wekî karmendên dewletê) têne hildan; dahat û mafê tasarrufê bi temamî ya hikûmeta navendî ye. Ev, serxwebûna aborî ya Roavayê Kurdistanê ji holê radike û çavkaniyan ji herêmên kurdan derdixe û dide destê dewleta Sûriyê!

Entegrasyona leşkerî:

Teslîmiyeta şervanên HSD‘ê wekî “struktura komî” ne, lêbelê bi awayê kesane bo artêşa Sûriyê tê dayîn -ev, wekî “xeta sor” dihate nîşandan. Peyman dibêje ku HSD dê wekî “sê firqa” cuda ji nû ve were organîzekirin û di bin fermandariya efserên Kurd de bimîne. Lêbelê ew dê di bin zincîra fermandariya Artêşa Ereb a Sûriyê de bin. Ev, modeleke mîna kota kurdan a li Iraqê ye: Artêş wekî “artêşa Iraqê” dimîne, Kurd di kota de têne temsîlkirin, lê artêşeke serbixwe ya Kurd namîne. Lêbelê, ezmûna Başûrê Kurdistanê li pêşberî me ye; herwiha hêza federasyonê ya ku em jê re dibêjin “artêşa Pêşmerge” heye. Wê li Roavayê Kurdistanê daxwazek wilo nebe. Her çiqas yekparebûna hundirîn a HSD‘ê xuya bike ku tê parastin jî, -bi rastî teslîmiyeta bo artêşa Sûriyê têt programkirin. Gotina “entegrasyon” li vir wekî amûreke xapandina bi zanebûn tê bikaranîn. Di paş vê daxwazê de, dewleta tirk bi demdirêj bi kanala Abdullah Ocalan re daye û bi nameyan, telekonferansan, hevdîtinan bi kadroyên Apocî re zorên manewî dide û daye! Daxuya Barrack (rola HSD‘ê ya li dijî DAÎŞ‘ê “miadê xwe temam kiriye”, firsata herî mezin a kurdan entegrasyona Şamê ye) nîşan dide ku DYE, HSD‘ê terk dike û daxwazên Tirkiyê bi awayekî rasterast piştgirî dike.

2-Metirsiyên Ewlehiyê:

HTŞ, Bermahiyên DAÎŞ’ê û Pêla Êrîşên Nû!

Êrîşên li herêmê ne “şerê kurd-ereb” e; em li hember tevgeriyeke mîna DAÎŞ‘ê ya ku di bin navê HTŞ‘ê (Hayat Tahrir al-Sham) de ji nû ve organîze bûye ne. Tehdîdên êrîşên hêzên paramîlîter ên tirk û eşîrên ereban ku berê bi DAÎŞ re, -ku dûrê ketin nav tifaka HSDê-, zêde dibin.

Firarîyên DAIŞ’ê û hucreyên razayî:

Raportên firarîyên endamên DAÎŞ‘ê ji kampên wekî Al-Hol, girtîgeha Şaddadî têne (di Çileya 2026’an de bi sedan firar). binkeyên razayî, bi şaxên HTŞ‘ê re yek dibin û amadekariya komkujiyên nû dikin. Ev metirsî tenê bi Rojavayê Kurdistanê sînordar nîne; Iraq û Başûrê Kurdistanê jî tehdît dike.

Rola HTŞ’ê:

Rêveberiya HTŞ‘ê ya Ahmed al-Sharaa, her çiqas gotinên li dijî DAÎŞ‘ê bêje jî, di pratîkê de unsûrên radîkal dihewîne. Êrîş, ji bo lawazkirina HSD‘ê û “lezkirina entegrasyonê” têne bikaranîn. Agirbestên 4-rojî li zeviyê nayên parastin; li herêmên wekî Hesekê, Reqqa, Tebqa û Kobanê dorpêç û şer berdewam in.

3-Nirxandina Giştî û Encam!

Ev pêvajo, demeke ku qedera Roavayê Kurdistanê ji destê kurdan derdixe nîşan dide:

-Otonomiya siyasî û îdarî ya de facto bi dawî dibe.

-Çavkaniyên aborî bo dewleta navendî têne veguhestin.

-Hêza leşkerî serxwebûna xwe winda dike, bo artêşa Sûriyê tê teslîmkirin.

-Metirsiyên ewlehiyê (HTŞ + bermahiyên DAÎŞ’ê + komên bi piştgiriya paramilîterên devleta tirk) zêde dibin û metirsiya komkujiyên nû mezin dibe.

Tercihkirina HSD‘ê wekî “hevkarê dîrokî” ji aliyê DYE‘yê ve (bi riya Barrack), hat redkirin û niha tercîhkirina Şamê, bi zorên Tirkiyê û veguhertina pragmatîk a HTŞ‘ê re têkildar dibe; ji bo kurdan bi navê “entegrasyon”ê teslîmiyet tê dayîn. Ev, di demdirêj de hemû qezencên siyasî yên muhtemel ên Roavayê Kurdistanê dixe metirsiyê û ji bo ji nû ve zindîbûna DAÎŞ‘ê li herêmê zemîn amade dike.

Riya herî rastîn ji bo kurdan:

Avakirina têkilîyên navneteweyî (bi taybetî ji DYE û Ewropayê), tasfiyeya bi temamî ya PKK’ê ji herêmê û yekîtiya hundirîn (di navbera komên kurdan ên cuda de) û xurtkirina tedbîrên ewlehiyê, pêşwazîkirina Pêşmergên Roj  ji bo parastina axa xwe, beşdarbûna di parastina herêmê de. Lêbelê di dînamîkên heyî de hevsengî di eksena Tirkiye-Şam-DYE de dizivire û ev, statûya serbixwe ya Rojavayê Kurdistanê bi piranî bi dawî tîne.

Divê Kurd bandorek mezin a lobîyan li ser Kongreya Emerîka çêbikin û dostên xwe têxin dewrê. Ji bo pêşîlêgirtina vê, avakirina piştgirîyek xurt li pişt Kak Mesûd Barzanî -ku wekî pêşmergeyekî hêja- di têkiliyên dîplomatîk ên li Ewropayê de, gavek girîng a avakirina bingehek jiyanî ye ji miletê Kurd re. Divê ev kar neyê hiştin bo PKKê û hêzên paramîlîter ên dewleta tirk ên di bin fermana wê de û çapemeniya wê.

Şeyhmus Ozzengin/23.01.2026