Rojava Kurdistanê di navbera netewperwerîya Barzanî û îdeolojiya Ocalan de

Di pêşketinên dawîyên li Sûriyeyê de, pirsgirêka kurd ji her demê bêtir bi du nêzîkatiyên siyasî û rewşenbîrîyên cuda ve girêdayî bûye: nêzîkatiyek pragmatîk, neteweperest û dîplomatîk ku ji hêla serok Mesûd Barzanî ve tê temsîlkirin, û nêzîkatiyek îdolojîk û navneteweyî ku ji ramanên Abdullah Ocalan, nemaze têgeha “Biratiya Gelan” derdikeve. Berawirdkirina van her du nêzîkatiyan nîşan dide ku çima rola Barzanî bi gelemperî ji bo berjewendiyên kurdên Sûriyeyê xizmet kiriye, lê xeta ramanêya Ocalan bi rastî pozîsyona kurdan li Rojava qels kiriye.
Di bûyerên dawîyên li Sûriyeyê de, Mesûd Barzanî rolek bi bandor di xurtkirina pozîsyona siyasîya kurdan de lîstiye, her çend bêyî destwerdana leşkerîya rasterast be jî, lê belê girîngiya serok Barzanî her gav li ser Yekîtiya navxweyîya kurdan, realîzma siyasî û têkiliya bi aktorên herêmî û navneteweyî re bûye. Barzanî li ezmûna Herêma Kurdistanê wekî modelek nisbî dinêre; modelek ku nîşan dide ku destkeftiyên kurdan tenê dikarin werin domandin ger ku ew bi hevsengiya hêzêya herêmî, dîplomasiya çalak û rewatiya navneteweyî re bin. Hewildanên Serok Barzanî yên ji bo kêmkirina valahiya di navbera tevgerên kurdî yên li Sûriyeyê de û dûrxistina kurdan ji pevçûnan, bi rastî ji bo berjewendiyên wan yên demdirêj xizmet kirine.
Berevajî vê, Abdullah Ocalan û tevgera wî, bi pêşniyarkirina ramana “Biratiya Gelan”, hewl dane ku pirsgirêka kurd di çarçoveyekê de ku ji nasnameya neteweyîya kurd wêdetire, pênase bikin. Her çend ev slogan bi eşkereyî têgehên wekî jiyana hevbeş û înkarkirina neteweperestiyê pêş dixe jî, lê belê di pratîkê de bûye sedema qelskirina daxwazên neteweyîyên taybetîyên kurd. Li Sûriyeyê, ev nêzîkatî bûye sedem ku ewlewiyetên îdolojîk li ser berjewendiyên rastînên gelê kurd serdest bibin, û deverên kurdî bûne qadeke pêşbaziya herêmî û zextên ewlehiyê. Vê yekê jî jîngeheke saxlem ji boy serdestiya dewletên dagirkerên Kurdistanê û bindestiya zêdetir ya gelê kurd ava kirîye.
Ocalan bi metoda “Biratiya Gelan” ku di esla xwe de weke xulamtiya gelê kurd ji gelên din yên herêmê bi taybetî jî gelê tirk tê, kurd ber bi asoyeke tarîve birine, rê li ber kurdan daye berzekirin û êdî kurd bi taybetî li Rojava û Bakur nema bikaribin daxwaziyên xwe yên netewî bi awayekî rast bînin ziman û daxwaz bikin.
Ev îdeolojiya seqet ku bi piranî li Rojavayê Kurdistanê hatiye tesbîtkirin, ji aliyê rayedarên Rojava ve bi taybetî Aldar Xelîl û Salih Muslim ve tê cîbicîkirin, ev kesane kurdan dikin sotemenîya cîbicîkirina vê îdeolojiya seqet ku ji xeynî bin destiyê tiştek din ji kurdan re neaniye.
Pêşhatên dawiyê yên li Rojava Kurdistanê pêkhatî bi zelalî eşkere dike ku gelên herêmî ti carî kurdan weke birayên xwe qebûl nakin, bikar anîna kurdan ji boy cîbicîkirina projeyeke bi vî awayî jî ji xeynî îxaneteke mezina Niştimanî tiştek din nîne, bûyerên li Rojava pêkhatî bi zelalî ji me kurdan re dibêjin ku divê em ji vê xewa giran ya biratiya gelan şiyar bibin, jiberku ti gelekî herêmî me kurdan weke birayên xwe nabîne, ew hertim hewl didin me bin dest bikin, mafên me yên siyasî, çandî û netewî ji me bistînin û me bi bindestiyê razî bikin, ev gelane bi tenê biratiyê wê demê qebûl dikin ku her tişt di destê wan de be û kurd daxwazên xwe yên netewî paş guh bikin, loma jî ger rayedarên Rojava dixwazin hêjan ji kurdan re basî biratiya gelan bikin, ji kerema xwe bila herin û niha li Tebqa û Reqayê vê projeya xwe cîbicî bikin, ewê li wir baş fêm bikin ku tiştek bi navê biratiya gelan hebûna xwe tuneye û pêwîst nake ciwanên kurd bikin sotemenîya vê projeyê.
Teqezkirina Ocalan li ser “Biratiya Gelan” bi taybetî bi dewletên herêmî, nemaze Tirkiyeyê, û bêbaweriya wî ya bi dîplomasiya kilasîk re, bedelên giran li ser kurdên Sûriyeyê ferz kiriye. Encama vê siyasetê ne xurtkirina mafên kurdan, lê tecrîda siyasî, gefên leşkerî yên domdar, û dûrxistina gav bi gava kurdan ji pêvajoyên biryardayînêyên fermîyên li ser pêşeroja Sûriyeyê bûye. “Biratiya Gelan” di pratîkê de nekariye kurdan ji van zextan biparêze û bêtir bûye amûrek îdolojîk ku rastiyên desthilatdariyê paş guh dike.
Berevajî vê, Barzanî bawer dike ku bêyî destnîşankirina berjewendiyên taybetîyên kurd û bêyî têkiliya maqûl bi jîngeha herêmî re, tu slogan nikarin mafên neteweyekê garantî bikin. Ev cudahiya sereke di navbera her du nêzîkatiyan deye: Barzanî siyasetê wekî amûrek ji bo parastina neteweyê dibîne, lê xeta Ocalan neteweyê dixe xizmeta îdeolojiya xwe.
Di encamê de, dikare were gotin ku rola serok Barzanî di bûyerên dawîyên li Sûriyeyê de, bi tekezkirina li ser realîzmê, yekitiya kurdan û dîplomasiyê, bi gelemperî ji bo sûda kurdên Sûriyeyê bûye. Berevajî vê, rola Abdullah Ocalan û îsrara wî li ser têgehên wekî “Biratiya Gelan”, her çend ji hêla teorîk ve balkêş be jî, di pratîkê de pozîsyona siyasîya kurdan qels kiriye û lêçûnên wanên mirovî û ewlehiyê zêde kiriye. Ezmûna Sûriyeyê nîşan dide ku di cîhana siyasetê de, siloganên bê hêz û dîplomasî ne tenê bêkêrin, lê di heman demê de dikarin wêranker bin jî.