Li Ser Çend rojên Şer Şîrovekirina Egeran!

Bandora İmralı li ser Rojavayê Kurdistanê!

Şerê ku di 28.02.2026an de destpê kir, îro derbasî roja pêncan bû. Ev şerî di navbera Emerîka-Îsraîl û Îranê de roj bi roj geş dibe. Li gorî agahiyên nûjen, Emerîka û Îsraîl operasyonên hevkariyê yên wek Epic Fury” (Emerîka) û “Roaring Lion” (Îsraîl) pêk tînin; di armancên wan yên êrîşên ser Îranê de, sîteyên leşkerî, nûkleer û serokatiya Îranê bixwe heye.

Di roja yekem de, Serokê Bilind Ayetullah Alî Xamineyî re gelek serokên din jî hatin kuştin. Di nav van kujtîyan de, serokê dadgehê, serokê artêşê, serokê parastina leşkerî, serok û serkirdeyên îstîhbaratê û artêşê jî hene. Îran bi fûze û dronan bersiv dide, ku hedef Emerîka, Îsraîl û hevalbendên wan (weke Erebistana Siûdî, Îmaratê, Bahreynê) dikin. Îran bi vê berfirehkirina êrîşên xwe re, ênîya şer berfireh dike.

Di vî şerî de hejmara miriyan li Îranê ji 787 derbas dibe û piranîyên van kujtîyan leşker, serkirde û berpirsîyarên rejîmê ne. Di vî şerî de çend leşkerên Emerîkî jî mirine. Îran bi taybetî bi fûze û dronan, êrîşî ser Îsraîlê dike û heta niha hejmara Îsraîlîyên ku hatine kuştin nêzî 11-12 kes e. Têd îdia kirin ku 11 kes jî wunda ne. Dibe ku di bin kavilan de mabin. Evana hemû kesên medenî ne. Ji ber ku Îran raser Îsraîlê û gelê Îsraîlê dike hedef, ne binkeyên dewletê.

Li gor banga serkirdeyên Îranêya ji bona hevalbendên wê yên Bereya Îslamî, heta niha tenê Hizbûllah û Haşdî Şabî beşdarî şer bûne. Şer ber bi Libnanê ve jî çû, ji ber ku Hizbûllah ji Libnanê êriş bir ser îsraîlê. Bi piştevanîya Hizbullahê, Haşdî Şabî û rewşa Kendava Farisî û welatên Kendava Eraban bidin ber çavan şer berfireh dibe. Buhayên petrolê bilind dibe û bazarên cîhanî ber bi ketive diçin.

Serokê Emerîka Donald Trump dibêje ku şer dibe ku hefteyan bidome û dibe ku hêzên bejahî werin bikaranîn, bi armanca guhartina rejîmê. Berî şer destpê bike, li gor amadekarî û daxuyanîyên berdest îhtîmala guhartina rejîmê û beşdarbûna şerê bejayî pir hindik bû. Min di nivîsa xwe ya di 20.02.2026 an a bi tirkî de, îhtîmala gühertina rejîmê û beşdarbûna hêzên bejayî ji bona nav Îranê pir hindik dabû nîşan. Lê bi destpêkirina şer, helwesta Îranê û belavbûna şer re, niha ev îhtîmal pir zêde bûye, ji ber ku gelek serok û rêveberên Îranê yên sîyasî û leşkerî jî hatin kuştin û Trump di gotarek xwe ya nû de dîyar dike ku “piraniya kesên ku di hişê me de hebûn mirin.”(!) Ev jî agahîyek nû ye ku bi xwe re gavên nû bîne.

Lê belê, Îran hîn jî berxwedanê dike û şerê demdirêj dibe. Ev jî pêwîstîyê bi xwe re tîne, ku dagirkirina bejahî derbixe pêş. Di şerên berê de (weke protestoyên 2025-2026ê), rejîm lawaz bûye, lê hîn jî li ser piyan e. Eger şer dirêj bibe, rejîm dibe ku hilweşe, lê ew girêdayî ye bi piştevaniya hundirîn û biryarên Emerîka û Îsralê  ve girêdayî ye. Ev biryarên Emerîka û Îsraîlê jî divêtîya wan bi kualîsyonek berfireh ve heye.

Azerî, Kurd, Belûc û Ereb!

Bii gelemperî, hemû miletên ku li Îranê hene di bin zilmê de ne û ji rejîmê nerazî ne; ji ber kuştinên neheq, qedexekirinên çandî û aborî û dagirkirina welatên wan. Di protestoyên 2025-2026ê de, nerazîbûn li herêmên etnik belav bûn, nemaze li Kurdistanê, ku Kurd 17% ji nifûsê pêk tînin û bi giranî hatin tepisandin. Di wê demê de ji girtî û kuştîyan ji 47% Kurd bûn. Belûc û Ereb jî di nerazîbûnê de beşdar bûn û Azerî 24% ji nifûsê jî daxwazên xwe hene.

Di şerê niha de, eger rejîm hêzên xwe ji van herêman vekişîne, ihtîmala serhildanên etnik heye – wek serhildanên Kurd û Belûcan ku dibe ku herêmên xwe kontrol bikin. Ev dibe ku bibe sedema parçebûnê, lê piraniya van komên daxwazên federalîzmê dikin, ne serxwebûnê.

Dibe ku Îranek federal derkeve?

Belê, eger rejîm hilweşe, dibe ku sîstemeke federal were ava kirin, da ku daxwazên etnikî werin cîbicîkirin. Kurd, Belûc, Ereb û Azerî bi gelemperî daxwaza otonomiyê dikin, di çarçoveya Îranê de, ne parçebûnê. Di dîrokê de, weke piştî Saddam li Iraqê, ku herêmên etnik otonomiyê bidest xistin. Lê ev li Îranê bi mercên navnetewî ve girêdayî ye. Ji ber ku niha ev mesaj di daxûyanîyên aktorên şer de ne dîyare. Îhtîmal heye ku ev rewş bi dirêjbûna şer û beşdarbûna şerê bejayî re zalal bibe, ku siyasetên piştî şer û piştevaniya navneteweyî di vî warî de derkeve pêş.

Di derbarê vî şerî de îhtîmala ku Çîn û Rusya aktîf piştevaniya Îranê bikin û bikevin şer di çi astê de ye?

Ez hinek li ser vê hêlê jî rawestim. Ez dikarim rehet bêjim; herdû welat jî êrîş şermezar kirin û banga diyalogê kirin, lê ihtîmala ketina rasterast kêm e. Rusya S-400 û balafirên şer pêşkêşî Îranê kir û Çîn jî divêtîyên xwe yên neftê, 80% ji hinardeyên Îranê dikire. Lê hevalbendiyên wan bê peymanên parastinê yên leşkerî ne. Rusya bi şerê Ûkraynayê mijûl e û Çîn nikare hêzê bişîne.

Piştevaniya wan dibe ku aborî, îstîxbaratî û alavên çekdarî be, lê ne leşkerî rasterast. Eger bikevin, şer dibe ku ber bi Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ve biçe, bi beşdariya NATO, Asyayê û Kendavê, ku wê bibe felaketeke mezin bi bandorên aborî û mirovî.

Lê li gorî analîzên pîspor û stratejîstan ev ne muhtemel e, ji ber ku Rusya û Çîn berjewendiyên xwe yên taybet diparêzin û ji welatekî wek Îranê re nakin qûrban.