Bêalîbûna Ragihandî û Şerê Veşartî: Iraq di Navbera Dewleta Fermî û Desthilata Milîsan de

Bêalîbûna Ragihandî û Şerê Veşartî: Iraq di Navbera Dewleta Fermî û Desthilata Milîsan de

Simko Ebdulezîz

Di şerên serdemê de, êdî beşdariya di hevrikiyan de her dem bi rêka beyannameyên fermî yan ragihandina yekser a şer nayê kirin. Gelek dewlet cureyekî şerê ranegihandî encam didin bi şêweyekî weha ku gotara wan a siyasî wek bêalî diyar dike, lê li ser erdî hêzên din bi mentiqekî temam cuda di erkê de ne. Ev nakokiya di navbera gotara siyasî û rastiya meydanî de, îro bi zelalî di nav rewşa Iraqê de tê dîtin, bi taybetî ligel zêdebûna alozîyên navbera Amerîka û Îranê û bandora wê li ser Iraq û Herêma Kurdistanê.

Hikûmeta Iraqê di beyannameyên xwe yên fermî de dibêje ku ew bi wekhevî li hemberî aliyên şerker rawestiyaye û dupat dike ku Iraq naxwaze bibe qada şer. Ev gotara dîplomatîk ji aliyê prensîbî ve tê fêmkirin, çunkî Iraq dizane ku çûna nav rûbirûbûneke yekser ligel Amerîkayê yan ketina nav şerê herêmî yê mezin, dê dewletê bixe ber metrsiyên siyasî, aborî û ewlehî yên gelek mezin. Lê kêşeya rastîn ne di gotara fermî de ye, belkû di rastiya kiryarî ya li ser erdî de ye.

Dewleteke du rû: Desthilata Fermî û ya Sîber

Iraq bi salan e di nav rewşeke du rû ya desthilatê de dijî. Li aliyekî dewleteke fermî heye ku xwedan sazî, artêş û destûr e, lê li aliyê din hêzên çekdar ên li derveyî çarçoveya kevneşopî ya dewletê hene, ku xwedan şiyanên leşkerî yên bi bandor û hegemonyayeke siyasî ya berfireh in. Ev hegemonyaya hanê tenê grûpên xumalî nînin, belkû gelek caran girêdayî torên herêmî yên berfirehtir û hevrikiyên derbasbûyî ji sînorên Iraqê ne.

Di bin sîbera vî şerê li deverê germ bûyî de, ev nakokî bi zelaltir diyar dibin. Her dema ku Bexda bêalîbûna xwe radigihîne, deverên cuda bi taybetî Herêma Kurdistanê tên armanckirin bi rêka moşek û dronan ku cihên sivîl yan jêrxanên hestiyar dikin armancên xwe. Gelek caran ev êrîş ji bo hinek grûpên çekdar ên girêdayî qada Şîî ya çekdar li Iraqê tên vegerandin.

Pirs li ser Konsepta Bêalîbûnê

Ev mijar pirseke siyasî ya bingehîn peyda dike: Erê dewlet dikare bêalîbûnê ragihîne dema hêzên çekdar di nav sînorên wê de beşdar bin di şer de? Konsepta dewleta nûdem li ser wê yekê ava bûye ku tenê dewletê mafê bikaranîna hêzê heye. Dema dewlet vê kontrolê ji dest dide, rewşa dewleta dualî peyda dibe, ku tê de desthilata fermî ligel desthilatên paralel dijî yên ku bandorê li ser biryara ewlehî û siyasî dikin.

Di vî haletî de, bêalîbûna siyasî dibe têrmeke bi pirsgirêk. Cîhana derve helwesta dewletê tenê bi beyannameyan napîve, belkû bi wê yeka li ser erdî rû dide dinirxîne. Ger êrîş ji nav axa Iraqê yan bi rêkya grûpên li nav wê de kar dikin derkevin, wê gavê wêneya bêalîbûnê li cem civaka navdewletî dikeve bin gumanê.

Metrsî li ser Herêma Kurdistanê û Pêşeroja Iraqê

Ji bo Herêma Kurdistanê, ev pêşhat nûnertiya kêşeyeke ewlehî û stratejîka pir hestiyar dikin. Herêma Kurdistanê di dema dehsalên borî de modelekî îstîkrara siyasî û aborî di nav devereke aloz de ava kiriye. Armanckirina jêrxana wê yan cihên aborî ne tenê gefê li herêmê dike, belkû gefê li yek ji giringtirîn hêmanên îstîkrara Iraqê bi xwe jî dike.

Berdewambûna vê dofaqiya desthilatê, dibe Iraqê bibe nav rewşeke aloztir. Dewleta ku kontrola temam li ser biryara şer û aştiyê di nav sînorên xwe de nebe, dê bibe parçeyek ji hevrikiyên herêmî ku wê bi awayekî fermî hilbijartin ji bo nekirine. Ev yek tê wê wateyê ku Iraq îro li ser rêyanekê ye di navbera du bijardeyan de:

  1. Bijardeya Yekem: Bêhêzkirina milîsan û bihêzkirina konsepta dewleta neteweyî, ewa ku çek û biryara ewlehî tenê di destê wê de be û rêgiriyê li bikaranîna axa Iraqê bike wek qada ji bo yekalîkirina hesabên herêmî.

  2. Bijardeya Duyem: Berdewambûna vê hevsengiya lerzok di navbera dewlet û hêzên çekdar ên paralel de, ku ev rêye metrsiyên gelek mezin ji bo îstîkrara siyasî ya welat di pêşerojê de bi xwe ve digire.

Iraq, bi dîrok û giraniya xwe ya herêmî, hêjayî wê yekê ye ku dewleteke xwedan biryara serbixwe be, nexwe bibe meydan ji bo şerê kesên din. Gehiştina bi vê armancê pêdivî bi wêrekiyeke siyasî heye ji bo avakirina konsepta dewletê li ser bingehê serweriya qanûnê û yekgirtûyiya biryara ewlehî. Dewleta kontrola çekê xwe neket, nikare bêalîbûna xwe bisepîne, û ew dewleta bêalîbûna xwe ji dest dide, dê xwe hêdî hêdî di nav şerekî de bibîne ku tu caran ranegihandibû.