YEKITÎ Û YEKRÊZIYEKE ÇAWA Û BI KÊ RE???

YEKITÎ Û YEKRÊZIYEKE ÇAWA Û BI KÊ RE???

Bûbê Eser

Dema compitorek kar nake ya jî dereng kar dike, hard diskê wê tuje bû ye, pêwîste ku ew bê formatkirin û programên nû lê bi barkirin da ku baş kar bike.

Loma dibêjim: Li bakurê Kurdistanê jî siyaset hatiye xetimandih. Ne eniyeke Kurdistanî û neteweyî tê damezrandin û ne jî rêxistinên her yek ji wan bi çend kesanin, dibin yek.

Ev jî bi me dide zanîn ku bi vê qûşê em ê negihêjin Mûş e. Loma formatek nû ji siyaseta bakurê Kurdistanê re lazim e. Ew format jî divê adet û toreyên salên 1970 bêne avêtin. Format ango nûjeniyeke bi mejiyekî nû û li gor vê dema nûjen li Kurdistanê bê guncavkirin, lazim e.

Sedema formatan jî ew e ku tu compîtorê ji bername û programên kevn azad dike û yên nû lê siwar dike ku ew bê kêmanî kar bike.

Siyaseta bakurê Kurdistanê jî weha ye. Bi salmezin û bi siyatmedarên ku hê bi mejiyê salên 1970 û îdeolojîk difikirin siyaseteke nûjen ya bakurê Kurdistanê nemeşe. Ji bona bimeşe gavên baş hatin avêtin. Lê mixabin ew gavên hêja ji kesên ku hê li gor rêxistiniya salên heftê tevdigerin tê û hatiye xetimand.

Gelek ji wan camêrana ne xerab in. Lê nikarin li gor demê bifikirin û xwe biguherin. Nikarin ciwanên ji xwe zanetir guhdarî bikin û tehamula wan bikin. Nikarin jinan dinava partiya xwe de çalak bikin. Ji ber ku ew mejiyê wan hê feodalî ye.

Vana dibe sedem ku tevgera bakurê kurdistanê jî hatiye xetimand û gavekê bi pêşde navêjin. Eksê wê roj bi roj wenda jî dikin, lê her ew, wê wendabûna xwe weke serketinê bi nav dikin û li gor wê jî tevdigerin

Ew siyasetmedarên ji salên 1965-80 tên ne ku xerab in. Ne ku naxwazin welatê xwe azad bikin. Ne ku ne dilsozê welatê xwe ne. Lê mejî û aqilên wan nehatiye guherandin. Hê jî piraniya serok û rêberên partiyên Kurdistanî ji wan camêrana ne ku bi wî aqil, fikir û ramanên kevnare nikarin ji bona nûjeniyên baş erka xwe pêk bînin.

Piraniya wan bedelên mezin dane. Berxwedanên hêja kirine, ketine zîndanên dagirkeran. Lê mixabin ew îro li rewşa niha ya cîhan û Kurdistanê naguncin. Ne ew xwe diguherin, ne  jî em dikarin wan biguherin.

Loma tenha rê ew e ku ciwanên hêja rêvebirî û serokatiyê ji destê van kesana derxin da ku ew bikaribin bibin motor. Lê qîmet û rûmeta mezinên xwe bigirin. Ji tecrûbe û tekoşîna wan dersan derxin da ku bikaribin astengên pêşiya tevgera bakurê Kurdistanê ji holê rakin.

Niha tecrubeyên gelek hêja û mezin me bi hevre dîtinin. Me dît ku karê ji bona yekrêzî û bi hevre karkirin bi salan tê kirin. Lê ew kar û xebatana, tê li derekê asê dibe, disekine û gavek nema bi pêş dikeve. Sedem salmezinên rêvebirin ku hin kursî û meqam an berpirsî bi dest xistine.

Di dema ciwaniyê de mirov tenha ji bona azadiya gelê xwe kar û xebatê dike. Mirov kursî û meqaman nafikire. Karê ewil azadiya kurdistanê ye ku bi me re dixuliqe. Lê dema mirov di nav salan de dihare rewş û rol tê guherandin. Êdî mirov dixwazî bibe rêberek.

Dema ku rêberî an serokatî bi dest mirov jî dikeve, mirov weke benişt bi wê ve dizeliqe. Ne dikare guherandinan bike ne jî dihêle herikandin bibe. Yên bixwazin bikin jî em bi xwe ya eşkere ya jî bi dizî li dij wî/ê radiwestin.

Heger ne weha be. Îro ji her demê bêtir pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji yekitî û yekrêziya nava mala xwe heye. Çi hewldan tê kirin jî di hamleyên dawî de hin pêhîna xwe lê dide ku ew xerab dibe.

Yanî siyaset li bakurê Kurdistanê bûye weke holîka zarokan. Di dema zarokitiyê de, me ji xwe re holîk çê dikir. Ji qedandina holîka me re hindik dime, ji ber ku ne diket serê me, me ew xerab dikir û dest bi yeka nû dikir.

Nayê bîra min ku me tu holîkên xwe bi serfirazî qedand. Niha rewş siyaseta bakurê Kurdistanê jî weha bû ye. Ji bona yekitî û yekrêziyê bi salan kar û xebat dibe ku mirov li bendê ye ew ji raya gitştî re bê diyarkirin, hin pêhînekê lê dide û xerab dikin.  Piştî wê jî ji nû de dest bi karê yekîtî û yekrêziyê tê kirin ku êdî bawrî jî namîne.

Ya baş em dest ji vê siyaseta ku em nikarin bibin xwedî yekîtî û yekrêziyeke baş, bikşînin. Herkes an her partî bila berê di nava xwe de ji bona vê kar bike. Endamên xwe fêrî çanda yekrêzî û yekitiya neteweyî bikin.

Ciwan divê hewl bidin Serok û rêvebirên salmezin, ji rêvebirtiya partiyan dûr bixin. Ew bi xwe însiyatifê bigirin ku ev êşa serê sed salan e ku nehatiye çareserkirin, halekê jê re bîbînin da ku bê çareserkirin. Bi kadroyên salmezin ku her yek ji wan bi çend nexweşiyanin, êş û derdê me ya yekitiyan nayên çareserkirin…

Çareserî mejiyekê zelal, baweriyeke xurt û neteweyî em dikarin bibin xwedî yekrêzî û yekitiyeke neteweyî da ku dost û dijmin jî êdî hesabên me bikin.