PKKe di mirina xwe de jî dev ji derew û kîna li hamberî hikûmeta Herêma Kurdistanê bernade

PKKe ya hilweşiyayî çend rojekin dîsa maşîna derewên xwe êxstiye kar û nûçeyên li dijî hikûmeta Herêma Kurdistanê û hêzên wê yên ewlehiyê parvedike, PKKe ya ku bi salane bi sedan gundên Herêma Kurdistanê û parêzgeha Duhokê dagir kirî, navên wan guherandî û kirine meydanên şer, îro hatiye dibêje: «Hêzên PDKê pêşiya xelkê deverê digin ji bo ku venegerin ser gundên xwe».
Ajansa ANFê ya PKKê roja şemî 20 Xizîrana 2026ê nûçeyek bi sernavê «Xelkê Şêladizê hişyariya dawî da PDKê ku vegerên ji bo gund asteng dike», parvekir.
Di vê nûçeya xwe de PKKê ku piştî bi fermana «Xapo yê Îmraliyê û xalê wî yê Baxçelî» xwe hilweşandî û navê xwe bo Tevgera Apoyî guherandî, careke din kîna xwe li dijî hikûmeta Herêma Kurdistanê, PDKê û xelkê deverê bi taybetî parêzgeha Duhokê aşkere kir, PKKe dixwaze bi van hewlên xwe yên pûç, binketinên xwe û radestkirina herêmên ku bi dehan sale li jêr kontrola wê bo dewleta Tirk veşêre, tevî vê jî xelkê wan gundan bixapîne, gundên ku bi dehan sale PKKê bi xwe dagir kirî û kirine meydana şer û xelkê wê koçber kirî.
Hewlên PKKê bernameyên hikûmeta Herêmê yên avaedankirina gundên Duhokê ranawestîn in
Rêxistina PKKê îdîa dike ku hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêşiya xelkî digrin û rê bi wan nade vegerin ser gundên xwe.!!
Lê di hefteya rabûrî de Rêber Ehmed wezîrê karên navxwe yê Herêma Kurdistanê di serdaneke meydanî de bo gundên parêzgeha Duhokê yên sînorê Amêdiyê ragehand ku komîte hatine pêkanîn ji bo pişkinîna deverê ji bermayîkên şer weke mîn û teqemenîyan û got: Ewan dest bi mekanîzmên guncaw bo vegera xelkê bo gundên wan kirine, ji bo ku piştre ew gund careke din werin avadan kirin û xizmetguzarîyên hikûmeta Herêmê bo bên dabîn kirin.
PKKe, wek pençeşêrê ketiye di Herêma Kurdistanê de û ziyan bi her der û alî xistiye, ji roja ku ev rêxistina dije Kurd hatiye nav xaka Kurdistanê de, wê şerê li dijî hikûmeta Herêmê ji şerê li dijî dewleta Tirk bi rûmet tir dît, PKKê li ser vî bingehî çekdarên xwe perwerde dikirin, belku zêdetir wê têkdana take parçeya azad bi dozeka rewa, xebat û tekoşîn ji bo xwe hesab dikir.
Ji demê ketina di nav xaka Başûr da, PKKê bi sedan gund, deverên bi çandin û geştûgozarê dewlemend dagir kirin û ji bo xwe navên aşopî lê kirin, wek herêmên «Parastina Mediya», baregehên xwe lê danan, bac ji welatiyan stand, wê pitirî 650 gundan dagir kirin bi taybet li sinorê parêzgeha Duhokê û kirine deverên serbazî, ev jî bû eger ku ziyaneke mezin hem bi welatîyên wan gundan bikeve û hem bi aborîya welat.
PKKê 658 gundên Başûrê Kurdistanê dagir kirine
658 gundên Başûrê Kurdistanê bi egera PKKê vala mabûn û welatîyên wan koçber bibûn, ev gund li sînorên parêzgehên Duhok, Hewlêr û Silêmaniyê ne, lêbelê piranî jê li Duhokê ne.
Ji sercema van gundên Başûr 361 gund yên parêzgeha Duhokê ne û piranî jê li devera Amêdiyê ne, heger em bi rêja sedî bas bikin, rûberê devera Amêdiyê dibe 2716 km2, ji vî rûberî 70% di destê PKKê de ye.
Li devera Zaxo jî nêzî 100 gundan ji aliyê PKKê ve hatine dagir kirin û welatîyên wan koçber bûne, bi rêjeya sedî xaka Zaxo dibe 1378 km2 û 30% ya vê xakê li jêr kontrola çekdarên PKKê ye.
Heger li astê parêzgeha Duhokê bi axivîn, ev çende dê bo me derkeve, 34% xaka parêzgeha Duhokê ku dibe 6553 km2 li jêr kontrola çekdarên PKKê ye.
Tevî vê ziyan û zilma ji serê PKKê geştiye xelkê parêzgeha Duhokê, îro jî PKKe hatiye dixwaze bi parvekirina nûçe û agahîyên derew, şikestinên xwe û rêberê xwe yê ku destê Kurdan berdayî û destê nejadperestên weke Baxçelî girtî veşêre.
PKKê li van gundan çi dikir?
PKKê ji demê dagirkirina van gundan rê neda hikûmeta Herêmê wan gundan avadan ke û xizmetê jêra pêşkêş bike, her çende ku hikûmeta Başûrê Kurdistanî ji destpêka salên notan ve, dest bi avadankirina gundan kiribû û xizmetguzarî bo kirbûn, lê belê PKKê ev gunde kavil kirin û dest bi ser da girt, zalgêhên xwe li dorbera gundan danan, bac ji welatîyan distand, baregehên serbazî û meşq û perwerdekirina çekdaran lê ava kirin, hemwext cihên jêr erd yên veşartina çekan, bi kurtî ev gunde kirine deverên temam serbazî.
PKKê ev gund û deverên dagir kirîn li Duhokê bo 4 herêman dabeş kirin, ew jî herêmên «Heftenîn, Metîn, Zagros, Zap, herwiha Gare û Berê Garê», li her herêmekê baregeh, goristan û nexweşxaneyên taybet bi xwe ve çêkirin, li gel deverên dagirkirî yên Hewlêr û Silêmaniyê jî navê herêmên «Parastna Mediya» lê kirin, li Şingalê jî navê herêma xweser.
Ji blî çalakîyên serbazî, bac li ser hatin û çûyin û veguhestina kel û pelan dana, demê ku welatî û bazirgan razî nedbûn bacê bidin PKKê, ew dihatine qetl kirin, PKKê ev devere wek rîyekê bo karên qaçax li nêvbera Îraq, Îran û Tirkiyê bikaranî, bi gotinek din wan ev devere wek tranzêtekê bo bazrganîya maddeyên hişberê lê kir û navend û sazîyên navdewletî bi taybetî Întêrpolê ev yek piştrast kirîye.
PKKê di ser wê sitem û zordarîya ku li welatîyên wan gundan dike, bi awayekê hov û bê rehmane ew welatî tesfîye dikirin ewên ku daxwaza gundên xwe ji PKKê dikirin, bi sedan welatîyên gundên Amêdiyê û Zaxo di vê rîyê de giyanê xwe kirine qurbanî.
Di vê lînkê de agahîyên temam û navên wan 658 gundên Herêma Kurdistanê û parêzgeha Duhokê hene yên ku PKKê bi dehan salane dagir kirîn û rê neday xelkê wê gundên xwe avadan bikin:
PKK e bi zanebûn abûr û torîzma Başûrê Kurdistanê hedef dike




