Nurettin Demirtaş daxuyaniyên balkêş li ser dewletbûnê dan: “Dewlet li hember civakê amrazê zilmê ye”

Endamê Birêveberiya PKKê Nurettin Demirtaş (birayê mezin ê siyasetmedar Selahattin Demirtaş) di hevpeyvîneke nû de derbarê modêla siyasî ya Tevgera Kurdî û paradîgmaya “Dewleta Kurdî” de daxuyaniyên nîqaşber dan. Demirtaş ragihand ku ew avakirina dewleteke neteweyî wekî astengiyeke sereke li pêşiya azadiya civakê dibînin.
Demirtaş di nirxandinên xwe de pişta xwe da nêzîkatiya Rêberê PKKê Abdullah Öcalan û rêze prensîbên bingehîn ên tevgerê bi van gotinan anî ziman:
“Rêber Apo dibêje; eger hêza me hebûya ku em tevahiya cîhanê vegirin, cardin me dewletek Kurdî nedixwest. Sosyalîzm û dewlet, an jî azadî û dewlet nikarin bi hev re bijîn. Dewlet her tim li hember civakê zilmkar e û astengiyek li pêşiya azadiyê ye. Li ku derê dewletek neteweyî hebe, li wir potansiyela pevçûnan jî heye.”
Di parçeyekî din a hevpeyvîna xwe de Demirtaş di warê çareserkirina pirsa neteweyî de bal kişandi ser prensîbên îdeolojîk ên mîna Marksîzm û Lenînîzmê û tekez kiri ku modela dewlet-neteweyê xizmetê li aramiya civakî nake.
Van daxuyaniyên Demirtaş di nav derdorên siyasî yên Kurdî de bûn sedema nîqaşên germ. Rengê rexneyan balê dikişîne ser wê yekê ku avêtina daxwaza dewletbûnê, bandoreke nerênî li ser hestên neteweyî yên Kurdan dike û siyaseta desthilatdariya li herêmê meşrû nîşan dide.
Hinek çavdêrên siyasî diyar dikin ku ev paradîgma ji aliyê civakê ve bi temamî nehatiye têgihiştin; çerxa guherîna îdeolojîk a PKKê ku di destpêkê de projeyeke dewletbûnê bû û paşê veguherî “konfederalîzma demokratîk”, bandoreke kûr li ser paşeroja siyaseta Kurdistanê dike.