Derket holê ku Evdila Ocalan li Îmraliyê bi pênc serkirdeyên PKKê re, ku ji aliyê Duran Kalkan û Sabrî Ok ve dihat birêvebirin, hevdîtin pêk anîye.
Bi pêvajoya ku bi hilweşandina PKKê ji aliyê Evdila Ocalan ve di 27 ê Sibata 2025 an de dest pê kirî, di navbera PKKe û dewleta Tirkiyê de trafîkekî balkêş a danustandina dest pê kir. Ev demeke destê kî di berîka kê da ye nedîyar e.
Kurd ji van civînên veşartî yên li ser çarenûsa xwe (Kurdan) bêxeber in. Daxuyaniyên PKKê yên di çar mehên dawî de, ku îdia dikin “Bi Serok Apo re hevdîtin çênabin, pêvajo rawestiyaye”, derew derketin. Derket holê ku Ocalan û rêveberiya PKKê li Îmraliyê gelek caran hevdîtin pêk anîne.
Kî beşdarî hevdîtinan bûye?
Hate ragihandin ku Ocalan di 2-3 ê Sibatê de li Îmraliyê bi rayedarên PKKê Duran Kalkan (Ebbas Turk), Sabrî Ok, Helîn Turk (Nîlûfer Çoban), Raperîn Dêrsim (Ozlem Alpaslan), Bişar Qoser (Ehmet Yildirim) re hevdîtin pêk anî ye.
Yanî şandeya serkirdeyên PKKê 2 rojan li Îmralîyê mane û qeydên axaftinên wan ên bi Ocalan re di çapemeniyê de hatin weşandin. Em ê van destnivîsên ku ji 41 rûpelan pêk tên bi sernivîsan berhev bikin û di rojên pêş de bi sernavê “Darka Mazî” biweşînin.
Şande çawa çû?
Li gorî agahiyên me, ew şande bi balafireke veşartî ya ku ji aliyê Tirkiyê ve hatibû şandin bû balafirgeha Silêmaniyê ji wir çûne Tirkîyê. Balafir li Balafirgeha bajarê Bursa yê daketiye û ji wir şande çûye Îmraliyê.
Bi rastî, dewleta Tirkiyê heta niha gelek şande ji Rojava û Silêmaniyê birine Tirkiyê.
Gelo şandeyên din jî çûne Îmralîyê?
Darka Mazî yekem çapemenî bû ragihand ku serkirdeyên PKKê çûne Îmraliyê û bi Ocalan re civiyane. Her çend PKKe û derdora wê ya nêzîk wê demê nûçeyên me red kirin jî, rastî hêdî hêdî derket holê.
Darka Mazî di Hezîrana sala borî de cara yekem nivîsand ku Besê Hozat û Sabrî Ok çûne Îmraliyê.
Di nûçeyekê de ku me di 5 ê Gulanê de weşandi bû, me ragihand ku şandeyek ku navên wekî Duran Kalkan û Helîn Ûmît tê de ne, çûye Îmraliyê.
Me di 9 ê Gulanê de jî ragihand ku Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed li Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin pêkanîne.
Li gorî agahiyên ku niha di destê me de ne, Duran Kalkan di dawiya Hezîranê de, ji bilî Sibatê, cara duyemîn çûye Îmraliyê. Her wiha, Cemil Bayik di hefteya duyemîn a Tebaxê de çûye Îmraliyê. Wekî Darka Mazî, em ê di demek nêzîk de li ser van her du agahiyan daxuyaniyekê belav bikin.
Notên hevdîtinan li gel Darka Mazî hebûn lê wan neweşandin
Bi rastî, wekî grûpa Darka Mazî, notên hevdîtinê yên Duran Kalkan bi Ocalan re di Sibatê de jî hebûn. Lêbelê, me ji bo zelalkirina pêvajoyê, weşandina wan guncaw nedît.
Lê bele paşê, dezgehên din ên medyayê ew weşandin. Notên hevdîtinê hem ji hêla dewlet û hem jî ji hêla aliyên di nav PKKê de ku ji pêvajoyê nerehet in, ji medyayê re hatin şandin û deşifre kirin.
Ji bilî çîrokên Ocalan bi keçan re melevangehê de, û gotina Ocalan ji Duran Kalkan re, “Min digot qey dijmin tû şandîye nava me”, ev nûçeyên magazînî em ê di rojên pêş de planên ku wan di derbarê Herêma Kurdistanê û dijî rêbaza sîyasî ya Barzanî de çêkirine beş bi beş belav bikin.