Nirxa petrolê bi qasî 1% bilind dibe

Nirxa petrolê îro bilindibûneke berçav tomar kir û bi qasî 1% bi hember kirin digel nirxa roja eynîyê blind bû.

Li bazarê cîhanê îro blindibûneke mezn di nirxa petrolê de hat dîtin, dema yek bermîla petrola brêntê bi qasî 1% blindibûy û gehşitîye asta 61 dolaran.

Herweha petrola rojavayê Emerîkayê ku bi Teksas tê naskirin, bazarê wê herî germ bû û di ser asta 56 dolaran da, hat bazar kirin.

Bilindibûna îro ya nirxên petrolê bi rêjeya 1% tê xemlandin anku bi nêzî dolareka Emerîkî.

Pêşdeçûna danustanên Emerîka û çînê jibo bi dawî înana alozyên bazirganî yên di nêvbera wan de, tê pêşbînî kirin sedema sereke ya wê blindibûnê bin.

Pustên heman beş