Dîyar Dêrsim û bêrêzîya hember Ala Rengîn…

Bûyerên li konsera sitranbêj Dîyar Dêrsimî ya li Stuttgartê bûn rojeva medyayî. Di dema konserê de alayek Kurdistanê li ser milê Diyar Dêrsim hate danîn. Û dû re pêla nîqaşa dest pê kir
Komek ciwanên ji Rojava çûn û alayek Kurdistanê li ser milê Diyar danîn. Piştre rayedarek Elman derket ser dikê û alayê li ser mile wî hilda. Diyar berî ku erkdarê Elman were milê xwe dirêjî rayedarî kir ku were alayê hilde. Piştre di navbera erkdarên salonê û ciwanên Kurdperwer de nîqaşek derket.
Di encamê de, bûyer di medyayê de hate ragihandin û di nav Kurdan de bû mijarek sereke. Gava ku bûyer bala xelkê kişand, Diyar Dêrsim û hûnermendên PKKê ji bo parastina Dîyar seferber bûn. Ger medyayê ew negotiba, yên ku Diyar diparastin dê di nav xwe de bigota, Me ders da van Kurdên neteweperest ên paşverû û hwd. Lê gava ku bûyer di medyayê de hate ragihandin û bertek ji Kurdan çêbû, rewş guherî. Ji ber ku, di dawiyê de, Diyar stranan dibêje û ji vê xebatê dahatiyek girîng, heta pir baş, qezenc dike. Diyar xwedî hin şopîneran e, bi taybetî li Başûrê Kurdistanê. Bêrêzîya Dîyar bû ala rengîn dê zirarê dide darayî û hem jî nav û dengê wî. Wekî din, sitranên Diyar ji bo PKKê amûrek baş a propagandayê ye. PKKê Diyar tîne konsertên Qendîlê li Başûr, bi taybetî ji bo kişandina girseya Başûr. ew bandorê li ciwanan dike. Ji ber vê yekê, ew hemî hewl didin ku nav û dengê Diyar zindî bihêlin.
Diyar û derdora wî ya PKKê, bi gotina ” Xwe parastina herî baş êrîş e”, her kes xistine ber rexneyan, heta heqaretê jî dikin. Li gorî Dîyar û Apocîyan; sê ciwanên ku ala Kurdistanê ji ber ku ew jê hez dikin anîne holê weke provakator, Kurdên di holê de ku hewl dane mudaxele bikin jî weke provakator, Dilbixwîn Dara ji ber ragihandina nûçeyan weke provokator, kanalên televîzyonê yên ku dîmen weşandine weke xizmetkarên dijmin, û Kurdên ku li ser medyaya civakî rexne kirine derdorên bi “girêdayî dewletê” pênase dikin. Bi kurtasî, Apocî di bêjin ji bilî Diyar her kes sûcdar e, û komployek û provokasyonek li dijî Diyar heye.
Tenê çend meh berê, di meha Sibatê de, Diyar li Silêmaniyê ala ku li ser milê wî hatibû danîn avêt erdê. Dema ku bertek nîşanî wî hat dayîn, ew derket û got, “Na, ne wisa bû, min al nedît.” Û mixabin, hemî dezgehên medyayê yên li Başûrê Kurdistanê, nemaze RUDAW, rêz bûn da ku daxuyaniya Diyar belav bikin û bertekê Kurdan bêwate bikin.
Niha, pirs ev e gelo “Çima Diyar Dêrsim, û ne kesek din, bi ala Kurdistanê dibe rojev?”
Divê kes aciz nebe, li cihê ku agir tune be dû dernakeve” Kes Diyar tohmetbar nake. Tenê hestên rastîn ên Diyar di kiryarên wî de xuya dibin, û mirov ferq dikin. Dûv re, ji bo ku ji bertekên din dûr bikeve, ew hewl dide ku kiryarên xwe veşêre. Ger Diyar bi rastî rêz li Ala Rengîn bigirta û jê hez bikira, wê dev ji lêdana sazê berdabûya dema ku jina berpirsiyar al ji ser milê wî girt, mudaxeleyî rewşê bikira û li kêleka ciwanan Kurd bisekinî ya. Lê ew çi dike? Ew milê xwe ber bi jina erkdar ve dibe, û dema ku rewş gur dibe, radibe û li ciwanan diqîre, “Hûn dixwazin çi bikin?” Paşê, gava fêm dike ku ew zêde çûye, dibêje, “Her kesî ala xwe heye, hwd.”
Bala xwe bidinê ku ew neheqî û heqaretê li ala Kurdistanê di konserê de nabîne; ew wekî ku bilindkirina wê alê bi tevahî normal e diaxive, ew ala naparêze, ew xwe diparêze. Û dîsa, di axaftina xwe de, ew ala Kurdistanê bi wêneyê Ocalan re wekhev dike, dibêje ku wêneyê Ocalan jî hatiye nîşandan. Ew ala Kurdistanê wekî ala “Başûrê Kurdistanê” pênase dike. Ew nabêje Ala Kurdistan. Wekî din, ew kesên ku alayê nîşan dane wekî “provokator” bi nav dike. Bi qasî ku em dizanin, heta niha, ew kesên ku nîşandana ala Kurdistanê wekî provokasyon dihesibandin nijadperestên Tirk û endamên MHPê bûn. Ma Diyar Dêrsim endamekî MHPê ye ku ew kesên ku ala Kurdistanê nîşan didin û bilind dikin weke provokasyon dihesibîne? Xeta Apocî û xeta MHPê nûke li ser yek rêbazê tevdigerin. Ew jî nehiştina nirxên pîroz ên Kûrdistanî ne.
Niha wî heta daxwaza ku rexmê vê bêrêzîya wî lêborîn ji bikin û dibêje “Ez 40 sal in muzîkê çêdikim, ez nahêlim kes kedamin bixwe”
Dibêjin “arşîv nahên ji bîr kirin,” bila em ji Diyar re bibîr bînin ku 5 sal berê, di derbarê şer û erdnîgariyek ku wî qet fêm nekiribû de, wî gotiye, “Pêşmerge kerên Tirkiyê ne, ew bi wan re tevlî operasyona dibin” Te, Diyar, tevgera 100 salî ya Pêşmergeyan wekî “cehş-ker” bi nav kir, te bêrêzî û sivkatî bi nirxên Kurdn kir, te derew kir, te bi zanebûn tovên dijminatiyê di nav Kurdan de çand, ma te ji Pêşmergeyan lêborîn xwest?
Ger medya, nemaze RUDAW, ku Diyar û PKK hewl didin ku zextê lê bikin da ku lêborînê bixwazin û xeletiyên xwe paqij bikin, bikevin nav lîstikên wan û Diyar bêguneh bikin, dibe ku ew ji Diyar jî xerabtir rezîl bibin. Bila Diyar navê xwe di pratîkê de paqij bike ger ew bixwaze. Ne hewce ye ku Dilbixwîn an nûçegîhanên din melaqî bû wî bikin û navê wî paqij bikin.
Ji bo me, ev yek eşkere ye: Dewlet Baxçelî çi qas ji Ala rengîn hez dike Diyar Dersim jî ew qas jê hez dike.