Nirxê dolar li himber lîreyê tirkî bilind bû

Nirxê dolar li himber lîreyê tirkî bilind bû!

Dolarê Amerîkî li hemberê lîreyê tirkî careke din zêde bû û îro dolarekî Amerîkî gihîşt heta 8,36 lîreyê tirkî.

Ajansa Reutersê li ser bilindbûna nirxê dolar analîzek belav kir û tê de ragihand ku yek ji sedema wê bendewariya bo 24ê Nîsanê ya qira Ermenan e ku tê çaverêkirin Serokê Amerîka Joe Biden peyva ‘Qira Ermenan’ a bi destê Osmaniyan bikar bîne.

Herwiha hatiye diyarkirin ku dibe ev daxuyaniya Biden a bo 24ê Nîsanê têkiliyên Enqere û Washingtonê xira bike û ji ber wê jî bûye sedema bilindbûna nirxê dolar.

Reuters wekî sedema duyem jî daye xuyakirin ku daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê Erdogan ya roja Şemiya borî ku gotibû, ew dikarin rezerwên dolar ên Banka Navendî car din bifiroşin jî fişarek li ser lîreyê tirk çêkiriye û bûye sedema bilindbûna nirxê dolar.

Pustên heman beş