Bi derketina Beşar Esed di 8 ê Kanûna Pêşîn de ji Sûriyê û têketina muhalefetê bo Şamê, qonaxeke nû li Rojhilata Navîn dest pê kir. Di krîza Rojhilata Navîn de ku bi dagirkirina Kuweytê ji aliyê Saddam Huseyin ve di Tebaxa 1990 î de derket holê, heta niha ev gurankarî berdewam dikin. Dagirkirina Kuweytê, bûyerên 11 ê Îlonê li Emerîka, têkçûna rejîma Saddam di Nîsana 2003an de û Bihara Erebî ji gava herî girîng a vê proseyê bûn. Û têkçûna rejîma Esed jî yek ji bilindtirîn qonaxên vê proseyê ye.
Serok Barzanî di têkçûna herdu rejîmên dagîrker de rol lîst
Di van 34 salên krîza Rojhilata Navîn de, gelek dewlet û dezgeh li qada siyasî de hebûn. Kêm kesayetî û serokan heta niha şahidî vê proseyê kirine û di navenda siyasetê de cih girtine. Serok Barzanî yek ji wan serokên e ku şahidî tevahiya prosesa krîza Rojhilata Navîn kiriye û di sîyaseta herêmê de xwedî cihekî dîyarker e. Heta em dikarin bêjin ew yek ji kesên herî girîng bû di têkçûna herdu partiyên Baas de ku li ser bingehê çewisandina Kurdistanê û dijmindariya Kurdan ava bibûn.
Xeta Serok Barzanî li hemberî rejîma Saddam rast bû. Ew xwedî têgeha danûstanê bû lê vebijarka şerê çekdarî jî tu carî ji dest dernexist. Saddam vebijêrka danûstanê ne pejirand. Encam Serok di têkçûna wî de roleke giring lîst. Hê zêdetir, generalê xanenişîn yê Emerîkî û Waliyê sivîl yê pêşî yê Iraqê Jay Garner got: “Ger rolê Serok Mesûd Barzanî tune ba, rejîma Saddam nedihat têkbirin.”
Û 20 sal piştî wê, di 10 ê Kanûna Pêşîn a 2024 an de, heyeta Muzakereyê ya Sûriyê di daxuyaniyekê xwe de got “Serok Barzanî roleke girîng di têkçûna rejîma Esed de hebû” û spasiya wî kirin.
Pêşbînîyên sîyasî yên Serok Barzanî di Qonaxa Bihara Ereb de jî Rast Derketin…
Ji 1990 î heta niha, dikarin bêjin siyaseta giştî ya PDK di bin pêşengiya Serok Barzanî de serkeftî bûye. Bi taybetî piştî sala 2011ê û bi Bihara Erebî re, pêşbîniyên Serok Barzanî ji bo Rojava rast derketin. Serok Barzanî eşkere got ku “ji bo Kurdan ên li Rojava alîkariya rejîma Esed kirin siyaseteke şaş bû û divê Kurd bi qasî hêza xwe serbixwe bimînin, têkilî bi muhalefetê re deynin û dîtineke ku vebijarka Tirkiyeyê bi temamî red nake nîşan bidin.”
Bi kuştina Mişel Temo di 7 ê Çirîya pêşî 2011an de, Serok Barzanî tam fêm kir ku armanca rejîma Şamê çi ye. Piştî cinayeta Temo, rejîma Esed Serok Barzanî bo Şamê vexwand. Sedema vexwendinê ew bû ku di bûyerên Sûriyê de bi hev re tevbigerin û Kurdan nêzî rejîmê bikin. Serok Barzanî vexwendina Esed red kir û ne çû. Ewî dît ku rejîma Esed rejîmeke mehkûm bi têkçûnê ye û ji Kurdan re pêwîst nake ku Kurd emrê vê rejîmî dirêj bikin.
Serok Barzanî hemû tecrubeya PDK’ê kir bin xizmeta Rojava de
Cihê vê yekê, Serok Barzanî siyaseteke ji bo yekîtiya Kurdan destnîşan kir. Pêşî bo xurtkirina tevgerên siyasî yên lawaz li Rojava û têkiliyên wan ên derve gav avêtin. Hewlêr kir navendeke sereke ya ku partiyên Rojava jê sûd wergirin. Hemû partiyên siyasî, PYD jî di nav de, li Hewlêrê bicih bûn. Kesên wekî Aldar Xelîl, Îlhan Ehmed û Salih Muslim di cihên herî lûks ên Hewlêrê de hatin mêvandar kirin. Ewlehîya wan hat girtin, û bêyî pasaportên wan hebin mecalê bikarîna firokxaneyan ji wan re hat dabînkirin.
Herwiha, di despêkê de bo PYD’ê gelek hevdîtinên bi hêzên dewletên Rojava re, bi taybetî bi diplomatên Emerîka û Ewropayê re organîze kirin. Têkilî bi Tirkiyeyê re jî hatin kirin.
Gava El Nusra di sala 2012 an de dest bi dagirkirina Serê Kaniyê kir, alîkariya çek û hemû cûre pêwîstî hatin dabîn kirin. Nexweşxaneyên Hewlêrê ji bo birîndarên şer hatin vekirin.
Lê Serok Barzanî dizanî ku bi piştgiriya ji derve, hemî şol nameşin. Lewra ya herî baş yekîtîya hêzên Rojava çêkirin û enîyekî neteweyî damezrandin bû, ji bo vê aramaca serke jî Serok hemû şîyanên xwe pêşkêşî Rojava Kir.
Peymana Hewlêrê hê jî belgeyeke çareseriyê ye ji bo Rojava
Peymana Hewlêrê di 11 ê Tîrmeha 2011 an de di navbera ENKS’ê û PYD’ê de hate îmzakirin. Vê peymanê prenîsîp, çawanî û berpirsiyarî, maf û erkên hevpar destnîşan dikir. Biryara avakirina “Konseya Bilind a Kurd” dikarîbû qederê Rojava biguhrîne. Ger Peymana Hewlêrê bihata cîbicîkirin, ne rejîma Esed ewqas emrê xwe dirêj dikir û ne jî Rojava ewqas koç û ziyan didît.
Hêzên ku Peymana Hewlêrê asteng kirin, PKK, Îran, pêkhateyên Şîa, Rûsya û hinek lobîyên di nav dewletên rojavayî de bûn. Rêveberiya PYD’ê li Rojava, cihê ku ji têgeha PKK’ê derbas bibe, wek baskekî PKK’ê tevgeriya û Peymana Hewlêrê nehat cîbicîkirin. PKK’ê tercîh kir ku Rojava bikşîne nav macereyeke îdeolojîk ya bêyhude ku niha navê wê jî namîne, wek kantonên bêwate.
Serok Barzanî pêvajoya ku bi Bihara Erebî dest pê kir, didît û ne tenê ji bo Rojava, lê ji bo Kurdan jî pêşengiya gavên yekîtiyê kir. Nameyek ji bo Serokê KCK’ê yê wê demê Murad Qarayılan rêkir û karên kongreya neteweyî dest pê kirin.
Lê careke din ew cepheya bi serkêşiya Îranê ku li jor nave wan hate gotin, ji civînên yekîtiya Kurdan gelekî aciz bûn. Astengên İmralîyê weke kota ji bo çepê Tirk daxwazkirin, derxistî, lihevkirina Cemîl Bayık bi Îranê re, ev hemû hewlên xerabker rê nedan ku tiştek baş bo Rojava çêbibe.
Herdu stratejiyên ku Serok Barzanî mimariya wan kir, îro jî bo çareserîya pirsgirêkan roleke erênî dilîzin.
Rexmê hemû astengî û rêgirîyên PKK’ê jî, Serok Barzanî di dema dagirkirina Kobanê de dîsa yekitiya Kurdan esas girt, Peymana Duhokê hate çêkirin, û Pêşmerge şandin Kobanê. Û ya herî girîng, Serok Barzanî hêzên hevpeyman anîn Rojavayê Kurdistanê. Heke Îro, hêzên Emerîkî li Rojava hebin ev yek bi xebata Serok Barzanî çêbû ye.
Di sala 2013an de, ji bo rê li pêşîya koçberîy Kurdan bo Lubnan, Ûrdin û Tirkiyeyê bigire, hikûmeta Herêma Kurdistanê, rexmî hemû tengasiyên aborî jî, daxwaz kir ku Kurdên Rojava derbasî Başûr bibin û 200 hezar rojavayî hatin cîbicî kirin. Ev jî gaveke rast bû. Îro, li Başûr ji Qamişloyê zêdetir rojavayî hene û ev jî demografiyê diparêze.
PKK di hemû pêvajoyê de dijminî li Serok Barzanî kir, hinek mîlîtan anîn ser televîzyonan da li dijî Serok Barzanî bipeyivin. Lê Serok Barzanî, bi hemû dijminiya PKK’ê re, piştgiriya Rojava kir. Di sala 2019an de li hemberî operasyona Efrînê got: “Em ê her tiştê di destê me were bikin da ku gelê Rojava rastî karesatê nehê.”
Li dijî operasyonên Serê Kaniyê derket. Li dijî guhertina demografiya Efrînê derket. Her cure alîkariya madî ji bo Rojava pêşkêş kir.
Îro, pêşveçûnên Sûriyê û Rojava li gorî pêşbînî û siyaseta Serok Barzanî hatine şêwekirin. Û hemû tiştê ku PKK ji bo Rojava pêşbînî kiribû, têk çûn. PKK’ê berîya du heyva digot “ENKS alaya çeteyan hildaye”, niha PKK mecbur ma ku vê alayê bi fermî qebûl bike û dezgeh û sazîyên rêveberîya xweser daliqîne. Wan jî wek Esad, kesên weke Colanî wek çete bi nav dikir, niha navbeynkara dişîne da bi Colanî re danûstandin çêbike. Dîsa ji Serok Barzanî daxwaz dikin rolê xwe bilîze.
Belê, ger PKK stratejiya ku Serok Barzanî di sala 2011 an de ji bo Rojava pêşniyaz kiribû, asteng nekiriba, da îro pêvajoya Sûriyê û Rojava di pozîsyoneke gelek baştir de ba.