Dû bîrên petrola Kerkûkê hatin teqandin

Dû bîrên petrola Kerkûkê hatin teqandin

Li sînorê parêzgeha Kerkûkê du bîrên petrolê hatin teqandin, ev yêk bi bombeyên vedayî hatîye encam dayîn.

li şeva derbasbûyî, Herdû bîrên petrolê yên hejmara 154 û 159 yên li kêlgeha petrolê ya Bay Hesen li rojavayê Kerkûkê bi rêya bombeyên vedayî hatin teqandin.

Berpirsên ewlehiyê eşkere kir, kêlgeha Bay Hesen ya roavayê Kerkûkê hat hedef kirin, lê belê zirareke mezin çênebû.

Dest nîşan kir, teqînan tu bandor li şandina petrolê û berhemanînê nekir.

Kêlgeha Bay Hesen, dikeve rojavayê Kerkûkê, bi yêk ji mezintirîn û kûrtirîn kêlgehên petrolê tê hesab kirin, ji sala 1959an ve petrol jê tê berhemanîn.

Pustên heman beş