Daketina nirxê lireyê Tirkî li beramber dolarê Amerikî berdewam e

Li Tirkiye daketina nirxê lîreyê Tirkî li beramber dolarê Amerikî û diravên biyanî berdewam e îro dolarek gehişte 15.83 lîreyên Tirkî.

Îro 17ê Gulana 2022ê nirxê lîreyê Tirkî dîsan daket û nirxê dolarê Amerikî ku destpêka hefteyê 15.50 lîre bû îro di demjimêrên sibehê de derket 15. 83 û tê çaverêkirin 16 lîreyan derbas bike.

Banka Navendî ya Tirkiyê, Nîsana 2022ê 3 milyar û 296 milyon dolar firotibûn kompanyayên dewletê ku wek kompanyayên îqtisadî yên hikûmî (KÎT) tên binavkirin. Bi vî awayî di şeş mehên dawî de dolarên bo kompanyayên dewletê hatine firotin gihişte 21 milyar û 600 milyonan.

Banka Navendî, ji ber ji bazarê dolar nekire û bihayê dolar zêde nebe, ji sala 2014ê ve bo Saziya Xetên Borî û Petrolê (BOTAŞ) dest bi firotina dolar kiribû.

Pustên heman beş