Petrola xav bi sedema çareyên şerê bazirganî bilind dibe

Bi sedema wê pêşde çûna erênî a di gotubêjên Emerîka û Çînê de di mijara şerê bazirganî de tê dîtin, îro bihayên petrolê asta 61 dolaran tomar kir.

Li bazara Sengaporyê û a Cîhanê, îro roja pêncişembê yek bermîla petrola xava birînt bi 61.02 dolaran bû, herweha yek bermîla petrola xav a rojavayê Emerîkayê ku bi Têksas tê naskirin, bi qasê 56.22 dolaran bû.

Texmîna bazarî xweya dike ku birênt bi 32 sentan û Têksas bi 4 sentan bilindibûne, sedem jî bo pêşdeçûna gotubêjên Çînê û Emerîkayê vedgere.

Her yek ji alozyên kendavî, zêdebûna berhema Emerîkayê û herweha şerê bazirganyê Emerîka û Çînê, sedemên herî dîyar ên daketna vê dawyê a bihayên petrolê ne.

Pustên heman beş