Nirxa petrolê jibo 63 dolaran berz dibe

Nirxa petrolê li gorî bazarê Sengaporayê îro roja sêşemî herî berz bû û bo cara yekê ye nêzî 63 dolaran dibe.

Bazarê Sengaporayê û ên Cîhanê, îro roja sêşemî bi qasî 63.90 dolarên Emerîkî bazar bi yek bermîla petrola Birênt kirye, her wiha petrola ji curê rojava a Emerîkayê anku Têksas, bi nirxa 58.17 dolaran bazirganî pê tê kirin.

Nirxên îro ên petrolê, bi sedema pêşdeçûna danustanên Emerîka û Çînê ne, herweha daketna berhema Emerîkayê ye.

Li gurî xwendina nirxên rojên derbasbûîy ên bazaran, berzibûna îro a nirxan, a pêncemîne di heftîya bûrî de, piştî ku li meha tebaxa îsal, berdewam di daketnê de bû.

Pustên heman beş