Wezîrê neftê: berhema Îraqê wê bibe 7 milyon bermîl

Ajansa Royterzê îro ji zarê wezîrê nefta Îraqê veguhastîye ku Îraq wê asta berhema xwe a petrolê, jibo 5 milyon bermîlên rojane zêde bike.

Samir Xezban wezîrê nefta Îraqê îro di daxoyanîyekê de jibo ajansa nûçeyên Royterzê eşkere kirîye ku pilanên Îraqê û wezareta wê a neftê jibo zêde kirina asta berhema petrolê hene, li demeka herî nêzîk jî, rojane wê 5 milyon bermîl wern berhemanîn.

Wezîrê nefta Îraqê axiftna xwe ji bo Royterzê berdewam kir ku herweha di planên Îraqê deye, li dema hinek salên dahatî, asta berhemanîna petrola xwe jibo 7 milyon bermîlan zêde bike.

Li gorî datayên wezareta nefta Îraqê, berhema Îraqê a niha, zêdetir 4 milyon bermîlane di rojê de, lê ev qebare wê were zêdekirin û bibe 5 milyon bermîl.

Pustên heman beş