Tiramp wê ji mînaka Kartir li hember Çînê îstîfade bike

Çend demjimêran piştî ku Çînê ragihandî wê baceke zêdetir danin ser wan berhemên ji Emerîkayê dihên nava Çînê de Tiramp ferman li Şirketên Emerîka kir ku li cêgrekê bigerin ji buy Çînê û kargehên xwe bînin “malê” û berhemên xwe jî li Emerîkayê berhem bînin.

Şirketên Emerîka dînavbera salên 1990an ta 2017an de bi bihayê 256 milyard dularan li Çînê sermayeguzarî kirîye. Sazîya vekolînê a Rodyom dibêje: di vî demîda sermayeguzarîya Çînê di Emerîka de 140 milyard dular bûne.

Hinek ji Şirketên Emerîka sala par berî ku şerê tecarî ê dinavbera Emerîka û Çînê liser baca kerestan de zêde bibe ji Çînê derket bûn. Lê belê derketina hemû Şirketên Emerîka ji Çînê bi berçav wergirtina wê sermayegozarîya zêde a li Çînê kirî tiştek zêde asan nîne û wê dem jêre lazim be. Ji alyek din hinek ji Şirketên di warî asîmanî de li Çînê kar dikin hetmen wê li dijî biryara Emerîka li ber xwe bidin taku ji Çînê dernekevin, ev yek jî vedgere ji bu wê beref pêş çuna bazarî di vî kertî de li Çînê.

hejî gutnê ye ku serokê Emerîka xwedî hinek alavên bi hêze û ji bo bikaranîna wan pêtvî destîrya kongirêsê nîne:

Tiramp dikare her ev pilana niha bikar dibe bi lezatîyek zêdetir beref pêş bibe.

Zêdekirna bacê wê qazanca Şirketan kêm bike û ev Kêmbûna qazancê Şirketan dibe ta radeyek biçe ku êdî berdewam kirna çalakîyên wan li Çînê ne tu watayeke xwe hebe.Tiremp li roja înya borî de bacên 25٪ ku niha liser 250 milyard dularên berhemê hawirde kirî li Çînê danabû 5٪ zêde kir.

Ev bace kerestên destipêkî, alav, Tirombêl û keresteyên timam bûyî bi xwe ve digre û li despêka oktoberê wê biçe warê cêbecê kirnê de.Wî herweha daye dîyarkirin 10٪ baca din wê liser 300 milyard dular berhemên dirost kirî ên Çînê dane ku wê li êkê sibtamberê de were warê cêbecêkirinê.

Rewşa awirte a netewî

Ji bilê vê yekê Tiramp dikare digel Çînê jî mîna Îranê Tev bigere û yasaya rewşa awirte a netewî a sala 1977 bikar bîne. Dema ku rewşa awirte bihê îlan kirin Tiramp dikarît çalakîyên şirketên taybet yan hemû ên beşeke aburî qepat bike.

Tiramp li despêka îsal de sitratîcek bi vî away li hember Mekzik bikar bir. Dema ku bi ragihandina rewşa awirte ragihandî wê liser hemû kerestên ji Mekzîk dihên Emerîka bacî zîde bikin.

Di hikometên berî niha de jî îstîfade kirin ji vê yasayê ji bo blok kirina mumtelekatên dewletên bîyanî hebûye. Bu mînak dewleta Cîmî karter li sala 1979de daraîyên  bîyanî ên girêdayî bi hikometa Îranê ve di sîstema malîyatî a Emerîka de tewqîf kirî bûn.

Sereray vê yekê bişpor liser wê bawerê ne ku encamdana karekî bi vî awayî ji alîyê Tiramp ve li dijî Çînê dibe rîskek mezin be û dibe Çîn jî li dijî Emerîka û Şirketên wê kareke bi vî awayî encam bide.

Sînordar kirina girêbestên federal

Êke din ji wan karên Tiramp ji bo encamdana wê pîtvî bi destîrya kongeresê nîne qedexekirina hevirkîyê di girêbestên federal da bu Şirketên Emerîkî ye ku hêşta li Çînê kar dikin.

Çîn dikarît hinek qedexekirina li dijî Şirketên mîna Şirketa Bûying îmal bike ku hevkêv digel kompanya Êyrpas hewl didin çalakîên xwe li kertê asîmanî ê Çînê zêde bikin.

Yasaya bazirganyê digel dewletên hevrik

Pêraboneke bi hêz a din ku egera encam dana wê hindike, bicî anîna yasaya bazirganî kirinê digel dewletên dojimine ku di dema şerê Cîhanî yê êkan da di kongirêsa Emerîka de deng liser hatî dayîn.

Ev yasaye rê bi serokî Emerîka dide bazirganî kirin digel dewletekê ku Emerîka digel da di şerî de ye qedexe bike, herçende wesa xuya nabe ku Tiramp ji vî alavî îstîfade bike.

Pustên heman beş