Nirxa zêran bo heftîya sêyemîn daketin bi xwe ve dît

Kanzaya zêrî heftîya sêyemîne dadikeve û sedem ji bo şerê bazirganî a li navbera Emerîkayê û Çînê vedigere.

Li gor bazarê îro û  borsên cîhanê, yek onsa kanzaya zêrî, bi qasî 1488.45 dolarane û ev nirx bi himber kirin digel nirxa heftîya bûrî de, bi 0.7% daketîye.

Lê belê zêrê Emerîkî hinekê bi nirxtir bû û asta daketina wî bi qasê 2% kêmtire, yek onse bi 1499.50 dolarane.

Alozî ên bazirganî ku li navbera Emerîkayê û Çînê derketne, sedema sereke a daketina nirxa zêrane.

Hemwext digel daketina zêr, nirxa kanzayên din jî daketina, weke zîv ku bi 3.7% daketîye 17.43 dolaran bo yek onsê, her weha platîn bi qasê 0.3% daketîye 948.15 dolaran.

Pustên heman beş