Balefirên bê pîlot êrîşî şirketa aramko a Sûdîyê kirin

Hat ragihandin ku bi Balefirên cengî ên bê pîlot, êrîşî 2 fabirîke yên Sûdîyê ên şirketa aramko kirin û şewat derket.

Li gor nûçeya ajansa fermî a Erebistana Sûdîyê, berdevkekê wezareta karên hundir ku navê wî nehat dayîn dîyar kirin 2 fabirîke yên şirketa netewî a petrola Sûdîyê rastî êrîşeke Balefirên cengî ên bê pîlot bû û şewat derket.

Berdevkê dest nîşan kir ku yekeyên ewlekariyê ên şirketê midaxeleyê şewatê kirin û kontirol kirin, şewata herdu şirketan jî ji ber êrîşa balefirên bê pîlot derket.

Berdevkê wezaretê ji bo herdu êrîşan jî tu kesek sûçbar nekir lê belê Hûsîyan di daxuyanî yeke nivîskî da dîyar kirin ku wan êrîş kiariye.

Pustên heman beş