Petrolê mezintirîn qazanc ji sala 1998an bidestxist

Nirxa petrolê îro bi rêjeyeke herî mezn bilind bû bi sedema êrîşa li ser şirketa aramko a s’ûdîyê hat pêkanîn.

Îro roja duşemî, nirxa petrolê di bazarên cîhanê de, bi qasî 19% bilind bûne û nirxa yek bermîla petrola birêntê asta 71 dolaran derbas kir.

Her weha nirxa yek bermîla petrola rojava Emerîka ku bi Teksas tê naskirin nêzî asta 60 dolara bûye û ev blind bûna herî zêde bi mezintirîn 21 salan de tê dest nîşan kirin, anku mezintirîn qazance ji 22 xizîrana sala 1998an de tê bi dest xistin.

Êrîşa li ser şirketa netewî a petrola Erebistana s’ûdîyê, a pêşî 3 rojan sedema sereke a wê blind bûna herî zêde a nirxa petrolê ye.

Pustên heman beş