Serokê wîlayetên yek bûy ên Emerîkayê, bilind bûna nirxa petrola a bi sedema êrîşa li ser Aramkoyê anî ziman û got: çareseriyên Emerîkayê jibo wê pirsê hene.
Donald Tiramp, di mijara bilind bûna nirxa petrolê ku bi sedema êrîşa li ser şirketa petrola Netewî a s’ûdîyê Aramkoyê, bilind bûne dibêje: ev bilind bûn ne girifteke, Emerîka wê çareser bike.
Tiramp ev yek eşkere kir û da xweya kirin ku rê karên Emerîkayê jibo bersîngirtina bilind bûna nirxan hene û dikare bi rêya avêtina berhemên herî zêde, hevsengî a bazar û nirxan careke din, normal bke.
Li dawî ya hefteya derbas bûy 2 balefirên cengî ên bê pîlot, êrîşî şirketa Aramko kirin û şewat di fabirqeyên wê de derket, ew yek bû sedem ku hinartina berhema petrola s’ûdîyê bi 50% dakeve.