Sirîlanka wê bibe êk ji wilatên berhem hînerên neft û xazê

Sirîlanka wê bibe êk ji wilatên berhem hînerên neft û xazê

Sirîlanka ku ta niha bi tu awayekî neft û xazê berhem naîne umêdeware ta sala 2023yan berhem anîna neftê û xaza xwezayî di nava wilatê xwe de dest pê bike.

Vacîra Dasanaya ku serokê midurîyeta berifreh kirin û beref pêşde birina berhemên neftî ên sirîlankaye ragihand vî wilatî ji bo bilukek neftî serêk zêde kirinek encam daye û sê daxazî jî bo berfireh kirin û beref pêşde birina vî bilukî di sînorê navçeya (Minir) li bakûrê rojava ê beravên Sirîlanka pê gihiştîne.

Dasanaya ragihand: (bê guman heya sala 2020an piroseya kar kirinê di vê meydana neftî de wê dest pê bike û em li bendê ne heya sala 2023an yekemîn berhemên hîdrokarbon berhem bînîn).
Ev bilukê neftê pêş niha ji aliyê şirketa(Kayirin Enercî) a hindî hat bû dîtin û li sala 2011an xaza xwezayî li devera Minir hatye eşkere kirin.

Piştî du sala şirketa Kayirin biryar da gera diduyan a lêgeranê jî dest pê bike. Di didu bîranda ji 3 bîrên hatiye kolan li sala 2011an, neft û mişteqatên wê hatîne eşkere kirin. Şirketa Kayirin Enercî li sala 2015an digel daketina bihayê neftê ji vî bilukî derket.

Li gurey pêzanînên hikumeta Sirîlanka, vekulînên livîn nasiyê dîyar dikin pitir ji yek milyar bermîlên neftê li devera Minir hene.
Dewleta Sirîlanka herwiha li vê dumahiyê hevbesteke vedîtineke dû salî digel şirketên mezn mîna Total û Ekuyinir bo lêkolînê liser egera hebûna hîdrokarbonê di avên sirîlankayê de îmza kiriye.

Ligorey vê hevbestê de şirketa Total ta niha karê lêgeranê di 50 kîlometrên çarguşe ji beravên rojava a Sirîlanka de encam daye hevbesta nû a vedîtinê sê aliyên mezn bi xwe ve digire: şirketa Total, Dewleta Sirîlanka, şirketa Ekuyinir).

Dasanaya ragihand piştî 30 taku 40 salan umêdewarin bi vedîtina hîdrokarbonê li Sirîlanka, ev wilate niha amadeye di dema 5 salên dahatî de berhem anîna neft û xaza xwe bibînît.

Pustên heman beş