Aramko vegerî hêza pêş êrîşê

Aramko vegerî hêza pêş êrîşê

Erebistana s’ûdîyê îro eşkere kir, asta berhema wan a petrolê, wê hefteyeke din vegere wê asta pêş êrîşa ser Aramkoyê.

Li gor çavkaniyên wezareta petrola s’ûdîyê, digel xebata tîmên teknîkî ên şirketa Aramko, heya niha qasî 75% a wê berhema ji sedema êrîşa ser fabirqeyên şirketê ji destçûy, car din hat bi dest xistin, ev amanc jî, wê heftîyeka din were bi dest xistin.

Her wiha eşkere bû ku s’ûdî wî hefteyek din berhema xwe a petrolê û asta henardeyên xwe normal bke û weke pêş êrîşa ser aramko were kirin, ew êrîşa ku ji sedema wê, 50% a berhem û henardeya s’ûdîyê hatî sekinandin.

Wan çavkanîyan xweya kirine, berhema niha a kêlgeha Xerîs bi qasî 1.3 milyon bermîlane di rojê de, hemwext berhema kêlgeha Beqîq dibe 3 milyon bermîl.

Li 14 Îlona îsal, 2 balefirên cengî ên bê pîlot, êrîşî şirketa petrola neteweî a petrola s’ûdîyê Aramko kirin, bi sedema êrîşê şewat derket û 2 fabirqeyên aramko ji kar û berhem anînê qut bûn.

Zirara êrîşê li ser s’ûdîyê, hemwext bazarên cîhanê ên petrolê pir mezn bûn, jiberku êrîşê 5.7 milyon bermîlên rojane ji asta henarde û berhema s’ûdîyê kêm kirin.

Li bazarê cîhanê, êrîşê nirxa petrolê pir blind kir û gihîşt 19%, lê belê wîlayetên yek bûyî ên Emerîkayê her di zû de derket holê û rêneda petrol zêdetir blind bibe û Donald Tiramp ê serokê Emerîkayê da xweya kirin ku wan petroleke herî zêde di umbarên emerîkayê de heye û ewê bavêjne di bazaran de, ji bo ku nirx car din li asta xwe a asayî cî bigirin.

Pustên heman beş