Ewrek reş wê bi ser abûra cîhanê de bikeve

Ewrek reş wê bi ser abûra cîhanê de bikeve

Seroka saziya banka navendî a Ewropayê, hişyariyê ji paşde çûna abûra cîhanê dide, lê hemwext eşkere kir ku abûra Emerîka ji xeterê dûre.

Kiristîna Lagard seroka nû a banka navendî a Ewropayê, di hevdîtieneke digel tora medyayî a CBS de ku îro roja duşemî pexiş bûye, dibêje: gef û xetera ku niha rastî bazirganiya cîhanî dibe, bi mezintirîn xeter li ser abûra cîhanê tê hejmartin.

Her wiha dibêje: raste ev xeter li ser abûra cîhanê derketye holê, lê belê abûra emerîkayê ji xeterê dûre û dikarîn abûra wê bi saxlem bi nav bikîn.

Kiristîna Lagard ku ji sala 2011an seroktîya saziya sindoqa diravî a navdewletî dike, ji bo tora medyayî a CBS dibêje: tarîfa gomirkan ku Emerîka û Çînê li ser hev sepandine, wê abûra cîhanê bi qasî 0.8% paşde bibe, bandora wê paşdeçûnê wê li sala 2020an bi zelalî xweya be.

Seroka benka navendî a Ewropayê, li dawiya gotna xwe dibêje: tevî ku abûra emerîkayê bihêze, lê belê xeter her di rojevê de ye, ew xeter jî weke ewrekî herî rewş û tarî ye ku bi sedema wê, pêşde çûna abûrê wê ne hêsan be.

Pustên heman beş