Deste gula Mam Celal wê bikeve dest dijberên hêro xanê

Deste gula Mam Celal wê bikeve dest dijberên hêro xanê

teqîneke weke (Big Bang)ê li benda yekîtiya niştîmanî ye!

Her ku diçe alozî û duberekî a di nava balên cuda ên yekîtiya niştîmanî a kurdistanê de, baştir û zelal tir xweya dikin, hemwexta ku firecemserî a piştî nexweş ketina Mam Celal talebanî derketye holê hinekê ber bi aramiyê çûy û bi dest nîşan kirina wexta saz kirina kongreya çaremîn hinekê dil rehtî çêbûy, lê belê ev yek dijî pêşbînyan derket, dijberên balê hêro xanê dest leyistineke nû kirine, caîze navê “kiş paşa” lê were kirin.

Li gorî zanyariyên herî taybet ku rayedareke yekîtiya niştîmanî jibo pêgeha Darka Mazi yê şandine, niha balê dijberê Hêro Îbrahîm a xanima Mam Celal talebanî bi rehmet be, dest bi cenga xwe kirine, ew dixwazin yekîtiya piştî kongreya çaremîn ji xanim hêro û malbata talebanî vala be, rewş weha xweya dike, weke gelê başûr dibêje: “raêx wê ji bin pîyên xanim Hêro were kişandin”.

Li gorî zanyariyên pêgeha Darka Mazi ku li çavkaniyeke taybet di nava yekîtiyê de bi dest xistine û nexwest navê wî were eşkere kirin, Yekîtî niha di rewşeke herî xirab de derbas dibe, organ û saziyên wê partê wê ji nû ve werin avakirin, serwet û samanên yekîtiyê wê ji nû were parve kirin, nexşê desthilata yekîtiyê wê malbata Mame nebe, ev leyistin balê dijber bi “kiş paşa” nav kirine.

Rayedarê yekîtiyê ku zanyarî bi Darka Mazi yê dayîne wiha axvî: “leyistina dijberên Hêro Îbrahîm bi kiryar dest pê kirine, ev yek bi zelalî tê dîtin ku niha û piştî daxistina hejmareke saziyên li bin serpiriştiya raste rast a Hêro Îbrahîmê tên îdare kirin, weke saziyên medyayî û roşenbîrî, hemû saziyên li bin sîbera malbatê jî, wê werin îmha kirin”.

Dijberên Hêro yekîtiyeke nû dixwazin, yekîtiyek be weke wî “Marê kevlê xwe guherî”, bi kinceke nû, hevsengiyeke nû, lê belê tu bandoreka hêro li ser nebe”.

piştî wefata Mam Celal sekerterê giştî ê yekîtiya niştîmanî a kurdistanê, baleke dest nîşan kirî di nava yekîtiyê de, hertim rêgrî û astengan ji bo hêro û balê wê ku bi “balê kemîne” tê naskirin derdixe holê, lê belê hêro karî tev astengan derbas bike û bi ser balên din de zal bibe, bi awayekî wiha ku gelek caran Hêro weke sekertera giştî a yekîtiyê dihat meyze kirin.

Rayedarê yekîtiyê dibêje: “hêro li wexta ku bi hêz di karî evê cengê di berjewenda xwe de yekla bike, lê belê niha ew di rewşeke saxlemî a ne baş deye û karîna wê jibo serketinê di cenga balê dijber de, tuneye”.

Her wiha berdewam kir: “piştî nexweş ketina Hêro yê, her tişt hat guherîn û balê dijber dest bi Tolhildanê kirine, di gava wan a yekemîn de çendîn saziyên medyayî û roşenbîrî ên ser bi balê Hêro ve mîna:

–        kurd sat

–        Badînan sat

–        Kerkûk tv

–        Xak

–        Gelêrî a bi navê Emne Soreke

–        Gelêrî a zamwa

–        zanîngeha kobanê

–        dibistana şehîd Cebar

–        Senterê Roşenbîrî ê Kerkûkê

–        mala Êzdîyan

–        rojnameya kurdistanî nwê

–        rojnameya alîtîhad

Her wiha tev kenal û sazî û pirojeyên ku Mam Celal û Hêroyê ava kirbûn ketine bin rehma balê dijber û pitirya wan hatin daxistin û ên mayî li ber xetera daxistinê ne.

Zanyarî eşkere dikin ku ji bilî daxistina saziyên ser bi bala hêro ve, hevrikî gihaye asteka wiha ku balê dijber hîna dest bi qut kirina mûçeyê Mam Celal li ser malbata wî kirine.

Li gorî wan zanyariyên taybet bi pêgeha Darka Mazi ve, vê yekê peywendîyeke raste rast bi kongreya çaremîn a yekîtiyê heye û balê dijberê Hêroyê dixwaze berya kongire were lidarxistin her tiştî di berjewendî a xwe de yekla bike û deste gula Mame bi rehmet ji dest xanima hêro derxe.

Pustên heman beş