Xisara herî mezn bi petrolê ket

Xisara herî mezn bi petrolê ket

Berhema Erebistana s’ûdîyê vegerî pêş êrîşa ser şirketa aramko

Bi sedema vegerîna berhema Erebistana s’ûdîyê, ji bo berî êrîşên ser şirketa aramko, nirxa petrolê herî mezn daket.

Li gur bazara Sengaporayê, îro roja şemî û pêş daxistina bazar, nirxa petrolê bi qasî 1.4% daket, ev daketin bi sedema vegerîna asta berhema Erebistana s’ûdîyê ji bo pêş êrîşa ser Aramkoyê hat zanîn.

Petrola birênit ku nirxa wê standerda bazarane, yek bermîl bi qasî 61.91 dolarên Emerîkî ye, lê belê nirxa petrola rojava Emerîkayê Teksasê, yek bermîl di qasî 55.91 dolaran de ye.

Ev daketin hemwexta asayî ketina asta berhema Erebistana s’ûdîyê mezintirîn henardekara cîhanê çêbûye.

Bazarên petrolê rojên yekşeman daxistî di mîne, jibo vê yekê daketina îro bi daketina dawiya heftiyê tê zanîn û her wiha bi mezintirîn xisara heftiyê a bazaran.

Li 14/9/2019an du balefirên diron ên bê pîlot, êrîşî şirketa neteweî a petrola Erebistana s’ûdîyê Aramkoyê kirin, bi sedema êrîşê şewat di fabrîqeyên şirketê de ket û berhema wê bi qasî 50% qut bû.

Qutbûna berhema s’ûdîyê, bandoreke mezn li bazaran kir, nirxa petrolê bi qasî 15 heya 19% berz bû.

Pustên heman beş