Partiya Karkerên Kurdistanê PKK ê, di pitirî 40 salên xebat û tekoşîna xwe de, gelek qonax derbas kirine, di hîç yek ji van qonaxan de, nikariye weke partiyeke nasiyonalîsta Kurdî derkeve holê, PKK ê çendîn caran şerên çekdarî di gel partiyên nasiyonalîstên Kurd encam dayîne, lê belê nikariye yek navçeya biçûk a Kurdistana mezin ji dest dagîrkeran «Tirkiya, Sûriya, Îran û Îraqê» rizgar bike.
Pêgeha Darka Mazî wê li rojên dahatî, zincîreke esrar û hûrgilyên herî taybet ên PKK ê eşkere bike, zanyariyên wiha ku yekemîn care wê werin dîtin û bihîstin, hinek ji wan esraran ji danpêdanên seranên PKK ê ên piştî pêtirî 40 salên tekoşînê! hatine.
Pêgeha me li destipêka weşana xwe ev mijar belav kirbûn, lê belê li ser daxwazîya xwendevanên me û pêwîstîya rojevê, emê careke din van mijaran bixin berçavên heweyên bi rumet.