PKK ê wiha reftar di gel Başûr kir, her wek wan Bakur serdest kiriye û gera Başûr hatiye
A rast her ji dest pêka PKK ê ta niha, damezrandin û werara vê rêxistinê dikeve bin gelek gomanan, ji ber ku bera ku Ocalan rêkxistinê ava bike hevjîna wî a bi navê «Kesîre Yîldirim» keça kesekê bo ku nizîkatiyeke bê sînor digel saziya îstexbaratî a Tirkiya «Mît» ê hebû, her wiha peywendîyeke bi goman di gel hevalekê nêzî Ocalan bi navê (Pîlot/Necatî Kayar) hebû, ger ev babeta vê nivîsê jî nebe lê belê fere merov cudatir lekolînê li ser bike.
Paş salên heftêyan ji sedeya rabûrî, anku di destpêka damezrandina PKK ê de, nizîkatiyeke bê sînor ji aliyê hest û sozan ve di nêvbera gelê Kurd hebû bi teybet himber bizavên rizgarîxwaz ên Kurdistana Başûr bi serkirdayetiya Ceneral «Mela Mistefa Barzanî» ev nizîkatî û bandora tevgerên rizgarîxwaz ên Başûr li ser navçeyên «Botan û Hekarî» de hebû û ev yek li gor aydolojîya PKK ê tişteke xerab bû ji bo pêşeroja wê.
Li Bakurê Kurdistanê gelek rêxistin û tevgerên Kurdî hebûne weke «DDKD» anku Rêxistina Şorişgêrên Bakurê Kurdistanê, her wiha bizavên «Kok, Kawe, Ala Rizgarî» û gelek bizav û rêxistinên din, lê di dîroka xwe de PKK ê bi tu awa danpêdan bi van bizav û rêxistinên Kurdî nekir, carna ev bizav û rêxistine bi kevneperês û feodalî bi nav di kirin carna bi kirê girtî ên dewletên îstî’marî.
Gulleya yekemîn
Raste di vê demê de pêtir ji her demek din di dîroka PKK ê de, vê rêxistinê pêtir ji her demek din navê Kurdistanê aniye lê belê, yekemîn gulleya PKK ê teqandî li hember kesek Kurd bi navê «Mihemed Celal Bocak» bûye û ev kes bi giranî birîndar kir û hejmareke hevalên wî kuştin, ev yek di demekê de bû ku Kurdistana Bakur a pir bû ji esker û sazîyên dewleta Tirkiyê, ev yek siyaseteke ku ta niha PKK e dewam dike, Herçende baş dizane û baş dibîne ku hêzên rejîma dagîrker li her cîyekî û li her perçeyeke Kurdistanê de hene, lê belê dihên û behaneyan li Başûrê welat digrin û şerê xwe ê çekdarî aniye ser xaka take perçeya azad a Kurdistanê.
Bi vê sîyasetê carna daxwaza girtina kunsilgeriya Tirkiyê li Hewlêra paytext dike, carna bi behaneya hebûna hin baregehên serbazî ên dewleta Tirkiyê li Başûr ku bi rêketineke navdewletî di navbera Îraq û Tirkiyê de li salên 80yan de hatî îmze kirin, çalakiyên partîzanî encam dide, her weke tu serbaz yan bingeheke serbazî a dewleta Tirk li ser xaka Bakurê Kurdistanê de nebe, ji xwe her ev yek bi xwe çendîn goman û pirsan ji bo kesên jîr dirist dike!
Rêxistin yan bizav yan parteke Kurdî tuneye ku PKK ê şer pêre nefiroştibe û şer di gel de nekirbe, mezintirîn Partiya Kurdistanê ku PKK ê hevpeymanetî di gel de girêdabe Partiya YNK ê ye, lê belê PKK e hertim hewl dane vê Partiyê di qada siyasî a Kurdistanê de winda bike, ji ber ku PKK e xwe bi tenê bi partî û xwedî rastî dibîne.
PKK ê bi tu awa gelê Kurd xapand?
PKK ê tu carekê kuştina Kurdan li ser xwe hesab nake, ji ber ku her dema pîlana kuştina kesek Kurd dadirêje, pêşde rewşa aydolojîk a pêwîst ji bo wê dirist dike, paşê cînayeta kuştinê pêktîne, bi vê yekê şîyaye ta niha rastiyê ji hejmareke herî zêde a gelê Kurd winda bike, ji bo îsbat kirina vê axaftinê emê mînakeke zîndî bas bikîn ew jî kuştina «Ferîd Ozon» serokê rêkxistna «Kawe» ye.
«Ferîd Ozon» endamê serkirdayetiya «DDKD» ê û ji malbata nivîskar û «Mihemed Ozon) e, Ferîd Ozon 3 salan tê zîndan kirin, piştre serbest tê berdan ji «DDKD» coda dibe û Partiya «Dengê Kawe» ava dike ku ev partiye a nêzî Ceneral Mistefa Barzanî bû, navbûrî hozanvan bû û pir hozan bi Pêşmerge ên Kurdistanê nivîsandine, her wiha dixwest navçeya «Sîvrek» a ser bi parêzgehîya Rihayê weke senter wergire, xelk li deverê pir şeydayî Ferîd Ozon dibin bi teybetî piştî ku partiyê ava dike, PKK e fam dike ku hebûna kesek bi vî awayî wê xeteriyê li ser pêşeroja wê dirist bike, lewma bi awayek dûr ji merovatiyê Ferîd Ozon dikuje, lê bi tu awa vê kuştinê li ser xwe na hesbîne belku dide ragihandin ku Ferîd Ozon ji hêla eşîreta Bocak ve hatiye kuştin, mebesta PKK ê ji vê yekê ew bû ku cebheyeke şer di gel vê eşîrê dirist bike û bi vê yekê bikare gelê Kurd ê deverê li xwe kom bike, piştî derbasbûna çendîn salan li ser vê pirsê tu kesekê rastîiya kuştina Ferîd Ozon bi destê PKK ê nezanî, lê belê piştî yek ji rêberên PKK ê ên wê demê tê desteser kirin ji aliyê dewletê ve, bi zelalî di danpêdanên xwe de her tiştî eşkere dike û dibêje me PKK ê ev çalakî pêk anî bû.