Partîya Karkerên Kurdistanê, li 1978an de, hat avakirin, bi amanca berhingarbûna dewleta Tirk û ser dest kirina gelê Kurd, gelê Kurd hêvî pêre avakirin, lê belê PKK ê, gulleya yekemîn a tekoşîna xwe li Kurdan xist, wexta ku «Mihemed Celal Bocak» ê serokê Hoza Bocakê li Bakurê Kurdistanê kuştî.
Darka Mazî weke îmaje kirî, wê di zincîreyeke nivîsandinên kurt de, hinek zelalî û kuncên tarî ên PKK ê derxe.
Damezrandin û redkirina tevgerên welatparêz
PKK ê dîrok weke sînaryo nivîsand û alîgirên xwe wiha pê perwerde kirin ku tenê tişta ew dibêjin raste, mînak: «PKK e dibêje tekoşîna Kurdan ji dîroka çêbûna wê dest pê dike».
PKK e di nivîsandina dîrokê de hertim êrîşî partiyên din ên Kurdistanê dike, taybet PDK ê û tu girîngî bi tekoşîn, dîrok û zehmetiya Pêşmerge û serkirdên wê partiyê nade, li şûna PKK e rastiyan binivîsîne, wê hertim hewl daye şaşitiyên qada Kurdistanê bike kincek li ber PDK ê, ev hewlên PKK ê li salên dawiyê zêde derketin holê û bi awayekî wiha tev digere ku PDK ê weke dijminê yekemîn ê gel û Tirkan û welatên din ên dagîrker weke dijminê duyemîn bide nasandin.
Behaneya PKK ê ji bo vê hebûna hinek baregehên Tirkiyê li Başûr bû, ew baregehên ku bi rêketineke navneteweyî li nêvbera Îraq û Îranê de li çaxê rabûrî lê hatine bicîkirin.
PKK e di hinek qûnaxan de derbas bûye, dikarîn ava bûna wê wiha rêz bikin:
Qûnaxa Yekemîn: li 1973an dest pê dike heya 1978an û kongireya avakirina PKK ê di dome.
Di vê qûnaxê de PKK e weke girûpeke biçûk ê Markisî – Lînînî li Enqere bi seroktiya Ebdulla Ocalan damezra, yekem car weke girûpeke çep û Markisî tev digeriya û têkiliyeke herî baş di gel part û tevgerên çep ên Tirkan de hebû, pitiriya endamên PKK ê li vê qûnaxê de xwendkarên zanîngehê bûn, piştre wan çalakî ên xwe derbasî başûrê rojhilatê Tirkiyê anku navçeyên Kurdistana Bakur kirin, wan li 27 çirî ya dûyemîn a 1978an de, yekemîn kongireya xwe bi beşdariya 23 endaman li darxist, di kongire de kesekê bi navê «Ferhad Kortay» pêşnîyaza dike navê PKK ê li xwe bikin, piştre ev yek hat tesbît kirin.
Perwerde kirina Gerîlayan li Dola Bîqa
Qûnaxa Dûyemîn: ji 1978 heya 4/8/1984an, PKK ê li vê qûnaxê de Gerîlayên xwe li «Dola Bîqa’» a Libnanê perwerde kirin, piştre li Sûriyê, Îranê û Başûrê Kurdistanê bicîkirin.
Qûnaxa Sêyemîn li 15/8/1984 heya 15/8/1999ane, ev 15 sal tekoşîna çekdarî a PKK ê li xwe digre.
Qûnaxa Çaremîn a jiyana PKK ê ji ragihandina sitratîjî a Komara Demokratîk dewam dike. Ev helwesta nû a PKK ê guherîneke girînge li sitratîj û taktîkên vê partiyê de.
Ev yek pêdivî dike were zanîn pirojeya vê sitratîjiyê ji kuderê hat û çewa serîhilda, lê belê ji bera ku ev pirse were bersiv dayîn, fere li ser vê pirsê bisekinîn ku çima dema PKK e hatiye avakirin gulleya yekemîn li Kurdan xist, nek li dagîrkeran.
Ev nivîsandine tenê destpêke, Darka Mazî wê rojane hinekî ji kujîyên tarî ên piştî qûnaxa avakirina PKK ê bas bike.