Rewş li Iraqê derbazî asta xeter bû

Rewş li Iraqê derbazî asta xeter bû

Xwenîşandan jibo hilweşana hikûmeta federal dihên encam dan
Pêla Xwenîşandan û nerazîbûnê li Bexda a paytexta Iraqê berdewamin, îro ev nerazîbûn derbazî çendîn parêzgehî ên din dibe, weke Zîqar, Necef, Kerbela û herwiha Kerkûkê, hikûmetê metirsî heye ku ev destpêka kodetayekê be.

Çavkaniyên wezareta saxlemiyê aşkera kirine li van du rojan 11 kes di xwe nîşandanên Bexdayê û navçeyên din yên Iraqê da hatine kuştin, pitrî 200 kesan birîndar bûne, Xwenîşandan bi siloganên dijî desthelatê dest pê kirin, lê her di zû da arasteya wê hat guherîn, metirsî heye, ev nerazîbûn zêdetir mezn bibin û bigehe asta kodetayê.

Li roja duyemîn ya Xwenîşandan ên Bexdayê, asta tund u tîjiyê û pevçûna li navbera hêzên Asayîş û êmnahiyê û xwenîşanderan da berifreh bûn, piştî ku li roja yekemîn tenê kesek hatye kuştin, îro hejmara kuştîyan zêde bû û giha 11 kesan, xwenîşanderan li parêzgehên başûr bi ser baregehên partên şî’e da girtin, wek parta De’we ya bi serokatiya Nûrî Malîkî, Muqteda Sedir ku bi dînamo a çêkirin û livandina cadeya Iraqê tê zanîn, çi dengê wî tone bû, tenê Tuwîtek jibo xwenîşanderan weşand û tund u tîjîya polîsan li dijî wan şermezar kir.

Hersê serokayetiyên Iraqê hemwexta dijwar bûna xwenîşandanan, kom bûn jibo ku çareseryekê bibînin û hinek ji asta dijwariya xwenîşandanan aram bikin.

Aliyên siyasî cuda li ser zarê parlementerên xwe xwenîşandanan bi arastekrî dibînin, ewan xweya kir, hinek partên siyasî li pişt xwenîşandanan hene û amanca wan jinavbirna hikûmeta federale.

Beşeka xwenîşanderan siloganên dijî gendelyê, beşeka din ên daxwaza mûçeyan û xizmetguzaryan û delîvên karî bilind kirine, lê beşeka din siloganên piştîvaniyê jibo ‘Ebdulwehab Sa’dî serokê saziya dije terora Iraqê ku bi fermana ‘Ebdulmehdî hatye ladan bilind kirine, lê beşa herî zor daxwaza hilweşandina hikûmetê dikin.

Beşeka xwenîşanderan weke nerazîbûn li ser bandora Îranê û destwerdana wê ya di Iraqê da, alayê Îranê şewtandin.

Dema hefteyekê ye, li soşyal medyayê amadekarî jibo xwenîşandanê dihên kirin li bin silogana (min mafê xwe divê), digel dest pê kirina wan, her di zû da araste hat guherîn, pêşbînî heye supa maytêkirinê bike, her dema xetera ser hikûmetê giha asta awarte.

Pustên heman beş